Berpirsê giştî yê ragehandina PDK ê berê Sero Qadir, di gotarek xwe de ku di civînekê de pêşkêşî hêza pêşmerge kiriye, li ser pirsa serxwebûn û erkên cîbicîkirina piroseya wê disekine.
sero_qadir

Ravekirina baweriyan û rêbaza Barzanî

Sero di gotara xwe de dibêje: ”Niha piroseya serxwebûnê dest pê kiriye. Em jî wek milletê Kurd pêwist e asta hişyariya xwe bilind bikin. Çunkî pirsa ragihandina serxwebûnê, evê di çi wext, dem, çawa, sinorê wê û bi çi şêweyî bê pêkanîn? Êdî ev karê serokê welat e”.

Sero dibêje: ”Di sedsaliya bûrî de bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê di tekoşîna xwe de bawerî û ideolojiyên cuda cuda ceribandine. Partî û serkirdeyên cuda cuda jî dirust bûne, bi hevre di nav hevrikiyek tund de bûne. Pirisgirêka navxwe ya milletê me vedigere bo hebûna nêrîngeh û ideolojiyên cuda. Nakokî û şerê navxwe yê 50 salên bûrî, ne armanca milletê me bûye, belkî vedigere bo hizir û baweriyên cuda”. Sero Qadir, amaje bo vê jî kir ku piştî sed salan û hevrikiyên weqasî giran, ji bo tevaya milletê Kurd li her çar parçeyan eşkere bû ku tenê ewê bi raman û rêbaza Barzanî bikare bigihê armancên xwe.

Qadir, li ser wê disekine ku dunya îro li dor hizir û baweriyên hevbeş bi hawara Kurdan ve hatiye, herwesa hebûna baweriyên hevbeş garantiyek mezin daye ku dijminên hawîrdorên me nikarin êrişî Kurdan bikin.

Derbarê firehrehendî (berfirehî) û nebûna bingeha ”kîn”ê li cem bizava wan, Sero dibêje: ”Li cem serok Barzanî derencamek dîrokî ya realistî tê dîtin. Ev jî ev e; tiştik bi navê kînê li cem wî tuneye, herwesa li cem wî tu bîr û baweriyek wesa nîne ku neyên ravekirin, daku li ser wê dilniya bin sibehê ewê bi kêrî milletê me bê”.

Qadir vê pirsê wesa şirove dike ku ”dema bingehê bîr û baweriyekê tenê çok danîn, parastin û fedakarî be, bêyî ku tu bikarî wateya wê rave bikî, di dawiye de ev bîr ûbawerî ewê bigihê xala xetimînê. Serencam ewê millet jî bixe nav krîzê. Weke mînak, niha ev partî û arastegehên ku li Kurdistanê li dijî rêbaza Barzanî disekinin, piraniya wan gotûbêj û argumanên wan bi tûre bûnin. Seba vala derxisitina êriş û tûrebûnên serkirdeyên wan ên li hember Barzanî, ev rêbaza niha em behis dikin bixwe ye, ku di naveroka rêbaza Barzanî de heye. Ev jî tercumekirina bingehê vê rêbazê ji bo yekgirtina millet û parastina welat e. Herwesa ji bo amadekerina nexşeyek wesaye ku sibehê bibe egera geşekirina aborî û civakî ya milletê me. Ne tenê em mijûlî hevrikiyên siyasî bin, belkî pêwist e em di pêşerojek nêzîk de bibin dewlet. Ev dewlet jî bi avakirina aboriyek xurt ku karibe beşdarî pêşveçûnên Rojhilata Navîn bibe, herwesa beşdariyek mezin di reforma çandî ya Rojhilata Navîn de bike”.

Nêrîna Qadir eve ku ”çanda Rojhilata Navî bûye bela serê hemû dunyayê” û dibêje: ”Ev çand, rewşenbîriyek wesa ye ku li ser bingehê hişk û bêwateyan rûdinê, ku nayê rave kirin û nayê guhertin heya bibe amûrêk jiyanê”.

