Selahedîn Çelîk

Li Sûriyê tenê Kurd him ji aliyê DYAyê him jî ji aliyê Rûsyayê ve tên qebûlkirin. Mîsyonên leşkerî yên herdu dewletan bi awayekê pêşbirkiyê ji Rovavayê datînin. “Evîna wan a kurd”, jidil e, an Kurd tenê “milîsên bikaranîn û avêtinê” ne? Dibe bersiv zehmet be, lê hişyarî baş rûdinê.

Bi sedemê “hevpariya li dijî DAIŞê”, DYA rê li ber gazindên Tirkiyê digre. Lê ji bo xatirê wê, hê jî nahêle Kurd korîdora DAIŞ û Tirkiyê bibirin.

Bûyer weke şanoyeke kenawerî ye û hewqas jî şermî ye. Ji ber ku Tirkiye di koalîsyona li dijî DAIŞê de cih digre ji bo ku rê li ber cîraniya kurdên Rojavayê bigre, DAIŞê diparêzê. Bi rastî birîna wê korîdorê, wê derba mirinê li DAIŞê bide.

NEYARTIYA BÊSÎNOR A TIRKIYÊ

Tirkiye eşkere DAIŞê ji Kurdan çêtir dibîne. Navê PKK, PYD an YPGê nabe mehne. Di cihê wan de ENKS be jî, wê helwesta Tirkiyê yekbe. Tirkiye li başûrê xwe herêmeke kurd, şikl û rengê wê çi be jî, li ser polîtîkaya înkarkirina kurdan weke derbeke mirinê dibîne.

Ciyê ragihandina bîranîneke serokê ENKSê yê vêga ye: Di destpêka şerê Sûriyê de, ji Artêşa Azad a Sûriyê daxwaza çekan dike. Bersiv: “Têra xwe çekên me hene. Lê bêyî sîxuriya Tirkiyê, em nikarin fişekekî jî bidin.” Ma êdî pêdivî bi gotinên zêde heye?

GIRÎNGIYA RÛSYAYÊ

Di derbara Kurdan de polîtîkaya Rûsyayê ya xêrnexwaz, bi her boneyê binxêz dikim. Ji wêkê hişyarî!

Derdê Rûsyayê parastina desthilata Şamê û herêmên wê ne. Ew desthilat, ji Elewî û derdorên sunnîyên sekuler pêk tê. Êdî li ser hemû xaka Sûriyê serweriya Şamê, ne qabil e. Lê sîstemeke federal pêkan e. Bi vê nêrînê, Rûsya di keft û lefta berfirehkirina herêma xwe de ye. Naxwaza deverên nêzî sînorê Tirkiyê bikeve destê dijberan û herwiha Tirkiyê.

Çima herêma xwe û ya kurdan bi hev re girê nede? An çima hin karên xwe bi Kurdan nede kirin? Ma li rojavayê Firatê piştgirîdayînaYPGê, ne ji ber wî sedemî ye?

Rûsya û DYA, bi yekdevî tevdigerin? Dibe. Lê em dikarin bi yeqînî vê bêjin: Ew di nav pêşbirkê de bin jî, naxwazin ji bo Sûriyê dilê hevûdin bihêlin.

Qurf û tirseke Tirkiyê, ji wê ye. Ew jî, di dûv “para” xwe de ye. Lê di tengasiyê de ye. Jê nayê. Dîranê wê, ji Rûsyayê nagre. Tevî NATOyê jî, hemû elametên we hene, ku rakeşiya Rûsya û Tirkiyê kûrtir bibe.

CENÊV3, TRÊNA XWEDÎ GIRÎNGIYA JIYANÎ YE?

Rojeva partiyên Konferansê, ne diyar e. Agirbest û ji bo gotûbêjan damezandina pêvajoyeke aştiyê li pêş be jî, partî bi rojeva nehênî tevdigerin. Heke ew bingeh bê avakirin, wê hingê dosye ji veşartokên xwe derkevin. Wê têra xwe gotina “yekîtiya Sûriyê” biemilînin, lê hemû jî baş zanin ku ew êdî bûyereke raborî ye.

Neteweperestiya ereb, dibe bibe hestê hevpar a herdu aliyan? Ev zehmet e, heya ku ne qabil e. Ji ber ku di nav Ereban de nasnameyên rêolî û şiklê sîstema jiyanê, derdikevin pêş. Nasnameyên nîjadî, bîrûbaweriya olî û çandên neereb jî, êdî statukoya berê qet
qebûl nekin.

Demokrasî dibe çareserî? Erê, demokrasî sîstema herî baş e. Lê partiyên şer, wateyên cuda lê dikin. Ji bo wan, demokrasî tenê hilbijartin in. Û bi hilbijartinan, wê sekuler û kêmahiyên nîjadî, ol û çandên neereb, winda bikin. Di bûyera me de, demokrasî dibe neyarê demokrasiyê. Salên dawî, me li herêmê gellek mînakên wê yên biêş dîtine.

ÇIMA PYDÊ CIYÊ XWE NEDÎT?

Bêguman ji ber astengiya Tirkiyê. Partiyên Konferansê hemû, bi piştgiriya “xal û mam”an li wir in. Mixabin xal û mamê Kurdan tinene û ev jî, mirov ditirsîne.

DYA, daku dilê Tirkiyê nemîne, rêya Konferansê li ber Kurdan girt, tevî ku Kurd ji hemû komên Sûriyê zêdetir nêzî nirxên civaka sivîl in jî. Helwesta DYAyê xetereyeke mezin e, ji ber ku dikare wê bi hêsanî dubare bike.

Helwesta Rûsyayê jî, nêzî we ye. Lê gelo sedemê Rûsyayê ev e: “Jixwe şandeya Şamê, berpirsiyariya Kurdan jî dike”!

Erê ji îro vê xwendina pêşeroja Konferansê, zehmet e. Lê heke bingeha hevdîtinan ciyê xwe bigre, wê partiyên beşdar “destûrmendiya fermî” bi dest bixin. Hingê wê ti kes, pirsa
“rewatiyê” nîqaş neke. Ev, ji bo Kurdan talûkeyeke din e.

Dibe ku sedemekî rêlibergirtina PYDê, tirsa ji diyardeya tevgera Kurdistana Rojavayê tê. Ji ber ku, bi ast û taybetmendiya xwe ya îro, li Suriyê bûyera kurd rastiyeke nû ye. Dibe ku ne tenê Şam û dijberên wê yên ereb, lê dewletên herêmê û dewletên ji wan mezintir jî, ne amadeyê wê diyardeyê ne. Weke ku nizanibin wê deynin kuderê. Ma dijwariya pirsa kurd, jixwe ne ev e? Di ciyê zehmetiya çareserkirina wê de, weke her tim, qurbanîkirina wê ma ne hêsantir e?

ENKS DIKARE WÊNE BIGUHERÎNE?

Bêguman ne. Lê ev gotina “ne”, nayê wateya biçûkdîtina rola wan û di nav koma dijberan de şermezarkirina cihgirtiAna wan. Ji ber ku ew rê li ber PYDê nagrin. Jixwe partiyên ENKSê, xwedî hişmendî, bername û berpirsiyariya netewî ne. Lê dîsa jî bi vê hişyariyê: Ji dera ku tiliya Tirkiyê (û Îranê) têde heye, nan ji Kurdan re tineye.

PYD û ENKS dikarin, bi hişyariyên jorê, bi rojeveke hevûdin temamkirinê tevbigerin. Ev, pêkan e. Lê her derengî, wê erkê zehmettir dike.

Rûdaw

You may also like