saeid
Pêşmerge ji Kobanî bikşînin

Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê û şervanên PKKê li Kobanî û bi dirêjiya vê dema ku em şerê DAIŞê dikin li çiyayê Şingalê û li hinek eniyên din wek Mexmûr û Celewlayê li dijî hêzên xelîfeyê DAIŞê, tevî gellek cudahî û nakokî û bedgumaniyan, şervan û Pêşmerge ketin eynî çeperê.
Ango tiştê ku ev herdu hêz civandin û xistin yek çeperê dijminekî hevbeş bû!
Aliyê sembolîk û hestewerî yê vê hevçeperiyê pir romantîk e, tevî ku ev ne cara yekemîn e ku kurdên du perçeyan an zêdetir di şerê dijminekî de dibin hevçeper.
Eger mirov tenê vî aliyê romantîk ê vê meseleyê bibîne, hêja ye ku gellek helbestên bilind li ser binivîse. Lê mirovê jîr ne tenê li vî aliyî dinihêre û zêde di nav vê hestewerî û romansiyetê de noq nabe. Me hemûyan aqûbeta vê hevsengeriya xwe li Şingalê dît.
Wek ku diyar e, mesele tenê di çarçoveya hevkariyeke leşkerî li dijî dijminekî hevbeş de ranaweste û PKKê li hember vê beşdariya xwe, çavê xwe berdaye hin navçeyan û dixwaze serdestiya xwe li wan belav bike.
Mirovên ji rêzê û amî xwedî maf in bi xeyala helbestvanan a yekîtiya Kurdistanê û çarenivîsa hevbeş a gelê kurd serxweş bibin. Lê ji siyasetê re mirovên jîr û realîst pêwîst in.
Ji siyasetê re mirovek pêwîst e ku hemû aliyên bûyeran bi zelalî bibîne. Mesele ne wiha ye ku em hemû bi hev re şerê dijminekî dikin û piştî ku em wî dijminî têk bibin emê bicivin û sînoran rakin û dewleteke mezin ji Kendava Faris heta Deryaya Spî çêkin û bê virde wirde serokekî ji xwe re hilbijêrin. Baweriya ti kesî bi vê xeyalperestiyê nîne di realîteyê de.
Min beriya niha jî di gotareke xwe de behsa wê yekê kiribû ku divê her perçeyekî Kurdistanê çara serê xwe û kêşeya xwe bi tenê û bê destêwerdana kurdên perçeyeke din, li gorî şert û mercên siyasî yên navxweyî û herêmî yên taybet bi wî welatê ku tê de xebatê dike bibîne. Ev perçeyên Kurdistanê dê heta hetayê ne bi hev re, lê li tenişta hevdu bijîn!
Eger ew şert û merc peyda bibe ku kurd bibin xwedî dewlet jî, wê çaxê di rewşa herî baş de dê kurd bibin xwedî çend dewletan. Kurdistan qet bi vê nexşeya xeyalî ya ku ji Kendava Faris heta Deryaya Spî dirêj dibe, nebûye dewlet heta ku em rabin û hewl bidin wê bikin yek dewlet. Vê dîroka dirêj ji veqetîna van perçeyan ji hevdu, gellek cudahî peyda kiriye ku ti hêz nikare wan di yek çarçoveya siyasî de bicivîne.
Di dîrokê de, ji bilî yekbûna Almanyaya Rojhilat û Rojava, ti mînakên serketî yên yekbûnê hene gelo? Niha, ji xwe re li encama hevgirtina Yemena Başûr û Bakur binihêrin! Em hemû dizanin yekîtiya Misr û Sûriyê çawa têk çû û serketin bi çavê xwe nedît.
Jixwe eger yekîtî wiha hêsan e, bila ew 22 dewletên erebî ku gellek xalên hevbeş di navbera wan de hene, bibin yek. Bila Koreya Bakur û Başûr hêla agirbestê ya di navbera xwe de rakin ku di encama şerê sê salî yê destpêka salên 1950an de hat danîn.
