8.jpg
Dema terorîstên DAÎŞ ê ketin Şingalê, PKK û PYD gotibûn “Emê têkevin Şingalê û hew jê derdikevin”. Ev gotin wek ” PKK dixwaze li Şingalê Qendîla duyem çêke” hatibû binavkirin. Hinekan jî digot “PKK û PYD dixwazin Şingalê jî bikin kantona çara”.

Axir, temamê Kurdistaniya bi heman hesasiyetê de bû ku; ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li her çar parçeyan din jî ne di berjewendiya PKKê deye ku çiyayê Şingalê bikin Qendîleke din û baregahên berdewam lê deynin. Û dazwaz ji PKKê dikirin ku piştî şer vegerin cihên xwe.
Her kesekî go PKK nasdikir digotin: ’’Ma Qendîla yekem çi ji Kurdan re kiriye heta Qendîla duyem bike ’‘.
Di vê debarê de, li ser navê KCKê Murat Karayilan ne razîbûna PKKê di merasîma weşartina şervanekî HPGê de anî ser zimên û dot ku: ‘’ PKK ne terorîst û ne jî dagirker e. PKK jibo menfaeta Kurd û Kurdistanê tev diğere, lê hin teref ji hebûna me acizin! Em jî wek PKKê xwewekişandina ji Başûr minaqeşe dikin û dipirsin çawa PKKê û Qendîlê tiştek ji Kurdan re nekiriye?
Em jî di heman qeneetêdene ku, PKKê û Qendîlê gelek tişt kirine…. Mirov kare wan hizmete payebilind bi çend tespîta binav bike:
Qendîla yekem: Konfederasyona Rojhilata Navîn ji Kurdan re kir armanc…
Qendîla yekem: Netew-dewlet, serxwebûn li Kurdan heram kir…
Qendîla yekem: Bratî, yekparî û yekrêzîya Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye ji Kurdan re kir xelat…
Qendîla yekem nexwest: Awrûpî çek û sîlehan bidin pêşmerge û antî propaganda pêşmerge, PDK û Barzanî kir…
Qendîla yekem: Ji Şingalê re “xweserî” dixwaze û Kurdên Êzdî wek “neteweyek cuda” derdixe pêş…
Qendîla yekem: Li Rojavayê Kurdistanê “karton û Kanton” ava kirin û şêxekî wek şêxê Ereban, Şêx Himêdî” kirin hevserok…
Qendîla tekem: ’Kanona’ Efrînê bi hêzên Îslamîstên radîkal re hikmê Şerîetê tîne ser hikim.
Qendîla yekem: Zimanê Tirkî ji Kurdan re kir diyarî…
Qendîla yekem: Ji Qendîl heta bi tixûbê Şirnax û Cûlemergê xistiye bin serweriya xwe û serweriya dewleta Kurdistanê kiriye ciyê pirsê.
Û li ser xêrê be, wê Qendîla yekem ji Başûrê Kurdistanê wekişe demokratîk Tirkiyê…..
Piştî vê biryara pîroz…. Go ji teref Qasim Şeşo ve wek biryareke rê liber girtina şerekî birakûjî hatiye binav kirin ve, dipirsin: Îcar Qendîla yekem çawa tiştek ji Kurdan re nekiriye?
Nûçe Analîz/Dewletxwaz

You may also like