Dr. Azad Elî

azadeliDîsa serxwebûna Kurdistanê li van çend rojên dawî bi germî hat rojevê, wek ku di van çend salên dawî de, gengeşe li ser serxwebûnê gihişt lûtkeyê.

Serxwebûna Kurdistanê li ku ma?! Di çi qonaxê de ye? Bi taybetî piştî bûyerên “Bihara Erebî” û encamên wê, di pêşiya wan encaman de şikestin û vekişandina desthilata hikûmeta Sûrî ji deverên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Piştî ku DAIŞê hin dever û herêmên Iraqê dagîr kir û desthilata Bexdayê ji Herêma Kurdistana Iraqê dûr ket, gellek deng bilind bûn ji aliyê dost û neyarên kurdan ve, peyva Serxwebûna Kurdistanê pirr dihat bihîstin û nivîsandin.

Ji aliyê hêzên Kurdistanî ve jî rewş dihat xwendin û nirxandin, hin partî û kesayetiyan digotin ku ew derfet û dema guncaw ji serxwebûn û dewletbûnê re hat, hinek aliyan jî didîtin ku Rojava û Başûrê Kurdistanê dikarin di vî warî de û bi awayekî defakto gavên baş di pratîkê de biavêjin.

Helwesta xurt û dengê herî bilind ji aliyê birêz Mesud Barzanî ve hat. Barzanî bi fermî wek Serokê Herêma Kurdistanê havîna 2014 ji Parlemana Kurdistanê xwest qanûnekê amade bike ji bo referandom bê kirin, da li ser mijara serxwebûn û siberoja Herêma Kurdistana Iraqê biryar ya gel be. Fransa bi fermî piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê nîşan da.

Çend hefte li ser wê helwesta zelal re derbas bûn, lê mixabin rewş şêlû bû, êrîş ji hemî aliyan ve hatin ser Herêma Kurdistanê bi giştî û ser PDK û Serokê Herêmê Mesud Barzanî bi taybetî, wek ku serxwebûn tenê projeya PDK û serkirdayetiya wê be! Ew êrîş berdewam dibûn ta ku DAIŞ derbasî deştên nêzîkî Hewlêrê bû û ber bi peytextê ve diçû . Hîn ew hişke êrîşên siyasî û serbazî berdewam in, hinekî sist bûne lê nerawestane.

Ev du sal in guvaşên siyasî û aborî bi dijwarî li ser Herêma Kurdistanê berdewam dibin, ta ku ev çendeke pêjina li hevhatinekî tê, nemaze piştî seredana serokwezîrê Îraqê Ebadî ji Hewlêrê re. Dîsa di van çend hefteyên dawî de û di ber serdanên Ebadî re, cîgirê serokê Amerîka Joe Biden gotarek li zankoyeke Amerîkî xwend, tê de diyar kir: Kurdan vê gavê dest ji armanca serxwebûnê berdaye… Çima ev sernav û gotar? Kê ew maf daye wî bi navê gelê Kurdistanê biaxive?! Gelo ew lêdwan û gotar ji bo rêdûzkirinê bû li pêşiya Ebadî û lihevhatina Îraqiyan birêve here? Yan ew nêrînek nû bû!? Tim çapemeniya Erebî Biden wek kesekî perçekerê Îraqê dida xuyakirin, aya ew ji helwestên xwe yên berê dixwaze xwe bişo?!

Lê birayara Kongrês ya ku vê hefteya borî da, di warê biçekkirina Pêşmergan û erebên Sunnî de, ne nîşanê parastina yekbûna Iraqê ye û nêrîna (Komariyan) sebaret siberoja Iraq û Kurdistanê zelal dike. Diyar e ne bi tenê Biden rêbaza Komariyan dideyne û diparêze.

Ya herî girîng ew e ku encamên serdana Serok Barzanî bo Amerîka baş bûn, ta ku Serok ji Rûdawê re got: Ew pirrtir û bilindtir bû ji hêviya me. Vê serdanê destpêka qonaxek nû damezrand û dibe rewşek siyasî ya nû peyda bike, ji ber ev cara yekê ye Ala Kurdistanê bi fermî li ser balexana Wezareta Derve ya Amerîka bilind dibe, û Amerîka nema ji pey wî karê sembolîk ê diplomasî divegere?

