Nûrî Çelîk

Ev demek e ku ez di derbarê siyaset û avadankirina başûr, di derbarê klîkên nava PDK û di derbarê kêmasî û xeletîyên siyaseta Başûr de dinivîsim. Di vê nivîsê de jî ezê behsa Bakurîyên ku li Başûr li ser navê ” Rêbaza Berzanî ” diçêrin, mixbirî û dergevanîyê dikin bikim. Bi kurtasî be jî ezê hewl bidim ku heqîqeta civaka me û PDK û Barzanîyan bi nivîskî bînim ser zimên.
1- Berî her tiştî ez ne xizmetkarê ti partî yan kesayet û seroka me; ez xizmetkarê doza Kurd Kurdistanê me, partî û serokê ku ez xizmeta wan bikim jî bêguman divê xizmetkarê Kurd û Kurdistanê bin. Di vê derbarê de tu şik û gumana min ji Kurdayetî û xizmeta PDK û Serok Barzanî tuneye. PDK a ku bi xwîna hezaran pêşmerge û şehîdên Kurdistanê heta bi îro hatiye, divê li gor hest û helwesta Mesûd Barzanî û li ser rêbaza nemir M. Mistefa Barzanî tev bigere û xizmetê bike. Ev xizmet ne tenê ji bo Başûr lê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê be û siyaseta wê jî siyasetek çar alî û Kurdistanî be. Ev partîya ku li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî rêz û qedr e, divê ji alî klîk û hizibçîtîyan ve neyê lewitandin û ji bo berjewendîyên şexsî neyê herimandin, rêz û giranbuhayîya wê neyê xistin.

2- Mesûd Barzanî ne tenê li Kurdistanê, li seranserê cîhanê kesayet û serokek bixwebawer û rêzdar e. Ji derveyî PKK û der û dora PKK, tu Kurdê ku Mesûd Barzanî wek Serokê Netewî qebûl neke tuneye. Helwesta wî ya di derbarê serxwebûna Kurdistanê û şerê brakujî de cihê şanazî û payebilindîyê ye. Ji bo bidestxistina dewletek serbixwe û rêlibergirtina şerê navxweyî û brakujî, divê hemû Kurd piştevan û parêzerên Mesûd Barzanî bin û di vê rêya pîroz de gotin û kiryarên kirêt û qirêj li ser navê cenabê wî nekin. Ji bo tehamil, demokrasîya navxweyî û ji bo selametîya PDK û Mesûd Barzanî, divê her Kurdê welathez û xêrxwazê Kurd û Kurdistanê rexneyên erênî û çêker li PDK bigrin da ku PDK ji klîk û xizibçîyên xêrnexwaz safî û pak bibe û navê Mesûd Barzanî ji bo berjewendîyên şexsî neyê bikaranîn.

3- Partî ji bo gihiştina armancakê tên damezirandin. Partî ne armanc, lê alav û hacet in. Lê mixabin li her çar parçeyên Kurdistanê partî ji alavbûn û hacetbûnê derketine û bûna armanc. Partî û berjewendîyên partîyan ketine pêşîya armancên netewî û ji PARTÎ DEWLET bûnê derbasî NETEW DEWLETBÛNê nebûne. Ji ber ku îro li Başûrê Kurdistanê rewşek awarte û rewşek ber bi dewletbûnê ve heye, berî her tiştî divê PDK û Barzanî ji PARTÎ DEWLETBÛNê derbasî NETEW DEWLETBÛNê bibin. Heta derbasî netew-dewletbûnê nebin, wê klîk û hizibçîyên nava partîyê jî xilas nebin. Heta ji partîtîyê derbasî siyaseta netew-dewletbûnê nebin, wê nikaribin ji bo Kurdistana mezin siyasetek netewî û giştî jî bimeşînin. Ev yek jî bêguman rûn li ser nanê klîk û hizibçîyan dike û fersend û derfetan dixe destê wan ku partî û destkeftîyên partîyê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin.

4- Rexne û rexnekirin di nav Kurdan û partîyên Kurdan de bi cîh ne bûye û rûneniştiye. Rexnekirin wek dijminatî û neyartî tê nirxandin. Ji ber ku çand û kultura rexne û rexnekirinê di nav partîyên me de rûneniştiye, pirsgirêk, alozî û kêmasîyên heyî jî nayên nîqaşkirin û çareser nabin. Rexnekirinên çêker û erênî rê ji nîqaşan re vedikin, rê ji çareserkirina pirsgirêkên heyî re vedikin û kiryarên ku di nav partîyê de li dijî partîyê hatine kirin derdixe holê. Rexnenekirin yan jî rêlibergirtina rexneyan hebûna pirsgirêkan dupat û bincil dike, pirsgirêkên heyî zêdetir dike û herweha rûn li ser nanê klîk û hizibçîyan dike ku bi hêsanî xwe di nava partîyê de veşêrin û kiryarên xwe yên kirêt berdewam bikin. Ev yek jî bêguman ne di berjewendîya partî û pêşketina partîyê de ye. Di vir de divê PDK û Barzanî giringîyek mezin bidin rexneyê û ji rexnekirinên çêker û erênî netirsin da ku bibin pêşevanê avakirina civakek demoqrat.