Sero Qadir di dirêjiya axaftina xwe de di debarê derencamên wê çandê de dibêje: ”Hovtirîn derencamên vê çandê bizava DAİŞ e, ku bi qehremantiya we (pêşmerge) hatiye sekinandin û ketiye warê şikestinê. DAİŞ ewê bi destê we û serokê we, ku Barzanî ye, bi dawî bibe. DAİŞ û hemû medreseyên tundrew ku berhemên çanda Şerqî ya Îslamî ye, li ser wate û aliyên tundrew ên wê çandê pêk hatiye. Ev jî li ser wan prensîpên hişk rabûye ku wateya wan ji bo jiyanê tune ye”.

Bizava îrfanî ya Barzan

Di derheqê pêşveçûna rêbaza Barzanî de jî Sero Qadir got: “Rêbaza Barzanî ev e, ku beriya sedsalan li vir, li vê deverê, bizavekê dest pê kir. Li ser çawaniya hêsankirina jiyana millet difikirî, fikirîna wê ev bû; hemû ev bîr û baweriyên ku xwediyê dîrokek xwe ne jî, pêwist e angorî tixûbên rewşa milletê me ya wê demê bên destkarîkirin, ku milletê me bikare jiyana xwe bi hêsanî bimeşîne. Li vir ev zemîneya civakî hebû, ji ber vê penaya xwe ji vê ramana realistî re bir. Hewil da çanda vir biguhere û destkarî bike, ev jî li ser bingehek wesa ku angorî çand û astê têgihiştina milletê me be ku di wê demê de bikare bê xwendin û fêmkirin. Evê rêbazê li Tekiya Barzan serî hilda û dest bi guhertinên civakî, Îrfanî (mistizm) û bawermendiyê kir, xwe tevger kir û bû rêkxistinek civakî. Ew jî xwedî dîrokek xwe ye, divê kar li ser bê kirin. Di rastiyê de ev kar gellekî direng ketiye”.

Di warê berdewamiya vê rêbazê de Sero wesa dibêje: ”Niha tenê di encama tekoşîna siyasî û perwerdeya siyasî de ev rêbaz di pêşveçûnê de ye. Di demekê de ku aliyê wê yê perwerdeyî, bawermendî û reformê ji aliyê wê yê siyasî ne kêmtir e, di pêşerojê de jî ewê hîn bêhtir bi kêrî milletê me bê. Naveroka rêbaza Barzanî û baweriya çaksaziya bizava Barzanî, ji miyaneroyî (erênî) û parastina jiyanê pêk tê, dûvre jî parastina hemû pêkhateyan û parastina jîngehê ye”.

Sero Qadir da xuyakirin ku sedsalên berê ”ev bizava reformxwazî li vê deverê (devera Barzan) dest pê kiriye û got: ”Rast e, zêde pêşda neçû ye, li cografiyek biçuk çeqî (teqinî) maye, lê di hundurê wê de şiyanek mezin heye ku her guhertinek di jiyana milletên cîhanê de rûbide, ku bi kêrî milletê me bê. Ev wan guhertinan rave dike. Wek nimûne yek ji wan destpêkirina bizava nîştimaniya neteweyî ya Rojhilat ê (Kurdistanê) bû. Evê bizavê (rêbaza Barzanî) gellekî bi hêsanî ev prensîp wergirt û rave kir, jê re bingehek ava kir û rêbratiya vê jî kir. Di rastî de rêbaza Barzanî berhema bizava Îrfanî ya Barzan e. Kurdayetî aliyê wê yê siyasî ye. Niha wextê wê ye ku ev aliye (îrfanî) ji milletê Kurd re bê deşîfrekirin da ku tevahiya milletê me têkeve hundurê guhertinên nû”.

