kerimPêşveçûnên Hêzên Pêşmerge ku bi piranî ji hêzên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk tên, li navçeyên dorhêla Mûsilê û kontrolkirina çend xalên stratejî li wê deverê, eger ji aliyekî rizgarkirina axa Kurdistanê ji destê DAIŞê be, lê di eynî demê de hesabên stratejî yên piştî şer jî li xwe digire.
Yek ji armancên sereke yên dirustkirina kantonê li Şingalê, dûrxistina PDKê ji sînorên Kurdistana Rojava bû (ku li ser vê armancê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), DAIŞ, Îran û Bexda hevbîr in) û bertekeke hevbeş a herêmî bû li hember destêwerdana PDKê li wan navçeyên ku niha ji aliyê rêjîma Esed û PKKê li Sûriyê tên birêvebirin.
Hikûmeta Bexdayê ku sponserê darayî yê civîna çiyayê Şingalê bû, hêvîdar e ku pêşdeçûnên PDKê li wan navçeyan pir bi sistî pêk bên. Armanca Bexdayê û hemûyên din ew e ku PDKê nikaribe bi xurtî li navçeyên Kurdistanî pêşengiyê bike, çimkî dizanin sibe piştî xilasbûna şerê DAIŞê, zehmet e karibin PDKê ji wan deveran derxînin.
Amerîka jî ditirse ku eger guh nede bîr û baweriyên Bexdayê, hikûmeta Bexdayê bi tevahî bikeve himbêza Îranê, lewma hewl nade wî şerî ji PDKê re hêsan bike da ku PDKê di demeke zû de û bi tena xwe serkeftinê bidest nexe.
Di aliyê siyasî de jî, Amerîka bo dûrxistina Bexdayê ji bandor û serdestiya Îranê, tew xwe ji vexwendina nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo konferansa Londonê neban kir. Ev jî ji bona ku ji Ebadî re bêjin: Rast e, em danûstandinê bi kurdan re dikin û em alîkariya wan jî dikin, lê em tenê te nas dikin.
Lê serkeftinên heftiya borî yên hêzên Pêşmerge û nexasim pêşdeçûnên li navçeyên ereban li dorhêla Mûsilê û kontrolkirina hinek navçeyên ceostratejîk ku dikarin encama şer biguherin, bersiveke sert a PDKê bû ji wan kes û aliyan re ku dixwazin hem di wî şerî de PDKê nedîtî bikin û hem jî dixwazin şerê DAIŞê nebe sedem ku kurd navçeyên zêdetir ji rûbera Herêma Kurdistanê zeft bikin.
Giraniya şer ji îro û vir ve li navçeya Mûsilê dibe, ango li wan deverên ku kurd ji wan re dibêjin eniyên rojhilat û rojavayê Dîcleyê. Rola Barzanî jî ku bixwe serkirdatiya wan eniyên şer dike, hem li ser asta hundirîn û hem li ser asta navneteweyî berdewam bilindtir dibe û hesabên navçeyî yên mezin li ser wî tên avakirin.
Niha ku Bexda û Îran di amadekariyê de ne bo girtina Mûsilê, giringtirîn babet bo navendên biryarê ew e ka kî, çawa û kengî dê Mûsilê bigre? Amerîka ditirse ku zexma hevpeymaniya wê di şerê li dijî DAIŞê de bikeve jêr sîbera beşdariya Îranê û hêncet bikeve destê şîeyan de bo cînosayda mezhebî û talankirina şêniyên deverê pêk bînin, lewma Amerîka bi aramî û bêhnfirehî tevdigere.
Amerîka kurd û şîe vehewandine û aram kirine, heta jê tê rewşê kontrol dike û nahêle pirsgirêk derkevin. Bi gotineke din, Amerîka dixwaze mijara şerê DAIŞê bike xalek ku hemû aliyên şer amade bin bi hev re beşdarî rizgarkirina Mûsilê bibin û her aliyek li gorî tibaba beşdariya xwe pişka xwe werbigre.
Tevî şikestinên destpêkê, lê êdî PDKê hino hino li navçeyên nifûza xwe serkeftinan bidest dixe û statûya xwe ji bo qonaxa piştî şerê DAIŞê qayîmtir dike.
Serdana herdu cîgirên sekreterê giştî yê YNKê bo eniyên şer ku Barzanî serkirdatiya wan dike, eger ji aliyekî peyamek bo siyaseta niha ya YNKê be, ji aliyekî din ve nîşana wê yekê ye ku ew piştevaniya pêngavên Barzanî dikin.
Dûrxistina eniyên şer ji wan cihên ku derfeta muzayedeyên siyasî li wan nîne, propogandaya neyar û rikaberên PDKê kêm kiriye, çimkî êdî hesabên şerê DAIŞê xilas bûne, îcar dor hatiye ser qonaxa piştî şer ku divê bersiva wê pirsê bide bê kî DAIŞ li dijî kurdan sor kir?.

Rêbwar Kerîm Welî
Rûdaw

You may also like