kanton
PKK ya ku dixwest bibe şirîkê desthilatdariya Herema Federe ya Kurdistanê, eniriye û bi zimanekî gef xwar dibê emê ji Başûrê Kurdistanê wekişin.
Li ser navê KCKê, qaşo take Kurdistaniyê di nav rêveberiya KCKê Murat Karayilan, di merasîma definkirina şervanekî HPGê de axiftinek dijwar û bigef kir. Karayilan, di axiftina xwe de gazinda dike ku, hin aliyan tevgera wan bi dagirkirina Başûr sûcdar kirine.
Di heman axaftinê de Karayilan balê dikşîne ser îthamên go heman alî PKKê wek rêxistinek terorîst binav dikin, dike. Karayilan di axaftina xwe de PKK bi van gotina diparêze: ’’ Sûcdarkirina gerîla bi dagirkeriyê û meşandina propaganda ku weke ’terorîst’ nîşan dide, ji aliyê ti mirovekî xwedî wijdana welatparêziyê ye, nayê qebûlkirin.
Herwiha Karayilan li ser navê KCKê diyar kir ku; li hemberî vê helwesta neyînî, wan vekişandina gerîla xistine rojeva xwe.
Karayilan axaftina xwe bi van gotina didomîne: Li Başûrê Kurdistanê di rojên dawî de bi taybetî bi pêşengiya partiyekê, li dijî partiya me polîtîka û propagandayeke veşartî û qirêj tê meşandin. Li ser vê yekê hevserokatiyê destnîşan kir ku, polîtîka û êrîşên bi vî rengî xizmetê ji berjewendî û destketiyên gelê Kurd re nakinin û xetere ne, kengî civata me ya Êzidî ji bo rêvebirina xwe û parastina hebûna xwe li Şengalê vîna xwe ya demokratîk derxist holê û xwe bi şêweyê meclîsê birêxistin kir, li dijî tevgera me propaganda reşkirinê destpê kir. PKKê weke terorîst, hêzên gerîla jî mîna dagirkeran nîşan didin. Propagandayên şaş û derew tên kirin ku, PKKê weke dijberê hikûmeta Başûr û alîgirê parçebûna Başûr nîşan didin. Ji ber vê yekê jî ji hemû partî û rêxistinên başûrî, Hikûmeta Başûr û gelê me yê Başûr tê xwestin ku li dijî tevgera me bikevin nava helwesteke êrîşkariyê.”
”Em weke tevger, vê rewşê gelekî girîng dibînin. Nîşandana gerîlayê li dijî faşîzma DAIŞê ji bo azadî û hebûna gelê me şer dike û şehîdan dide, weke dagirker û nîşandana PKKê weke terorîst, ji aliyê ti mirovê xwedî wijwana welatparêziyê ve, nayê qebûlkirin.
Ji ber van rewşên neyînî, me vekişandina hêzên xwe yên gerîla yên li dijî DAIŞê şer dikin, xistine rojeva xwe. Di vê mijarê de nîqaşên me dewam dikin. Lê belê nêrîn û vîna gelê me yê Başûr di mijara vekişîna gerîla de, wê ji bo me gelekî girîng be. Ji ber ku li pêşberî gelê me berpirsyariyên me hene. Her wiha, berî dayîna biryarê li ser vekişîna hêzên gerîla, em li bendê ne ku hemû partî, rêxistin û saziyên civakî yên sivîl ên başûrî, helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan bidin.’’
Em wek dewletxwaz.com, ji Karayilan û rêxistina wî dipirsin; hûn hebûna xwe ya Başûrê Kurdistanê ji kîjan destûrê werdigrin.?
Gelo PÇDK ku ser bi weve ye di hilbijartinê borî de, dengê hemwelatiya girt û bi riya parlamentoyê bû beşek ji desthilatdariye go em nizanin?
Gelo gava we Kanî Yilmaz û hevalên wî bi bomla perçe perçe kir, Osman Balîş û keça wî yî 3 salî kûşt we hizir hesabê wan kiryarê terorîstî kir, an na.?
Gelo we Qandîl bi destûra kîjan saziya Herema Kurdistanê dagirkir, hûn Karin eşkere bikinç?
Gelo gava hûn doza Kantona Şengalê dikin, hûn hizmeta kê dikin.?
Em Karin pirsê xwe dirêj bikin, lê em ji devla pirsa ji we daxwazdikin go hûn rojek berî rojekê dew ji destwerdana karê Herema Kurdistanê berdin û herin li Tirkiyê, Îranê û Sûriyê karê xweyî demokratîk kirina wan welata ve mizûl bibin. Em wek dewletxwaz pişgiriya wekişandina we jî Başûrê Kurdistanê wek gavek pîroz dinirxînin. Bela hûn di riya serbixwebûna Başûrê Kurdistan de kelama herî bisitirî ne.

You may also like