Nirxên hevbeş û dadperwerî

Li aliyekî din, Sero li ser nirxên hevbeş sekinî, ku îro ev nirxên hevbeş bûne xalên bingehîn ên gerdûnî. Evê jî dixe rû ku hêzên hevpeymanan gellek caran dubare dikin ku berjewendiyên wan li vî cihî ne, ew cihên ku nirxên wan yên hevbeş lê hebin. Seba vê jî dibêje: ”Cenabê Serok gellekî caran bi balkêşî ve wê yekê tekez dike, li vir Barzanî jî piştrast dike, ku em jî bi vî arasteyî nirxên xwe diyar bikin, ku berjwendiyên me ligel yên hevpeymanan hevbeş bin”. Bi vê girêdayî Sero helwesta li ser rewşa beriya niha, nexasme girifta jinan dike û dibêje: ”Beriya 15 salan girifta jinan li welatê me pirisgirêkek mezin bû, rengvedana wê li ser cîhana derve jî hebû. Riya çareseriya wê jî tenê partî dahemberî xwe, di nav partî de jî bêguman divê vegerin bo jêderê reformxwaziya rêbaza Barzanî, heya em bikarin angorî şêvaz û çanda xwe li ser pirsa jinan fêm bikin. Herwesa ji salên 2003 heya 2014an, dema pêkhateyên (ayînî û etnîkî) ketin ber êrişan, gelo kîjan part, rewşenbîr û siyasetvanê Kurdistanê behsa parastina wan pêkateyan kir? Ji derveyî serok Barzanî. Ev çende, nîşan dide ku serok Barzanî helgirê wan nirxa ye ku di dema tengasiyan de tên bîra wî, jê re bernaman çêdike û dike bernama karên siyasî. Rêbaza Barzanî, rêbaza Kurdayetiyê ye. Di rastiyê de serçavê rave kirina wê rêbazê vedigere bo Kurdayetiya resen, ku gellekî bi hêsanî rave kirina vemana milletê Kurd û pêkhateyên din dike. Dema wê jî rave dike, bêyî canê tundroyî, bêyî ku bêbeşkirin û mezlûmiyeta milletê me bibe hincet da ku Kurd ruhê şovenîzm û bertekiyê li hemberî millet û pêkhateyên din pêk bîne. Helbet qonaxên dîroka pir karesatan li derdorên me xuyane. Ereb, Turk û Faris an beriya her tiştî pêkhateyên navxwe tune kirin”.

Berpirsê berê yê ragehandina PDK ê tekez li ser axavtinek ”Barzanî yê nemir” kir, ku tê de behsa ruhê bihevre jiyanê kiriye, û got: ”Wêne video’yek Barzanî yê nemir heye, vedigere bo salên 1962 heya 1963’n. Barzanî yê nemir dibêje; “em milletek in ku ji tevaya milletên derdorên xwe hez dikin, em tenê dixwazin hebûna me berdewam be. Ji aliyê kêm ve em xwazyarin rêbidin ku em xwe birêve bibin”. Gellek ji çalakvanên siyasiyên vê rojgarê li dijî nêrînên serok Barzanî nin. Evê wêne video’yê bikar tînin û dibêjin; “xêre hûn niha behsa serxwebûnê dikin”! Barzanî di salên 62an heya 63 an sed saliya bûrî behsa tiştekî wesa nake ku mebesta wan kesane ye”.

Sero Qadir amaje bi vê dike ku gava çalakvanê siyasî dîroka milletê xwe bi dirustî nezan e, evê belgehên şaş pêşdixe.

Sero Qadir xuya kir ku “beşek din a bingeha rêbaza Barzanî dadperweriya civakî ye, ku ev tişt di bizava Barzan de bingehek serekî bû ye. Ji ber vê serkirdên siyasî yên vê rêbazê, her ji Barzanî yê nemir bigre heya ewên din, her bizavek dadperweriyê li Îraqê yan jî li Rojhita Navîn hebe, gellek bi hêsanî guhdariya wan bizava kirine û bûye dostên wan”.

Sero Qadir, di dirêjiyê de got: “Li sala 1993an, di kongireya 11 mîn a PDK ê de, li Hola Zerd, programa PDK bi piranî hat guhertin. Di rojên dawî yên kongirê de serok Barzanî rabû û got “yek du axavtinên min jî hene, her tiştê we kir bo we kir û ne xem e, lê çima bendekê nanivîsin ku guzariştê (ifade) li dadperweriya civakî bike”?

