fazil-miraniDema terorîstên DAÎŞ ê ketin Şingalê, PKK û PYD gotibûn “Emê têkevin Şingalê û hew jê derdikevin”. Ev gotin wek ” PKK dixwaze li Şingalê Qendîla duyem çêke” hatibû binavkirin. Hinekan jî digot “PKK û PYD dixwazin Şingalê jî bikin kantona çara”.

Axir, di vê derbarê de Endamê Polîtburoya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî, da zanîn ku gelek alîyên pozîtîf di rûbirûbûna DAİŞ’ê de hebûn. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li her çar parçeyan din jî û got:‘’Ne di berjewendiya YPG ê de ku çiyayê Şingalê bikin Qendîleke din û baregahên berdewam lê deynin. Divê YPG piştî şer vegerin cihên xwe’‘.
Sekreterê Polîtburoya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî jî berî demekê gotibû: ‘’Ma Qendîla yekem çi ji Kurdan re kiriye heta Qendîla duyem bike ’‘.
Di vê debarê de, Em ji sekreterê PDK dipirsin: Çawa Qendîlê tiştek ji Kurdan re nekiriye?
Qendîla yekem: Konfederasyona Rojhilata Navîn” ji Kurdan re kir armanc…
Qendîla yekem: Netew-dewlet, serxwebûn li Kurdan heram kir…
Qendîla yekem: Bratî, yekparî û yekrêzîya Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye” ji Kurdan re kir xelat…
Qendîla yekem nexwest: Awrûpî çek û sîlehan bidin pêşmerge û antî propaganda pêşmerge, PDK û Barzanî kir…
Qendîla yekem: Ji Şingalê re “xweserî” dixwaze û Kurdên Êzdî wek “neteweyek cuda” derdixe pêş…
Qendîla yekem: Li Rojavayê Kurdistanê “karton û Kanton” ava kirin û şêxekî wek şêxê Ereban, Şêx Himêdî” kirin hevserok…
Qendîla yekem: Zimanê Tirkî ji Kurdan re kir diyarî…
Qendîla yekem: Ji Qendîl heta bi tixûbê Şirnax û Cûlemergê xistiye bin serweriya xwe û serweriya dewleta Kurdistanê kiriye ciyê pirsê.
Îcar Qendîla yekem çawa tiştek ji Kurdan re nekiriye?
Nûçe Analîz/Dewletxwaz

You may also like