Siyabend Serbilind

Ameda Xopan

Piştî şerê kolanan li welêt dest pê kir û vir de wîdana min hilnedigirt ku ez careke din vegerim welêt. Lê dîsa jî min xwe li ber hesreta welêt ranegirt û ez çûm Amedê( navê wê yê rastîn Ameda Xopan e). Dû û dûxan bi ser Ameda Xopan ketibû, dema em di balafirê de, di ser re bihurîn. Li ser rû û rûçikê ti kesî şopa ken û bişirînê nedixuya. Her kes di fikarên reş û tirsên kûr de vedigevizî. Li ber çavên raya giştî ya Tirkiyê û ya cîhanê welatek di ro-nîvro de dihat serobinkirin, tank û top di kuçe û kolanên teng de di nav malên tije mirov de diteqîn. Li aliyekî yên ku namûs jê nedigeriyan û dengê xwe li hember şerê kolanên ku ji her hêlê ve zilm û zordarî jê diweşiya, radikirin mîna ‘teror’ û mîna ‘alîkarî û malovaniya terorê’ dihatin demxekirin. Li aliyê din jî, yên xwe li hember ew qas hilweşîn, êş û xwîna diherikî, kerr dikirin yan jî destê xwe li pişta rayedar û berpirsên dewletê dixistin, mîna ‘mucahîd’ ‘welatperwer’ û ‘zarokên qenc’dihatin nîşandan. Di encamê de welatek û cîhaneke hatiye melisandin ku li hember zordariyeke êdî kiriye ku dilê mirov dikizirîne, ne him jê çêdibû, ne jî gum. Ji her tiştî xerabtir jî ya li ser dilê mirovî rûnidinişt xwedêgiravî ew jî bêdengiya derdorên diviyabû dengê xwe bilind bikirana( biratiya misilmaniyê ya pûç bila bê bîra we) bû.

De hela bala xwe bidinê, hûnê sonda temam bixwin ku ew xelkê xizan ê ji birçîna li binguhê dîwaran diketin bi mehan bi awayekî rûmeta mirov dişkîne û hemû şerpezetiyên hepsa malê heq kiriye, herkes tevdigere. Tu dibêjî qey penaberî, birçîtî, veqetîn û mirin para wan ketiye û wek misteheq bin tenê bi arezûya ‘Xwedê neyîne serê ti evdî’ ji xwe re dua dikin û di ser guh re diavêjin. Medyaya melûm ya niha li Tirkiyê serdest e, mîna di şerekî man û nemanê de ye bi pûtepêdan tevdigere û bi her awayî di pencereya berjewendiyên xwe de li bûyeran dinêre, dixwîne û pêşkêş dike. Lê diviya ew berjewendî tenê di pencereya nirxên hevpar re bihataya dîtin. Lê beşer niha ji wê asta bilind ya hevpar gelekî dûr e.

Pirsên tên ser zimanan lê nayên nivîsandin û li ser ekranan nayên ser qalan. Eê di vê nivîsa xwe ya kurt de bi hemû sewta xwe biqîrim! Da ku ji birrê hê jî mirovatiya xwe nefetisandiye bibe henaseyeke bi oksîjen. Û ji xwe ji birrê din hey me sofa xwe ji wan de xistiye.

Kolandina çahl û xendekan zirarê dide gelê kurd û tawaneke giran e! Rast e, amenna!

Lê hukmê yên ku wan xendek û çahlan bi xerakirina mal û halê xelkê xizan dadigirin çi ye hey Xwedêyo?

Yên ji esnafan bi darê zorê dixwazin dikanên xwe bigirin, venekin û nahêlin xelk derkevin der, şaş in û xeletiyê dikin!

Lê hukmê yên ku bi mehan xelkê bajarekî gewre di nav çar dîwaran de bê star di bin barana guleyan de bê nan, bê av û elektrîk êxsîr dikin, çi ye hey Xwedêyo?

Yên dibistanan dişewitînin û saziya perwerdehiyê dilebikînin (her çi qas ez piştgiriya naverokê nekim jî!) zilmê dikin!

Lê hukmê yên ku ji sed hezarî bêhtir xwendekarî ji dibistanên wan bi dûr dixin, wan ji ders û ezmûnên wan dereng dixînin û dahatûya wan a terr û teze diqurmiçînin çi ye hey Xwedêyo?

Di nîvê şevê de di kerika guhê me de narincok, tank û çekên din yên giran diteqin. bi şev û ro xirxira helîkoptêran û xijîna jêtan xew li şêniyên bajarekî gewre diherime. Zarokên me ji tirsan bi şevê di bin xwe de dimîzin, zimanê wan giran dibin û nexweşiyên psîkolojîk yên bêderman di giyanê wan û kesayetan wan de çêdibin.

Xan û kerwanserayên me, mizgeft û dêrên me yên dîrokî, kelh û bircên me yên bûne sembola me, dibin armanca teqemeniyên wêranker. Dilê miletekî mezlûm û bêderfet diêşe, disoje. Em dev li zimanê xwe dikin, nabe! Em dev li dilê xwe dikin nabe! Tu devê xwe vedikî tu dibî ‘teror’ yan jî ‘malovanê terorê’. Lavakirina ‘lawo wer mekin’ û bergerînên ‘we bajar û dîroka me kirin kavil’ hestên wan ên şer û pevçûnê digidgidîne tew. Bergerîn û xweavêtina me jî mîna bêçaretiya me û wek xurtbûna xwe dihesibînin. Mafdar in, lavakirin ji yên zalim, nizmî ye! Û Ji bilî qalindkirina ziravê wan û tûjkirina şûrê wan ê bi xwîn bi kêrî ti tiştî jî nayê.

Lê hukmê yên ku xwe li ber êş û birîna mey ya weke bilbilka misîn xwîn ji ber diçe, kerr û lal dikin, çi ye hey Xwedêyo?

Yên li hewşên xwe, di nav zar û zêçên xwe de û di ser de jî di ser heqê xwe de tên kuştin bi awayekî rêyekê dibînin qetla wan li xwe helal dikin. Ez nabêjim xweş helal be, lê dîsa jî bila be!

Lê bavo hukmê yên ku di nav vê gola xwînê û hêsiran de avjeniyê dikin û halanên qehremanî û serbilindiyê didin xwe, çi ye hey Xwedêyo?

Em gelê feqîr û xizan man di orta neçaretiyeke kûr û çetin de. Em wê de direvin bîr e, vir de direvin mîr e! Em êdî nizanin emê çer û çilo bikin. Tu avekî bi vî agirî de û zû vemirîne hey xwedêyo!

Rûdaw

You may also like