Şikandina bingehên dogmatîzmê

Li ser nebûna dogmatizmê ya di “rêbaza Barzanî” de, Qadir dibêje: “Bingehek din di rêbaza Barzanî de şikandina binemayên dogmatîk ên ku dibin kosp û di jiyana milletê me de xwedî dîrok in. Werwesa ev bingehane rojane astengan diafirînin, li pêşveçûna millet, aborî, civakî, rewşenbîrî, prewerde û karê siyasî dibin êş û hokarê rêgiriyê. Şikênandina baweriyên dogmatîk nayê wateya vê ku em li dijî ayînên welatê xwe ne. Belkî eve yek ji sirrên rêbaza Barzanî ye ku herdem çav li ser vê bûye, da dewletê û ayîn, bawerdarî û mezheban ji hev cuda bike”.

Sero Qadir, baweriya xwe wesa pêşdixe ku “eger akinciyên welêt li ser bingehê bawerdarî, ayîn, mezheb û etnîk bên dabeşkirin, saziyên baş ên dewletê çênabin, evê bibe egera destpêkirina liva şovenîzmê”. Bi vê babetê ve girêdayî got: “Vê demê, serencam, dîsan emê vegerin nav vê gêjava xerab, ku 100 sal e Rojhilata Navîn têde dijî, niha jî vê sistemê şikestx wariye û îflas kiriye. Di rastiyê de şikandina dogmatizmê, tê wateya şikandina DAİŞ û Ensar El îslam. Divê bîr û baweriya wan jî bê şikandin. Eve nayê wateya şikandina ayînê Îslam û ayînên din, tê xwestin di vî warî de reform bên kirin”.

Nêrîna wî eve ku divê dewlet hebe, saziyên wê yên pêşkeftî hebin. Sero, seba ku welat û aborîyek pêşkeftî jî hebe dibêje: “Bi bawerdariya hişk a civakî û hinek jî ya ayînî, ku kesayetiya hinekan ji me jî ev bawerî pê re heye, (dewlet) birêve naçe. Bi vê çendê, halê me ji halê welatên Kendav û derdoran xweştir nabe, ku her hemû di warê herifînê dene”.

Rêbaza perwerdê û miyaneroyiyê

Sero Qadir, li ser çakiya rêbazê Barzanî disekine û dibêje: “Yek ji fezîleta (erdem) rêbaza Barzanî hînkirin û perwerdekirina millet e, ku ev jî li ser bingeha şikandina baweriyên hişk birêve diçe. Lewma berdewam rêbaza Barzanî li gel sistema miyaneroye, ev sistem jî riyê ji takên civakê re vedike, ku şiyanên xwe derxe holê, tevaya rengên cuda derdikevin û hizir û ramanên cuda dikarin xwe jîndar bikin. Weke tê gotin, “demokrasiya her milletekî taybetmendiyên xwe hene”. Yanî, şêwazek taybetiya wê tuneye ku li ser her milletî bê sepandin (ferzkirin). Demokrasî li ser bingehên dadperweriya civakî ava dibe, herwesa liva sermaye û pêşkeftina aborî jî li ser heman bingehê çêdibe. Dema sermayedar şerxwaz bû malê wî tune dibe, gava sermayedar nema, sermaya civakî jî namîn e. Dema sermaya civakiya milletekî nemîne, nikare xwe birêve bibe. Lewra di vî warî de rêbaza Barzanî ji me re dibe alîkar. Ev jî li ser bingehên dadperweriyê ji me re vebûna civakî ya qenc diafirîne, ku dibe hêza avabûna civakek demokrasiya pêşkeftî”.

Di derheqê ramana Barzanî ya ji perwerdeyê Sero amaje bi vê dike ku binemayek din a rêbaza Barzanî perwerde bixwe ye. Mirov nikare hîn be, eger sistemek wî ji perwerdê re nebe. Werwesa nikare nirx û baweriyên xwe ji nifşê dûv xwe re veguhêze. Ji ber vê di bizava reformkar û çaksazî ya rêbaza Barzan de hînkarî, perwerde û rahênan roleke yekcar giring heye.

