Piranîya serok û rêvebirên HDP îro ji Tirkan yan jî ji Kurdên ku Kurdî nizanin û ji ruhê Kurdayetîyê dûr ketine, pêk tê. Weke ku di nava HDP de qet kesekî Kurdîzan tunebe, çi hikmet be peyamên A.Ocalan her bi Perwîn Bûldan a Kurdînezan didin xwendin. Perwîn Bûldan xanim jî wan peyaman bi navê Kurdî lê bi wê Tirkmancîya xwe ya xweş dixwîne û xwelîya heft gundan li serê Kurdan û li serê Kurdî û Kurmancî dadike.Ne tenê xwelîya heft gundan, Perwîn xanim Kurdî, Kurmancî rezîl û riswa dike û henekê xwe bi Kurdî jî dike. Bi Kurmancîya xwe ya modern û nûjen êdî Perwîn Bûldan zaravayekî û li zaravayên Kurdî zêde kiriye. Zaravayê Perwînkî!

perwin Kopie

HDP bi zanatî û bi plan û proje van kiryarên kirêt pêşkêşî Kurdan dike. HDP û MÎT (ku naveroka peyamên Ocalan bi temamî daxwazên MÎT ê ne û li gor daxwazên MÎTê tên pêşkêşkirin û tu daxwazek Kurd û Kurdistanî di wan peyaman de tuneye) bi zanatî peyamên Ocalan bi Perwîn Bûldan a Kurdînezan didin xwendin daku Kurd tiştekî ji peyamên Ocalan fêhm nekin û zimanê Kurdî aloz bikin. HDP û MÎT bi vê helwesta xwe henekê xwe bi zimanê Kurdî dikin û çawa ku Kurd bi Tirkayetî û Tirkîyeyîbûnê ve pîne kirin, dixwazin Kurdî û Kurmancî jî aloz bikin û hêdî hêdî ji holê rakin. Helbet kesên ku Kurdî nizanibin, bi Kurdî nefikirin û dil û mejîyê wan bi Kurdî lênexe, nikarin doza mafê Kurd û Kurdistanê jî bikin. Wê di nava sînorên Tirkî û Tirkayetîyê de asê bimînin, hepis bibin û têkevin bin xizmeta dewleta Tirk. Kurdîya Perwîn Bûldan xanim jî nîşana vê sosretê ye.

You may also like