
Kurdperwer, zimanzan û çalakvanê doza Kurd û Kurdistanê Hemîd Kiliçarslan, ji ber nexweşîya vîrûsa Koronayê mixabin koça dawî kir û em di nav êş û şînê de hiştin.
Hemîd Kiliçarslan, ji sala 1969an ve li ser rêbaza Barzanî xebata Kurdayetîyê dikin û heta bi dawîya jiyana xwe ji xebata Kurdayetîyê dûr neket.
Xalê Hemîd, li Bakurê Kurdistanê û di nav PDK Bakur de kesayetek naskirî û hezkirî bû.
Koça Hemîd Kiliçarslan ji bo doza Kurd û Kurdistanê û ji bo çand û zimanê Kurdî windakirinek mezin e.
Bi minasebeta koça dawî em sersaxîyê ji zarok, malbat, dost û hogirên wî re dixwazin.
Bela Kurd û Kurdistan sax bin..