Ev jî daxuya ku niha di dunyayê de rola herî mezin a perwerdeyê ye. Seba “millet” û “dewlet an” hîn bikin ewê mekanîzmên çawa ava bikin û bi çi awayî di vê mekanîzm ê de cî bigrin, Sero dibêje: “Ev jî yeke ji pirisgirêkên welatê me. Dema 25 salane heya niha pirsa perwerdeyê zelal nebûye. Her sal di qonaxa dibistana pêşîn de heya digihîje zanîngehê, pertûkên perwerdê tên guhert in. Birastî ev aliyê ku dixwaze li vî warî guhertin hebe, partî ye. Partî jî girêdayî wê rêbazê ye. Anku pêdiviye seba wê yekê rêbaza Barzanî bê şirovekirin, da ku pirinsîpên wê derkevin holê û eşkere bibin çawa çêbûye. Herwesa xwedî dîrokek çawa ye, evê çawa bi kêrî pêşkeftina milletê me bê heya ku têkeve nav sistema perwerdeya hikûmeta me “.

Ew vê giring dibîne ku di demek kin de nifşekî nû bê dirustkirin, ku bikare angorî zanista nû ya gerdûnî tevger bibe. Herwesa bi “zanist, teknolojî û zanista serbazî” bên çekdarkirin. Lewra, wek nimûne behsa Îsraîl dike û dibêje: “Di wî warî de dewleta Îsraîl yegane dewlet e, ku kariye di Rojhilata Navîn de serkeftinê tomar bike. Angorî taybetmendî û baweriya xwe, bi milletekî biçûk, kariye bibe xwedî aboriyek xurt, civakek yekgirtî, yeksan û rewşenbîr. Bi wan destkeftên xwe razîne û li ser tevayî pêşveçûnan jî xwediyê ravekirinên xwe ye, rola xwe diyar dike û dost û dijminên xwe jî destnîşan dike”.

Sero, berdewam dike û dibêje: “Eger di welatê me de, li ser bingehên rêbaza Barzanî perwerdeyek baş hebe, ewê çîn û texên milletê me pir bi başî tev li (jiyana hev) bibin. Gava ez mînakekê ji we re bînim, ji ber ku hûn ên qareman (pêşmerge) bihevre ji bo pêkhateyên vî welatî xwe didin kuştin û parêzgariyê lê dikin. Lêbelê li tu bajar û gundên Kurdistanê tu nikarî girûpek zelam, jin û xortan bihevre bibînî, meger li ser bingehên ayînî be, yan jî li ser bingehên etnîkî be. Wek nimûne; tu li Silêmanî, yan jî li Hewlêrê, li çayxaneyekê nabînî ku çar kes bihevre rûniştî bin, yek ji wan Kiristiyan be û ewên din jî Musilman bin. Yan jî yek ji wan Êzidî be û du ji wan Musilman bin, yek ji wan Kakeyî be û du ji wan Êzidî bin. Niha jî hevaltî û kar li ser bingehên ayîn û etnînî birêve diçe. Lewra hevkarî û karlêkirinên hevbeşên civakî weqasî ne xurt in ku bikare şiyanên milletê me veke heya ku em bikarin di hemû waran de pêşkeftinan biafirînin”.

Girêdayî vê pirsê zêdetir diaxife, got: “Rêbaza Barzanî dikare seba dewleta me ya pêşerojê alîkar be. Li bin ronahiya wê perwerdeyek dirust bê kirin ku li ser bingehên vê xelk bihevre hevkar û dost bin, bêyî ku bipirsin ka ayîn û milletîniya te çiye. Parastina mafên pêkhateyan, jin û xortan tenê bi encama perwerdeyê misoger dibe. Herwesa bi vê yekê sistema dadperweriya baş dirust dibe. Niha çi kolan û bazarên (welat) nînin ku têde li ser şêvazê kinc lixwekirin û stylê porçêkirina xort û jinan, xort û jin û zelam nehên êşandin. Divê ev têgihiştin bê reformîze kirin”.

