pdk-ypg-2014
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di Parlamentoya Kurdistanê de, rexneyên tund li PKK kir û ragihand ku ”gavên PKK ya ji bo avakirina kantonekê li Şingalê, hewla parçekirina axa welat e”.

Fraksiyona PDK li ser ragihandina “Encumena Êzîdiyên Şingalê” ji aliyê PKKê ve, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyanîyê de rexneyên tund li PKK tên girtin û helwesta PKK wek parçekirina axa Kurdistanê tê destnîşankirin.

Fraksiyona PDK di daxuyaniya xwe de dibêje: “Di vê dema ku Kurdistan di şerekî dijwar de ye û bi tundî şerê terorîstên DAIŞê dike, PKK bêyî ku dezgehên fermî û hikûmî yên Başûrê Kurdistanê bigire ber çav, tê û daxwazek ne rewa dixe rojevê. Ew kar li hember dezgeyên yasayî yên Kurdistanê û serweriya Başûrê Kurdistanê bêrêzî û desttêwerdan e, xwe ferzkirine li ser îradeya xelkê Şengalê.”

Fraksiyona PDK, di daxuiyanîya xwe de vê gava PKK wek parçakirina axa Kurdistanê bi nav dike û ji Hikûmeta Kurdistanê û temamê dem û dezgehên Kurdistanê dixwaze ku li dij derkevin û bêdeng nemînin.

You may also like