nuri bild 484 Digo yek hebû û jî yek tinebû, ti kes ji serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan mestir tinebû. Li gor saloxa di kongreya AKPê de Davudoglu di temamê axiftinên xweyî li ser avêtina gavên demokratîk de ewqasî germ bûbû ku te digo qey wê sibê mafê Kurdan bide wan û mesele hel bibe. Lê ji berê de bav û kalên me dibêjin:“Nanê Tirkan li ser kaba wan e“. Ango, nankor in û bext bi wan re tune.
Berê demekê avêtina hinek gavên demokratîk û çend gotinên xweş yên li ser çareserîya pirsa Kurd, rojeva Tirkiyê kiribû şorbe û hejandibû. Tew partîyên nijadperest porê xwe hildiçikandin, li sînga xwe dixistin û digotin:“Hewareee… Tirkiye ji dest çû, Kurdistan ava bû“. Lê nizanîbûn ku AKP jî ji wan ne kêmtir e û mejî her eynî mejî ye, gennî ye, ne tenê netewperest e, herwiha bazirganê olî ye û ev yek nayê guhertin jî. Tew ji xwe bi qasî misqalekî zire jî îman bi demokrasiyê nanîne û wê neyînin jî. Bela di fitriyata Îslamê de demokrasî tûne ye. Tew ji xwe go mirov Tirk-Îslamçî be, dev ji demokratbûnê berdin, mafê insanbûnê jî nadin ti qewmê din.
Werhasil, roja şemiyê di kongreya AKPê de, pankarteke qerase de wiha nivîsandibû:“ yek dewlet, yek millet, yek al û yek welat’’ wek mîrkut xwe li nav serê xwelî li serê hiskerê Kurd yê din nav AKPê de dixist.
AKPê bi lêxistina vî mîrkutî, dest bi gotina çîrokên axirzemana kir, da dû şopa xwe ya eslî û got: “Bila kesek xwe nexapîne û ji kêfa re nefire ezmana. Wek me hertim gotiye, emê vê pêvajoyê bi hizra yek millet, yek al, yek dewlet û yek welat bidomînin. Emê tucarî rê nedin ku dewleta me ya unîter hilweşe“ Yanî, Receb efendî fermana xwe ya kevn nujen kir û weselam.
Ya herî ecêb ne ewe go AKP li xwe mikur tê; ya eceb ewe go ti xwelî li serê Kurd ê di nav AKPê de go na pirse: Ma ne doh bû go we digot:’’ pirsa Kurd pirsa me ye’’ Û hesabê gotinên doh jê bikî û bibê jî: Hem tuyê behsa hebûna pirsgirêka Kurd bikî, hem tuyê bixwazî hinek gavên qaşo demokratîk bavêjî û hem jî tuyê behsa çîroka „yek millet“ bikî.’’ Ka yanî qaşo hun demokrat bûn, Recep mêrê bi 10o mêrî bû, zavayê Sêrtîyan bû, ma demokratbûna we ev bû ?
Axir, xuyaye avêtina hinek gavên demokratîk û qaşo çareserîya pirsa Kurd tenê çîroka xapandina Kurda ye. Erê wê bihêlin Kurd bi Kurdî biaxivin (ji xwe berî 1980î jî her Kurdî bi Kurdî diaxavtin) û çend hestîyan bavêjin ber me, lê hûnê bêjin wê hinek gavan bikin qanûn, xeyal e. Heta nijatperestên devbixwîn bazirganên Olê mîrên hikûmet û dewletê bin, wê kumê Xelo li serê Celo be û kumê Celo jî li serê Xelo be. Ez jî di dawiya nivîsa xwe de di xwezim ji we xwelî li sere nav AKPê re bêjim: Şiyar be xwelî li ser…
Nûrî Çelîk

You may also like