Civîna 6 partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê qediya. Partiyên han bang li PKK û dewleta Tirk kirin: Şer bidin sekinandin! Wan partiyan her wiha piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî anîn ziman.

Civîna 6 partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, ku rojên 6 û 7ê vê mehê li Amedê hatibû lidarxistin, xilas bû. Encamnameya civînê jî îro hat ragihandin.

Di encamnameyê de, bang li PKK û dewleta Tirk hatiye kirin, şer bidin sekinandin û pêvajoyek nû ya diyalogê bidin destpêkirin.

Encamnameya civîna 6 partiyên siyasî wiha ye:

“JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTAN Û CÎHANÊ RE

Lı ser banga partî û tevgerên Kurdistanê, di 6-7ê Sibata 2016an de li Diyarbekirê bi beşdarîya derdorên siyasî yên cuda, partî û dezgehên civakî yên sivîl, akademîsyen û şexsîyetên serbixwe, Konferansa bi navê “Bidawîanîna Şerê li Kurdistanê û Perspektîfa Çareserîya Siyasî” lidarket. Komisyona Amadekar ya Konferansê dîtin û pêşniyarên ku di Konferansê de hatin pêşkêşkirin û munaqeşekirin jî da ber çav û biryar da ku van encaman bi raya giştî re parve bike.

Konferansa me; Pirsa Kurd û Kurdistanê wek pirseke siyasî ya herêmî û navneteweyî dibîne û dibêje çareserî jî di mafê çarenûsîya miletê Kurd de ye.

Konferansa me, piştgirîya xebat û têkoşîna ji bo serxwebûna başûrê welatê me dike. Herweha, piştgirîya lêgerîna statuyekê ya rojavayê welatê me û piştgirîya têkoşîna jinûve geşbûna neteweyî ya rojhelata welatê me dike.

Konferansa me dide diyarkirin ku di bingeha çaresernekirina pirsa kurd û Kurdistanê de siyaseta “yek dewlet, yek millet, yek welat, yek ala” ya dewleta Tirk dimeşîne, heye. Her weha dide diyarkirin ku ev pirs bi metodên leşkerî nayê çareserkirin.

Konferansa me bang li dewlet û hikûmetê dike, divê ku dev ji şer û operasyonên li gund û bajaran û yên li “derveyî sînoran” berde. Divê hikûmet heyeteke hevpar ku ji hemû beşên siyasî û civakî yên Kurdistanê pêk tê, wek muxeteb qebûl bike û di bin çavdêrîya garantorên navnetewî de dest bi pêvajoyeke nû bike. Ji bo pêkanîna maf û azadîyên demokratîk ên neteweyî yên gelê me, divê gavên acil biavêje.

Şerê çekdarî yê PKKê û şerê ku di nav bajaran de berdewam e, îro feydeyê nade gelê Kurd û doza me.

Divê PKK dawî li van xendek û barîkatan bîne; divê dawî li vî şerê çekdarî yê li çiya û bajaran bîne.

Konferansa me; li Gimgim (Warto), Farqîn (Sîlwan), Cizîr, Navçeya Sûra Diyarbekirê, Nisêbîn, Îdil û Şirnexê ji bo maddî û manewî zerarên gelê me yê ji ber şer û pevçûnan cîh û warên xwe bi cîh hiştine, zerarek mezin dîtine, hatine kuştin, birîndar bûne, werin tezmînkirin û tedbîr bêne sitandin, bangî dewletê dike ku gavên acîl biavêje.

Konferansa me; di vê pêvajoya dîrokî ya ku fersenda serxwebûnê hatiye ber derî de, bangî hemû aktorên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dike ku bi yekdengî, hêza xwe bikin yek. Herweha divê ku tevger û partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî ji bo tifaqeke neteweyî ya mayînde gavan bavêjin û rêveberîyeke hevpar ya leşkerî, aborî û siyasî pêk bînin.

Konferansa me bang li Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Konferansa Îslamî, Parlamentoya Ewrûpayê, Yekîtîya Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê, Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê ya Ewrûpayê û gelên cîhanê dike da ku piştgirîya têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo edalet, azadî û wekhevîyê bike.

Konferansa me dide diyar kirin, di xebata qanûna bingehîn de -ku dîsa ketiye rojevê- divê ku wek alîyekî, dîtin û pêşniyarên hemû hêzên Kurdistanî jî werin girtin. Di qanûna bingehîn a nû de, divê ku nasnameya kurdî were naskirin, divê daxwazên neteweyî yên kurdan û statuya Kurdistanê tê de cih bigre. Divê kurdî di perwerdeyê de û di hemû dezgehên resmî de were bikaranîn û bibe zimanê resmî. Perwerdeya bi zimanê dayikê, azadiya ramanî û rêxistinîyê divê bi awayekî zelal di qanûna bingehîn de were parastin.

Konferansa me dide diyarkirin divê ku hemû etnîsîte, ayîn û bawerîyên cuda yên li Kurdistanê dijîn bikaribin bi awayekî azad xwe îfade bikin û mafê wan bi qanûna bingehîn were misogerkirin û parastin.

Konferansa me bangî gelê Tirk dike ku li hember siyaseta şer bêdeng nemîne, helwestê bigire. Em nirxeke mezin didin kesên ku li dijî şer in û piştgiriya gelê me dikin.

Konferansa me ji bo van raman û daxwazên ku di daxuyanîya encama konferansê de hatine diyarkirin pêk bên, wezîfeyê dide hemû partî û tevgerên siyasî yên amadekarên Konferansê, da ku bala raya giştî bikşînin û bi dem û dezgehên peywendîdar re têkilîyan deynin.”

You may also like