Mustafa Ozçelik dibêje, divê hemû pêkhateyên Kurdistanê wek alîyekî Kurdistanê beşdarî pêvajoya çareserî û aştiyê bibin. Ozçelîk tekez dike ku divê dewletên cîhanê jî daxilî vê meseleyê bibin. Li bûyerên Cizîrê jî Ozçelîk dibêje, divê komîsyoneke bê alî were bi rê xistin, da ku van bûyeran lêbikole.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelîk li ser rewşa proseya aştî û bûyerên li Cîzirê û li ser hilbijartinên parlamentoyê ya Tirkiyeyê şîroveyên giring kirin. Ozçelîk ji peyamnêrê `Spûtnîk Kurdistan` Fethullah Ozmen re axifî.

Ev ne pêvajoya çareserîyê lê pêvajoya diyalogê ye

Mustafa Ozçelik diyar kir ku; “Kêşeya Kurd û Kurdistanê divê bi danûstendinê were çareserkirin. Îro dîyalogeke di navbera dewlet û PKK de heye û em vê yekê erênî dibînin. Belam, ev pêvajo ne pêvajoya çareserîyê, lê ya dîyalogê ye”.

Ev pêvajo wê çi çareser bike, nayê zanîn

Ozçelik tekez tekez dike ku divê hmû aliyên Kurdistanî beşdarî pêvajoya çareseriyê bibin: “Ev pêvajo wê çi çareser bike nayê zanîn. Bersiva vê yekê çi ji aliyê PKK, çi alîyê dewletê ve nehatiye bersivandin. Dewlet dixwaze PKK dest ji çekan berde û şerê heyî rawestîne. Lê mesele ne ev e. Mesele meseleya kurd û Kurdistanê ye û ne meseleya PKK têne ye. Divê hemû pêkhateyên Kurdistanê wek alîyekî Kurdistanê beşdarî vê pêvajoyê bibin. Divê dewletên cîhanê jî daxilî vê meseleyê bibin”.

Divê bûyerên Cîzirê ji aliya komîsyonek bêalî were lêkolînkirin

Ozçelik li ser bûyerên ku li Cizîrê jî qewimîn axifî û wiha pêde çû: “Ya rastî li wê derê çi qewimîö em nizanin. Lê divê şerê navxweyî di nav kurdan de çênebe. Divê kurd hevûdu nekujîn û PKK jî HUDA PAR jî hay ji vê yekê hebin. Divê komîsyoneke bê alî were bi rê xistin, da ku van bûyeran lêbikole. Çi ev bûyer, çi bûyerên 6-7 Cotmehê jî divê werin lêkolan”.

Divê em xetekek Kurd û Kurdistanî ava bikin

Ozçelik li ser hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê jî axifî û weha got: “Me wekî partî hê bernameya xwe ya hilbijartinê dîyar nekiriye. Lê em tiştekî dibêjin. Ji ber asta ku tekoşîna neteweyî gihayê de û ji ber şert û mercen cîhanê, divê kurd hilbijartinan bi awayekî din şîrove bikin. Divê em kurd wekî berê li hilbijartinên ne nerin. Divê em nebêjin em çend parlamenteran bişînin meclîsê. Divê em xetekek Kurd û Kurdistanî ava bikin”.

Radyo Dengê Rûsya

You may also like