BILEKDara Bîlek:`Tirsa Tirkiye ji hewlên PKK nine, tirsa Tirkiye ji bayê serxwebûyina Kurdistanê ye`
Dara Bîlek dibêje; li Bakûrê Kurdistanê tiştekî bi navê çareseryê pirsgirêka Kurdistanê nîne, tiştê heyî ew e ku, ev di salin hikûmeta AKPê bi hevkariya Ocalan pêvajoya çareseriya çek berdana PKKê minaqeşe dikin, da ku PKK li Bakûrê Kurdistanê dev ji çekan berde.

Li gorî nêrîna Bîlek; Tirkiye naxwaze Kurd li ti başekî Kurdistanê modêleke (destkeftinek) din wekî herêma Kurdistanê çêbibe. Tirsa Tirkiye ji hewlên PKKê nine, tirsa Tirkiye ji bayê serbexweya Kurdistanê ye.
Di van rojên dawî de li Hewlêrê formeke taybet li ser têkiliyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hat li dar xistin.

Di heman formê de siyasetzan, akadêmîsyen û şehrezayên Kurd û Tirk beşdar bûn û gotûbêj li ser ayîndeya têkiliyên Kurdistan û Tirkiye kirin. Di formê de siyasetmedar û akademisyanên kurdan guman û rexeneyên xwe li hember şaşiyên Tirkiyeyê veneşartin.

Peyamnêrê `Sputnîk Kurdistan` Osman Başqalî di derbarê rewşa tekiliyên Kurdistan û Tirkiyeyê de ji beşdarvanên formê, siyaetmedar Dara Bîlek pirsî.

Hemû bixwîne: http://kurdish.ruvr.ru/2015_01_29/282544811/

You may also like