sengal
PKK ji bo ku Kurdistanê parçe bike û rê li ber yekparî û serxwebûna Kurdistanê bigire, her tiştî dike. Ji alîyekî bi gotinên şahîk û girover behsa kongreyek netewî û yekîtîyek netewî dike, ji alîyê din ve jî Kurdistanê bi rêya kantonan parçe dike, yekîtîya gelê Kurd dixe xeterê û planên kirêt dixe jiyanê.

Piştî xwestina kantonkirina Şingalê, niha jî PKK wan Erebên ku alîkarîya terorîstên DAÎŞê kiribûn û ji Şingalê reviyabûn Sûrîyê, bi rêya derîyeê navbera rojava û başûr dîsa paşde vedigerîne Şingalê û wan li Şingalê bi cîh dike.

Di vê derbarê de BasNews radigihîne ku çavkanîyên piştrast ketine destê wan û di vegerandina Erebên DAÎŞî de qeymeqamê Şingalê nerazîbûna xwe anîye zimên.

Li gor çavkanîyên BasNewsê, PKK di hewla xwe ya dawî de, ji bo ku Şingalê ji herêma Kurdistanê qut bike 160 malbatên Ereb anîne Şingalê.

Çavkanîyên BasNewsê aşkere dikin ku, PKK dixwaze bi wê rêyê dîwarekî neteweyî di navbera Şingal û Herêma Kurdistanê de ava bike. Li gor çavkanî dibêjin, PKK bi ji wan malbatên Ereb re gotiye ku ”hatina we pêngaveke ji bo ku Şingal venegere ser herêma Kurdistanê”.

PKK pir xeter dilîze. Her çiqasî serkirdeyên PKK û partiyên ser bi PKK ve diyar dikin ku ew naxwazin destêwerdanê di karûbarên Herêma Kurdistanê de bikin jî, lê ji aliyê kirdarî ve helwestên kantonkirina Şingalê berdewam dikin. PKK naxwaze Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê, di plan û projeyên wê de heye ku wê navçeyê bi Sûriyê yan Rojavayê Kurdistanê ve girêde.

Di vê derbarê de, Qayimqamê Qeza Şingalê Meyser Hacî aşkere kiriye ku, ”hejmarek ji malbatên gundê Niêm û çend malbateke din ên Ereb ku guman heye alîkariya DAIŞê kiribin, bi rêya deriyekî ku PKK ji wan re vekiriye û ew ji sînorê rojavayê Kurdistanê bo başûrê Kurdistanê û sînorê qeza Şingalê vegerandine”.

Meyser Hacî gotiye: “Em nizanin mebesta PKK ji wî karî çiye, me daxwaz ji wan kiriye ku wî derî bigirin, lê ya ku em jê agehdarin heta niha ew derî vekiriye, dibe ku PKK beramber pereyan ew kar ji bo Ereban kiribe.”

You may also like