8.jpg
Pir eşkere tê gotin ku sedema herî mezin a şideta ku wê dawiyê hat lidarxistin rêlibergirtina PKK ye û jiber vê jî wê di arîfeya hilbijarina de bixwaze ku bi awayekî aloziya berfirehtir bikin û bi vê riyê HDP/KCK û PKKê ji taqat bixîne. Serok û rêxistinên Kurda bi dehê caran gotine ku; divê pirsa Kurdên bakur bi aştî bê çareserkirin û ewê tucarî piştgiriya riyên şidetê nekin. Divê helwest û daxwaza ”tifaqa navxweyî” jî li gor vê daxwazê tev bigere û heta divê yekê de biisrarbin.
Min dixwest di serî de bejim lê qey wezna wê di van rêzadeye. Divê di serî de HDP/KCK/PKK û hêzên tifaqdar bi tifaqa xwe re rast bin, jiber vê care jî hevîya Kurdan a bi tifaqê puç nekin. Hevkarê vê tifakê di hevkariya vê dawiyê de dilgermî û nêzîkahîyek xurt nişanî gelê Kurd dikin. Û Temamê alîyan jî xwesteka xwe ya xurtkirina tifaqê bi temamê der û dorên dervayê xwe re jî anîn ser zimên û peyama „êdî divê Kurd neyartiya hev nekin“ dan. Ev jî nîşana vê ye ku herdu alî jî dixwazin neyartiya nav Kurda bê rawestandin û pirsgirêk bi aştîyane bên çareserkirin. Bêguman e ku wê niyeta çareserkirina pirsa Kurd di dilê temamê alîyan de ne weke hev be. Wê alîyê PKKê bixwazin pirsgirêk li gora daxwazên wan bên çareserkirin û wê tifaqvan jî bixwazin ku di nav vê hevkariyê de bibin xwedî gotin.

Wek me li jor jî got û wek ku piraniya Kurda tînine ser zimên, tasfîyekirina PKK armanca dewleta Tirk a sereke ye. Tirk dixwazin bêyî ku di makzagona xwe de guhertinek mezin bikin, tenê di gotinê de hinek gavan bavêjin û Kurdan pê qaîl bikin. Dixwazin dîsa di bin dûrişma „yek dewlet, yek ziman, yek millet û yek al“ de Kurdan bixapînin, bi hinek gavên piçûk tiliya xwe di hingiv dakin û di devê Kurdan de bidin. Nîşanên vê siyaseta durûtîyê di gellek bûyer û serpêhatîyan de derketin holê. Vekirina TRT6 ê tilîyek hingiv e, lê li alîyê din Kurd ji ber bikaranîna parastina bikurdî û perwerdeya Kurdî tên darizandin û ceze dixwin. Ev jî dide xuyakirin ku heta çareserîya pirsa Kurd di makzagona Tirkiyê de cîh negre û wek qanûn nekeve jiyanê, wê tu piştrastî û pêşeroja çareserîya pirsa Kurd tunebe. Jiber van sebebên li jorî me anîn ser zimên, divê di serî de HDP/KCK/PKK û hevkarên wêyî nû jibo makzagoneke nû xwe amade bikin.

Her çiqas AKP di beyanê xwe de dide diyar kirin jî, xuyaye di rewşa îro de tu niyet û hesabê AKP û Erdogan tuneye ku makzagona Tirkiyê biguhere. AKP bi avêtina hinek gavên demokratîk dixwaze du çûkan bi hevre bikuje. Yek jê Komisyona Yekîtîya Ewrûpayê pê qaîl bike ji bo ku têkeve Yekîtîya Ewrûpayê, ya din jî dixwaze ji bo hilbijartinên Hezîranê payek mezin ji xwe re derxe. Ger AKP di hilbijartinên di sala 2015an de dengek mezin bistîne û wê hêza ku karibe di meclîsê de qanûnê biguhere bi dest xe, wê gavê îhtîmal heye ku qanûn û makzagona Tirkiyê li gor daxwazên Îslamîst-Tirk a bê guhertin. Yan na, di rewşa îro de ne ew daxwaza AKP heye ku makzagonê biguhere û ne jî Tirk û Kurd di vî varîde xwedî projene. Kurd dibêjim; HDP li ser navê Kurdan di meclîsê de ye, lê mixabin ji artêşê zêdetir dijminatîya Kurdê mixalîf yên bakûrî û PDK a başûr dike. Ev jî sosretek bi serê xwe ye.

Di vir de divê Kurd hişyar û baldar bin. Belkî gellek ji me ji PKK û helwesta wê hez nekin û tasfîyekirina PKK kêfa gellekan ji me bîne. Lê di qadek bêalternatîf de tasfîyekirin û têkbirina PKK wê çiqas kar û xisarê bide Kurdan divê meriv baş bifikire. Rast e, îrada HDP/ KCK û hetta qedera pêşeroja Kurdên bakur jî îro di destê Îmralîyê de ye û ew jî li gora xwe hespê xwe dibezîne, geh sar dike geh germ dike. Alternatîfa mezin ew e ku PKK rojek berî rojekê xwe demoqratîze bike û bi helwestek Kurdistanî tev bigere. Naxwe mesele çiye? Ger partî û rêxistinên go xwe bi ’’Kurdistanî’’ bûnê bi nav dikin alternatîfa PKKê bixulqînin, wê têkçûn û tasfîyekirina PKK ne xisaret be; an na, wê ji Kurdan re xisar be û hem jî xisaret mezin be. Em jê hez bikin hez nekin, em siyaseta PKK biecibînin yan neecibînin, em bixwazin nexwazin, hêz û bandora PKK înkar nabe. Hûn dixwazin em heta sibê ji Ocalan re „Kemalîst“ bêjin, dixwazin „Ergenekoncî“ bêjin, dixwazin „zilamê MÎTê“ bêjin, qet ferq nake. Çunkî hêz ew in, xwedîyê gotinê ew in û yê li meydanê jî dîsa ew in. Ji wê bonê jî qet ne balkêş e ku, piştî hevqas tahrîbat û bidûr ketina PKKê ji tevgera Kurdî jî, Partî û rexistinên Kurda bi PKKê re protokol îmze dikin, li tifaq û hevkariya pê re digerin, bela dixwazin ji hêza PKK îstîfade bikin û qet behsa rêkeftinên MÎT û PKKê di tahrîp kirina destkeftinên Kurdan nekin. Xuyaye ev jî zêdebûna ser kezebê ye.
Axir, mijara me ne li ser protoqolên ku bi PKK re hatin çêkirin, li ser rewşa kar û xisarê ya Kurdê bakûr e. Di dawiya nivîsa xwe de dixwazim bêjim ku armanca dewleta Tirk ji çareserkirina pirsa Kurd wêdetir, di navê PKK ê de tasfîyekirina destkeftinên Kurda ye û bawerim evê jî halîhazir ne li kara Kurda be.

Nûrî Çelîk

You may also like