Em hemû van rastiyan dizanin, lê di pratîkê de hinek partiyên siyasî berevajî van rastiyan tevdigerin û elîta kurd jî newêre bi eşkereyî bêje ku ev reftar dikevin çarçoveya destêwerdana di karûbarên perçeyekî din. Ev elît hêj bi sloganên yek netewe û yek welat sermest dibe, eynî wek wan nasyonalîstên ereb ku hêj di wê xeyalê de dijîn ku sînorên navbera dewletên erebî rakin, tevî ku ev sînor roj bi roj zêdetir û asêtir dibin!
Vêga partiyên siyasî li Kurdistanê, nexasim PDK û PKKê ti rê li ber wan nîne ji bilî ku xwe li ser armanceke zelal û eşkere yekalî bikin. PDK bi gefên xwe yên cudabûna ji Bexdayê eger bi nêt e her çar perçeyên Kurdistanê bike yek perçe, wê demê bila ji niha ve zanibe ku daye dû xeyalekê
Eger PDKê nedaye dû vê xeyalê jî, divê zelal bike ku armanca wê çi ye dema şaxên xwe li Kurdistana Bakur û Rojava vedide.
PKKê jî ku ji kurdên Bakur re tiştekî pir kêmtir ji otonomiyê dixwaze û navê wê kiriye “xweseriya demokratîk”, çima wê kefteleftê li her çar perçeyên Kurdistanê dike? PKKê ku tenê hinek desthilatiya firehtir ji şaredariyên Bakur re dixwaze, li gorî kîjan lojîkê ji kurdên perçeyên din re diyar dike divê daxwaza çi bikin?
Gerek e pirs ji PKKê were kirin, di dema ku PKKê dev ji pêkanîna xewna dewleta kurdî ya mezin berdide, çima modela çareseriya kêşeya xwe li ser kurdên aliyên din ferz dike, nexasim ku ne pêkan e du parçeyên Kurdistanê bikaribin di eynî riyê de herin da ku rengekî serxwebûnê hasil bikin.
Ev desthilatxwazî û firehxwaziya ku hîmê wê vala ye, vêga bûye çavkaniya gefeke rasteqîn li ser gelê kurd, nexasim li Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê.
PKKê di demekê de vê lîstikê dike ku hêj navê wê di lîsta rêxistinên terorîst de ye. PKKê vê lîstikê bi aliyekî re dike ku civaka navneteweyî wek aliyê herî çalak û bibandor ê şerê dijî terorê lê dinihêre.
Li vir ez bi bîr tînim ku PDK û PKKê di du statûyên cuda de ne. PDK aliyê sereke yê desthilatdariyê ye li Herêma Kurdistanê ku çarçoveyeke wê ya destûrî heye û hejmareke zêde ya şîrketên biyanî û konsulxane û nûnertiyên dewletan berjewendiyên xwe pê ve girêdane.
PDKê ya Bakur heta 50 salên din jî her bi qasî PÇDKê ya ku PKKê li Herêma Kurdistanê damezrand, xwedî giranî dibe! Lewma çêtir e ku êdî PDKê enerjiya xwe tê de vala xerc neke û hêncetên destêwerdana PKKê di karûbarên Herêma Kurdistanê de hinekî kêm bike.
Bila PKK û PDKê dev jê berdin û bihêlin kurdên Rojavayê Kurdistanê riya çareseriyê ya taybet bi xwe bibînin.
Hêza Pêşmerge jî ku bo Kobanî hatiye hinartin, ligel dûrketina metirsiyê li ser Kobanî yekser ji wir vekişin.
Dema wê yekê hatiye ku êdî kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bicivin û peymanekê îmze bikin û tê de destêwerdana her perçeyekî di karûbarên perçeyekî din de qedexe û yasax bikin!

Selam Seidî
Rûdaw

You may also like