5- Di dinyayê de yek ji çekên herî mezin MEDYA ye. Gava medya ne di xizmeta berjewendîyên netewî de be, ew medya wê di xizmeta klîk û hizibçîyan de be û wê her klîkek li ser navê PDK û Barzanîyan ji xwe re medyayekê ava bike. Îro piranîya medyayên ku xwedêgiravî li ser nav û derfetên PDK û Barznîyan weşanên xwe dikin, çi heyf e ku neyartîya PDK û Barzanîyan dikin û bi pare û derfetên Barzanîyan xizmetê ji siyaseta PKK re dikin, ji PDK û Barzanîyan zêdetir propaganda PKK dikin. Piranîya karmendên wan medyayên PDK û Barzanîyan PKKî yên kevn û nû û dergevanên Bakurî ne. Ev yek darbeyek mezin li PDK û Barzanîyan dixe û wan di awira gelemperî de piçûk û lawaz dike. Her çiqasî PDK û Barzanîyan li gor derfetên xwe medyayek xurt ava kiribin jî, klîkên nav PDK ev yek ji bo berjewendîyên klîka xwe bi kar anîne û nahêlin ev medya di xizmeta doza netewî de karekî baş bikin. Klîkên nava PDK ji bo berjewendîyên xwe heta îro nehiştine ku medya heyî ji xizmeta parçeyekî derbasî xizmeta Kurdistana mezin bibin û ev yek jî di serî de li dij daxwaz û vîzyona Mesûd Barzanî û Barzanîyan e. Piştî nîvdewletbûna Başûrê Kurdistanê avakirina medyayek netewî û Kurdistanî ku karibe bandorê li hemû Kurdên dinyayê bike di serî de erka PDK û Barzanîyan e.

6- Klîk û hizibçîyên di nava PDK de û li ser navê Barzanîyan desttêwerdanan di gelek karan de dikin, ziyanek mezin dane û didin PDK û Barzanîyan. Bi taybet bi desttêwerdanên nava partîyên siyasî ziyanek mezin dane PDK û li ser navê Barzanîyan Kurdan ji hev parçe dikin. Ev yek li Bakurê Kurdistanê pir zelal û eşkere ye. Bi destê van klîkan partîyên Bakur ji hev tar û mar bûn û nimûneya herî baş jî PDK Bakur e. Bi saya serê van klîkên nava PDK Başûr PDK Bakur bû 4-5 parçe û her klîkekê ji xwe re klîkek din li Bakur ava kir. Klîkên Başûrî li Bakur ne tenê partî parçe kirin û ji xwe re klîk çêkirin, herweha ji xwe re zilam, peya û dergevan jî kirîn û bi çendsed dolar yan çend zerfan ew kirin peya û sîxurên xwe. Ew sîxur û dergevanên ku tenê çepikan ji PDK û Barzanîyan re lêdixin, tu eleqe û têkilîya wan bi rêbaza Barzanî re tuneye û ji bo çend dolaran karin xiyanetê li PDK û Barzanîyan jî bikin. Bi saya serê klîkên nava PDK di medya wan klîkan de wek rojnamevan û nivîskar tên payedarkirin. Ne tenê li Bakur, mixabin wan klîkan li Ewrûpayê jî ji xwe re mixbîr, dergevan û Beko Ewanên Bakurî kirîne û wan ji bo berjewendîyên xwe bi kar tînin. Ev klîk û dergevanên ku hewl didin rê li ber eşkerekirina rastîyan bigrin, ji bo deşîfre û eşkere nebin gilîyê me li cem PDK û Dezgehên Barzanîyan dikin û me bi Apoçîtîyê îtham dikin. Divê em li vir pir bi zelalî bînin ser zimên ku; PDK û medya xwe ji teref hin klîkan ve ketiye bin wesayeta Apocîyan û hinek keftar û mixbirên Bakurî.

Bi kurt û Kurmancî heger em bêjin;
Bav û kalên me gotine ” Here cem dostekî xwe ku te bigrîne, ne ku te bikenîne ”.
Wek heval û dilxwazên Mesûd Barzanî, em hewl didin bala cenabê wî bikşînin ser kêmasîyên partîya wî û tahrîbatên ku klîkên xêrnexwaz li ser navê wî û partîya wî dikin.

You may also like