Pirsa aştiyê

Berpirsê berê yê ragihandina PDK ê li ser pirsa aştiyê disekine, got: Li ser babeta aştiyê cenabê serok di piraniya axaftinên xwe de li ser vê disekine û dibêje “piştî bidawîbûna şerê dijî (DAİŞ) ê, divê li deverê aştî çêbibe, welê aştiyek bi dadperwerî be”. Wateya vê ev e ku pêdiviye jiyan û mafê çarenûsiyê ji her kesî re hebe. Divê li Kurdistanê ji bo tevaya pêkhateyan jiyan hebe. Mafê beşdarîkirin û çarenûssaziyê ji tevaya pêkhateyan re hebe. Eger ev ji tevaya akinciyên welêt re çênebe, em xwedîyê aştiyek xurt a civakî ya navxwe nebin, nikarin li Rojhilata Navîn jî parêzgariyê li aştiyê bikîn. Li Kurdistanê, di warê aştiya civakî de gellekî kêmasî hene. Seba vê, divê em vegerin bo jêderek bîr û baweriya resen, ev jêdera bîr ûbaweriyê jî, tenê dikarîn di rêbaza Barzanî de peyda bikin”.

İdeolojiyên dijberî serxwebûnê

Sero Qadir, amaje bi astengiyên ideolojîk û tund yên li dijî hêla serxwebûnê kir, got: “Di babeta serxwebûnê de, hemû ev raman û ideolojiyên ku niha ji serok Barzanî û PDK ê re pirsgirêkan çêdikin, xwedî serbuhurtiyên ideolojîk in. Welê ideolojiya wan hişk, dogmatîk û girtî ye. Bo nimûne; PKK, Goran, beşekî zêde ji YNK û partiyên Îslamî, her hemû li ser bingehên ideolojiyên bêbinemal kar dikin. Weke mînak, ji kadroyekî PKK re bêje; ev nêrîna te şaş e, eger tu şaşêtiya wî jê re şirove jî bikî, ne amade ye bo nîv demjimêr jî bi te re gotûbêjan bike, lê amade ye ji bo tunekirina te yek sal bi te re şer bike. Têgihiştina Goran jî bi heman awayê ye, muxabin YNK jî wesa ye”. Sero, vê nêrîna xwe rohnî dike ku ew bi ramana siyasî behsa partî û aliyên nepartî nake, got: “Ev pirisgirêkek mezin a milletê me ye. Lê dema em vê pirsgirêkê çareser dikin, pêdiviye rêbaza me ji vê pisrgirêkê derbaz bike, bibe rêbaza perwerdeyê, ev rêbaz bibe bingehê avakirina dewletek hevdemî”.

Sero Qadir, vê çendê bi pêdivî dibîne ku di Rojhilata Navîn de Kurd xwedî rolek siyasî û serbaziya xurt be. Ji bo vê jî got: “Dewleta ku di warê siyasî de xurt be, divê mllietekî baweriya xwe pê kiribe. Ev millet zindî û zana be, xwediyê artêş û teknolojiyek xurt be. Divê serbaz û generalên me xwediyê wê teknolojiyê bin û bikarin bikar bînin û çêbikin. Eger na, em nikarin di pêşeroja Rojhilat de bibin serekî zindî û xurt. Di cîhana Îslamê de kontrolkirina tundroyiyê ne karekî hêsan e. Ev dewletên heyî li ser bingehên ideolojiya şovenizmê ava bûne, şovenîzm a Ereb, Turk û Faris weqasî bihêsanî nayên berteref kirin. Madem wesa ye, pêdiviye me kelturek zengîn û berhemek mezin hebe. Ji bo dema ku em dewletê ava dikin, ev dewlet bibe hevbeşekî parastina Rojhilata Navîn. Dunya jî vê yekê ji Kurdistanê dixwaz e”.

Sero Qadir, behsa sê têgehan dike wek “Vebûn, Realîlizm û Bawerî bixwe kirin”, ku ev têgeh di sistema xwerêvebirinê de bi destê mirovan pêşve diçe. Di heman demê de ev yek sistema cîhanî ye jî, ku mirov li ser vê dihizire, ava dike û dişopîne.

