Berdevkê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku Doran Kalkan di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Med Nûçe de ji rewangehekî dijminkarî çendîn axavtinên ne dicihê xwe de derbarê Herêma Kurdistanê kiriye û li ser Herêma Kurdistanê axiviye. Axavtinên vî zilamî hiqasî dûr in ji canê niştimanperweriyê û berjewendiya neteweyî, ku tenê dibe ku ji devê dijmin û dagîrkeran derkeve, ne serkirdeyekî partiyeke kurdistanî.
pdk-ypg-2014

Daxuyaniya Berdevkê Polîtburoya PDKê derbarê axavtinên Doran Kalkan:

Cemawerê serbilind ên Kurdistanê.

Part û aliyên siyasî û navendên rewşenbîrî û akadîmîst ên Kurdistanê

Malbatên şehîd û Pêşmergeyên serbilind û qehreman

Di demekê de ku gelê Kurdistanê li Başûr rastî dirindtirîn terorîst di dîrokê de hatiye û wan terorîstan dişkîne, û di dema ku doza gelê li Başûr pêngavên mezin û pir girîng bi aliyê pêşketin û demokratiyê de davêje û roj bi roj pêgeha herêma Kurdistanê li navçeyê û li cîhanê bilind dibe, herwiha di dema ku niha ji her demekê bêtir pêwîstiya gelê me bi yekrêziyê heye, da ku vê qonaxa pir gef bi serkeftî derbas bikin, mixabin Doran Kalkan Endamê Konseya Rêveberê Koma Civaka Kurdistanê di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Med Nûçe de ji rewangehekî dijminkarî çendîn axavtinên ne dicihê xwe de derbarê Herêma Kurdistanê kiriye û li ser Herêma Kurdistanê axiviye. Axavtinên vî zilamî hiqasî dûr in ji canê niştimanperweriyê û berjewendiya neteweyî, ku tenê dibe ku ji devê dijmin û dagîrkeran derkeve, ne serkirdeyekî partiyeke kurdistanî.

Yekem: Doran Kalkan, wek kesekî ku nizane yek gotinê bi zimanê kurdî biaxive û nexuya ye ku neteweya wî çî yeû baweriya wî bi mafê gelê kurd nayê, ne ji mafê wî ye bi ti awayî behsa mafê gelê Kurdistanê bike. Ma Kalkan kî ye ku behsa çarenivîsa gelê Kurd bike.

Duyem: Tevî ku Kurdistan perçe bûye bo 4 perçeyan û gellek nexweşî û karesat dîtiye, lê dîsa dilê kalkan xweş nebûye bi wê û hez dike hêj Kurdistan perçe bibe.

Sêyem: Kalkan behsa dîktatoriyetê dike û îftiraya dîktator bûnê dixe ser Başûr, Hewlêr û PDKê em ji wan dipirsên ka gelo li Kurdistanê de kî bi qasî PKKê rêbazên dîktatorî bikar tîne? Li cêyên ku PKK serdeste gelo azadî heye, li cêyên ku dest bi ser wan de girtine kengî rê bi nêrînên cuda dane daku xwe îfade bikin? Kesek ku têjî ji hizrên dîktatoriyetê be çawe dikare behsa azadî bike?.

Çarem: Hebûna Kalkan bo PKKê jî bûye kêşe, nav hatî li Almaniya bi tawana teror hate girtin û pişt re hat li Sûriyayê ma, her Kalkan û ewin ku weke Kalkan dihizirn bo sedema vê yekê ku tometa terorê bikeve ser PKKê.

Pêncem: Rijandina rondikên tîmsahî bo gelê êzidî li Şengalê ti fêde nake, terorîst ezidî genocide kirin lê Kalkan dixwaze bi birînên wan bilîze, hêzên pêşmerge bi fedakarî û qurbanî dan bist bi bista devera Şengalê rizgar kir û ti aliyek jî bi qasî partî bo vê deverê xwîn nedaye

Partiya Demokrat a Kurdistanê

You may also like