apo 1Ji Agustiya 2014 ve mijar û rojeva Kurdan pir aloz û serûbinê hev bûye. Birastî hinek bûyerên ewqasî tarî û ne di fêda Kurdan de hatin kirin û hê jî tên kirin aqilê meriv ranagire, disekine. Dagirkirina Şengalê ji teref DAİŞê ve bû zêdebûna ser kezebê û rojev yekcarî ji hevde xist, pêvajo ji teref PKK û alîgirên wê ve li dijî PDK hat bikaranîn. Ez bahwer nakim ku tu kesek guman jê bike ku, ev propagandayên xerabkar ji teref PKKê ve bi qest û dijminanê tên kirin. Ji serokê Kurdistanê bigire, serokwezîr û piranîya dem û dezgehan, heta bi rewşenbîr û nivîskarên Kurd, di derbarê alîkariya rojevayê Kurdistanê de ti têxsîr nehat kirin. Lê hezar mixabin PKK go ti wextî xwe ji têkiliyên bi dagirkerên Kurdistanê azat nekirî, nehat razî kirin.
Ev demek dirêje ku peyamên ne di xêra Kurdan de hatin dan û mesela rizgarkirina Şengala mazlum xew li xêrnexwazên Apoçiyan revand, rabûn ser tapana û rojeva Kurdan serûbinê hev kirin, xuya bû ku wê hinek kiryarên tarî û provokasyonên ne di berjewendîya Kurdan de bên kirin. Ji xwe hewla beravêtkirina plana rizgarkirina Şengalê peçeyek ji heman planê bû. Çi cara ku Kurd hinekî dikevin rehetîyê û mijara serxwebûna Kurdistanê dikeve rojevê, hew we dît ku ji herdu alîyan ve (baskek ji dewletên dagirker û baskek ji PKK) û wan dawîyan YNK jî li heman daholê dixe. Jibo têkdana Kurdistana azad dek û dolab bi destê PKK, PYD û taşaronê Îran û Surî YNKê ve hatin gerandin, mij û dûman bi ser rojevê ket û provokasyonan dest pê kir. Kiryar û alozîyên ku tu eleqa wan bi PDKê ve tunebû û tuneye, bûn sedem ku Kurd dîsa di qada navnetewî de têkevin devê xêrnexwazan û pêvajoya ku ji bo xêra Kurdan nerm bûbû, bê alozkirin.

Kiryarên qirêj yên PKKê û alîgirên wê eşkere bûne, girêdana PKK, PYD bi rejima Surî û İranê derketiye holê, tê fêhmkirin ku mesele ne meseleya xêrxwaziya pêşeroja Şengal, Kerkuk û Karton martona ye, mesele ji ortê rakirina destkeftinên başûrê Kurdistanê ye. Elîkî meselê din jî ev ku, PKK û rê hevalê we YNK di nava xwede duserîtî dest pê kiriye, her du alî jî ketine xema têkçûna partiyên xwe; bela bi van boxtana edî nikarin xelkê Kurdistanê bixapînin.

PKK bi serkeftina Başûrê Kurdistanê û nemaze rûmeta navnetewî go birêz Mesut Barzanî wergirtiye har bûye û ha yalla di medya xwe de boxtana li Barzaniya û PDK dike. Piranîya Kurd û Kurdistaniyê aştîxwaz di nava wê tirsê de bûn ku PKK tehamula serkeftina Barzaniya di şerê li dij DAİŞ de neke, pêvejoyê sabote bike. Piranîya Kurdan hêvî dikin ku PKK dev ji van kiryarên qirêj berde. Taşaroniya rejimên dagirker negre ser milê xwe û rûn li ser nanê dewletên dagirker neke.

Tiştekî balkêş jî ev e ku, di van demên dawî de PKK û YNK bi plan û proje dijminatiya daxwaza serxwebûna Kurdistanê dikin. Ji xwe civîna wan ya li devera Şengala birîndar û li hev kirina Kantona Şengal, Kerkûk û Silêmanî PKK û YNK bi van têkilî û kiryarên xweyî qirêj, beyî ku pêwîstîya emelên xwe yên hevbeş bi dagirkeran re veşêrin, dest di dest de dînamîtê dixin bin devletbûna Kurdistanê.

Dewletxwaz

You may also like