Piştî serdanê gellek pirs tên kirin, bi taybetî ka Amerîka bi serxwebûnê re ye yan na? Ka çi soz dan şanda Herêma Kurdistanê? Bersiv çi bin jî, doza serxwebûna Kurdistanê kêşe û daxwaza gelê kurd e, ew armanc û hêvî ya sedê salan e, ne sernav û xalên ragihandin û rikeberiya navdewletî ye, ne jî mijara dijberiya partiyên Kurdistanî ye. Ew hêvî û daxwaziya pirraniya neteweya Kurd e, kêşeya hundirê Kurdistanê ya serekî ye. Sala 1920 bingehê yasayî ji serxwebûna Kurdistanê, li peymana Severê hatiye danîn, bi xwîna milyonên şehîd û birîndaran hatiye avdan û geşkirin, serxwebûn daxwaza pirraniya rêxistin û rewşenbîrên kurd e, ji ber vê yekê û gellek egerên din wê bimîne armanc, dê wek ajenda, proje û plana herdem bimîne.

Lê pirsyarek din tê bîra mirov, çima Amerîka berevaniya yekîtiya xaka Îraqê dike, çira ji serxwebûna Kurdistanê ditirse?

Berî niha Amerîka çi dixwest? Li pileya yekê nedixwest Tirkiyê bixeyidîne, îro diyar e hin projeyên wê bi Tahranê re jî hene, lê ew proje çi ne? Û kîjan alî di dewleta Amerîkayê de li pey in?

Amerîka wek dewlet û desthilat gerek e mirov bizane ji gellek dezgeh, rîs û beşan pêk tê, ji rêvebirya jorîn wek serok Obama û Demokratên li dora wî, Kongrês yên komarî ne (Republican Party) bi pirraniya xwe li dijî siyaseta Obama, (C.I.A) û Pentagon, li pişt perdê, kompaniyên çekfiroş, sermayedar û navendên lêkolînê hene, ew beş hemî li ser kêşa Kurdî ne yek alî û nêrîn in, û piştî sal û nîvek din eger Komarî hatin ser desthilatê dê nêrîn û helwest li gorî xwendina wan li siberoja Kurdistanê û deverê be, dibe baştir û erênîtir be.

Çi be ew nêrîn û kî bibin desthilatdar, Obama çi ji Barzanî re gotibe, encamê serdana wî ya dawî yê çawa be, projeya serxwebûna Kurdistanê gellekî li pêş dikeve û pêdivî ye hêzên Kurdistanî yên dilsoz ji pey wê armanca pîroz nevegerin, ji ber ku:

1-Pûçbûn û têkçûna herdu desthilatên Şam û Bexda berdewam dibe û herdu dewlet dê lawaztir bibin.

2-Bi dehan dewlet û hêzên siyasî li dinyayê eşkere piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin, wek Mecaristan li dawiyê û bandora wan hemûyan ne kêmî ya Amerîka ye.

3-Li ti dewr û zemanan rewşek welê guncaw û lihevhatî bi ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê de nehatiye, ti alî pirrtir ji van helwest û alîkariyan nema didin, da ku bingehê serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê bê danîn.

Serxwebûna Kurdistanê ne misoger e û biryar ne di berîka serok Barzanî de ye, ne jî tenê ajendaya partiya wî ye, ya herî rast û girîng ew e ku hemû hêzên Kurdistanî û parlemana Kurdistanê bi berpirsyariyek mezin li projeya serxwebûnê binêrin, jê re xebatek dijwar bikin, mercên serkeftinê amade bikin, derfet hatiye, bila kes xwe sist neke, xwe nexapîne, eger serxwebûn û dewletbûn nebe, ne xweşî ne jî demokrasî û serfiraziya gel cîbicî dibe.

Rûdaw