Dibêje: “Ji xwe ev gewherê rêbaza Barzanî ye, ev ew gewhere ku divê PKK li hember vê gav şûnda bavêje. Divê PKK, mîna hêla tundroyiya nav YNKê bê hilwerîn. Hîvî dikim ev hilwerîn, ne bi çekan be, belkî xwebixwe bê hilwerîn. YNK ji encama nakokiyên nav xwe ketiye vê rewşa ku niha têde ye. Eger na, tixûbên wê parastî ye, artêşa wê jî kevin e, di sala 2014 n de jî xwedî rol bûye. Niha jî bi serefrazî beşek ji Artêşa Kurdistanê ye”.

Sero Qadir, di dirêjiya axaftina xwe de got: “Nakokiyên navxwe yên Goran, li encama vê bîr û baweriyê ye ku Newşîrwan Mistefa darijtiye. Derencama vê giha vir ku alîgirên wan jê re bêjin “me deng da we, lê me nan tune em bixwin”. Serokê vê bîr û baweriyê rûyê wî nîne li hember şopdarên xwe rûnê û du axaftinan jî bike. Çunkî nikare vê rewşê rave bike”.

Li ser bizavên Îslamî yên Kurdistanê jî dibêje: “Tundroyiya Îslamî li welatê me di helwêsta şûndaçûnê de ye. Serkirdeyên siyasî yên partiyên îslamî heya sê salên berê, zimanê wan gellekî dırêj bû. Beşek ji bawerdarên civaka me jî dibûn piştevanên wan. Lê niha nikarin li hember yek rewşenbîr, kadîrê siyasî û pêşmergeyekî me du axaftinên wan hebin. Axaftinek xurt a cenabê Barzanî heye û dibêje: “qonaxa piştî DAİŞ giring e”. Ev raveya vê rêbazê ye ku niha ez behs dikim. Piştî DAİŞ giring e, wateya piştî DAİŞ, derveyî lihevhatinên siyasî, em di warê leşkerî de serkeftin e. Lê li pey vê em dê çi bikin? Ewê serjin û DAİŞ ava bikin, gelo emê li cadan tîzabê bi ser hevdu da bikin? Kompaniyayên derve ji ber vê karkirên Kurd nawergirin; dibêjin “demjimêr 9 tên ser kar, hêştan du xişte (tuğla) nexistin serhev taştê dixwin, nîvro tê ser kar firavînê dixwin, nimêja bi terawîh dikin, dema êvarê dîsan dê dest bi terawîhan bikin, di mexrîb de jî bi heman şêweyî dikin”. Bi vî cûreyî kar nayê kirin. Madem wesa ye, divê milletê me di navbera baweriya ayînî û karkirina civakî de sistemekê ava bike. Bila ayîna xwe bi cîh nehêle, lê pêdiviye bizane ewê çawa kar bike”.

Piştî DAİŞ

Sero Qadir, herwesa amaje bi vê dike ku pêwist e tevaya pêkhate û ayîn bihevre tev li jiyanê bibin,herwesa li ser avakirina sistema demokrasîyê jî dibêje: “Piştî DAİŞ eve bixwe ye, emê li ser vî bingehî dewletê ava bikin, li ser bingehê miyaneroyî û vebûnê”. Qadir, behsa zîndebûna milletê Kurd dike ku di dîroka rewşenbîriya xwe de kariye rêbazek siyasî ya civakî biafirîne. Ji bo vê jî got: “Sedsalên bûrî şahidê vê çendê ye ku milletê Kurd şiyaye bi vê rêbazê xwe bigihîne vir. Ji bo em bikarin sistemekê ava bikin, ku xwedî hêz be, divê tirsa me ji tu bîr û baweriyan nebe. Ev sistema ku bi tek baweriyê tê serpoşkirin, sistemek xirab e, sistema baş pêdiviya xwe bi demokrasiya baş heye. Şanaziya Barzanî yê mezin, pêşmerge û Kurdistanê di vir de ye ku em sistemek wesa ava bi in”.

Têbînî: ev axaftin di 17. 03. 2017an de li ser gora nemiran, li devera Barzan ji bo pêşmerge û fermandeyan hatiye pêşkeşkirin.

Sero QADİR

Peyama Kurd