holan u serok
Piştînîvroya îro Serokomarê Fransayê gihîşt Hewlêrê û li balefirgehê ji hêla Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Barzanî û Hollande piştrê hevdîtinek pêkanîn û piştî civînê François Hollande Serokomarê Frensayê û Serok Barzanî civîneke hevpar a çapemenî lidar xistin. Her du aliyan jî girîngiya şerê hemberî DAIŞê anîn ziman.

Di civîna çapemenî de destpêkê Barzanî axivî û got, “Hevkariya Frensayê bandoreke baş li gelê Kurdistanê û pêşmerge kir. Her wiha alîkariya serbazî di têkşikandina DAIŞê de roleke girîng leyîst.”

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê got, “Em şerê hemberî van terorîstan girîng dibînin. Ji bo gelên koçber ku ji DAIŞê reviyana vegerin cihê xwe, divê em vê rêxistinê têk bibin.”

Barzanî got: bi hevkariya Frensa û welatên dîtir hêz guhertiye û destnîşan kir ku, Pêşmerge roj bi roj serdikeve û bawerî ev e ku, bi helwesta hemû aliyan dê rewş bigihîje serkeftinê.”

Piştre Serokomarê Frensayê François Hollande axivî û got: hevkariya Fransayê bo koçberan dê bidome.

Her wiha Hollande got: “Ger hin malbat bixwazin werin Frensayê em bo wan hêsankarî dikin lê ya girîng divê koçber bikaribin ser xaka xwe bijîn.”

Her wiha Hollande wiha dom kir, “Pêşmerge dikare sûd li hevkariya me werbigre û emê hevkariya serbazî bo Herêma Kurdistanê zêdetir bikin.”

Rûdaw

You may also like