serok 1Li paytexta Brîtanya Londonê kongreyek ji alîyê dewletên hêzên hevpeyman hat lidarxistin. Çi mixabine ku Kurd ji bo beşdarîya kongreyê nehatin vexwendin. Şerê li dijî rêxistina terorîst DAÎŞê li ser pişta Kurdan û pêşmergeyên qehreman pêş dikeve û biserdikeve. Lê çi hîkmet be, Kurd nayên vexwendin û li ser navê temamê Iraqê tenê Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî beşdarî kongreyê dibe.

Di rastiya xwe de yên ku li dijî terorîstên DAÎŞê şer dike Kurd in, pêşmerge ne, li rojevayê Kurdistanê şervanê YGP û pêşmerge ne, lê li ser navê Kurdan kesek nayê vexwendin û Heyder Ebadî li ser navê temamê İraqê û Kurdan jî beşdarî kongreyê dibe.
Di vê derbarê de Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nerazîbûna xwe anî ser zimên, û helwesta dewletên hevpeyman ne wek helwestek realîst binav kir û Heyder Ebadî û helwesta welatên hevpeyman bi tundî rexne kir. Serok Barzanî di derbarê kongreyê de daxuyanîyek belav kir û neheqanetiya dewletên hevpêman eşkere kir.

Ev jî daxuyaniya serok Barzanî ya di derheqê dewletên hevpeyman û Heyder Ebadî de.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan…
Kongreya London ku taybete bi wan welatên li gel rêxistina terorîstiya Da”îş re li şer dane, li demek da tê sazkirin ku Kurdistan li şerekî raste rast û tund daye beranber terorîstên Da”îş û rojane bi xwîna geşa Pêşmergeyên qehreman, şikestên mezin tûşî terorîstên Da”îş dike.
Piştî êrîşa terorîstên Da”îş, Pêşmerge bi xwîna xwe sedan hezar koçber û pêkhatên neteweyî û oliyan parastiye û çendîn navçeyên berfireh bi bêyî li berçavgirtina pêkhatên runiştvanên van navçeyan ji destê terorîstan rizgar kiriye.
Me çaverêya ewe dikir hemû aliyek rêz li qurbanîdana gelê Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge bigrin û piştî beşdarbûna nûnerên Kurdistanê li vê kongreyê û kongreyên wekî van bikin. Tu gumanek li wir da tûne ku niha bandortirîn û karîgertirîn hêz ku bi awayeke raste rast û kirdarî rûbirûyê terorîzma cîhanê bûye hêza Pêşmergeyên Kurdistane.
Li vir da nerazîbûna xwe û xelkê Kurdistanê pêşkêşî rêkxerên vê kongreyê dikin û cihê dilgiraniya meye ku şehîdbûn û qurbanîdan beşa xelkê Kurdistanê bê û î”tîbara wê jî ji bo xelkekî din bê hejmartin. Xelkê Kurdistanê hêjayî eweye ku runiştvanên navdewletiyên bi vî awayî de nûnerê xwe hebê ku guzarişt li rastî û bîr û nêrînên gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman bike. Giraniya vê rewşê li ser milê gelê Kurdistane û tu kes û aliyek nikarê nûnerayetiya xelkê Kurdistanê bike û dengê rastiya xelkê Kurdistanê li kor û kombûnên navdewletî de bigihîne.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

You may also like