Rodî Îlgen

Serokatiya PYD li EFRÎN ê di daxûyanîya xwe ya 2 roj berê de, daxwaza piştgirîyê dikêe ji xelkê Kurdistanê.
Bêgoman pêwiste her Kurdistanîyek welatê xwe biparêze.

Pêwiste wekî ku Kobanî hate parastin, Efrîn jî, Kerkûk jî, Şingal jî û hemî xaka Kurdistanê li dijî dagirkeran were parastin.
Hêjayî gotinê ye, ku parastina xaka Kurdistanê erkekî welatparêzî ye bo her Kurdistanîyekî.

Belê, divê rêbêdayîn ku kesayet, rêxistin, hêz û partîyen Kurdistanî erka xwe ya welatparêzî bi cîh bînin. Pêwiste ti astengî neyê derêxistin li himber daxwaza parastina welatê xwe.
pyd

Serokatîya KantonaEfrînê, bi naveroka daxuyanîya xwe re ne rast e.

Mixabin ku sîyaseta PYD bi xwe astengîyeke bo bicîhneanîna daxwazên di daxuyanîya xwe de.

Berî her tiştî, pêwiste PYD xebatê bike bo dostanî, biratî û hevgirtina hêzên sîyasî li Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsîyarîya herî mezin li ser milê PYD ye, jiber ku PYD rêxistina herî bi hêz e û desthilatek bê helbijartin ketîye destê PYD de.

PYD ne raste bi daxwazên xwe re dema ku yarmetîyê dixwaze ji sîyasetmedarên girtî di zindanê de.

PYD ne raste bi daxwazên xwe re ku yarmetîyê ji wan partîyên sîyasî dixwazê ku xebata wan ji teref PYD hatîye qedexekirin.
PYD ne raste bi daxwazên xwe re dema ku rê nade Pêşmergeyên Rojava ku berevanîya welatê xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin.
Pêwiste PYD helwestekê deyne ku cihê bawerîyê be.

Bi derengî jî be, divê gava yekem ji alîyê PYD ve were avêtin bo bi cîhanîna aştîyek navxweyî, hevkarî û yekgirtina hêzên sîyasî li Rojavayê Kurdistanê.

Helwestek wisa dikare xizmetek xurt pêk bînr di yarmetî û berevanîya Rojavayê Kurdistanê de. Helwestek wisa, di heman wext de fersendek dîrokî ye bo PYD ê û bo berevanîya Efrînê jî.

You may also like