Selahattin Çelik

Dewlet dezgehek e. Xak û civaka xwe diparêze, sîstema siyasî, aboriyî û berevaniyê didamezirîne, dîrok, ziman û çandê diparêze û pêşve dibe. Nîjadperest, komunîst, dîktator, lîberal an a civakî, dewlet ev e.

Yên ji kevneşopa çepgir tên, ji sedemên bîrdozî û felsefî, dewletê şermezar dikin, lê ew jî ji bo jiholêrakirina dewletê, serî li dewletê didin. Encam: Dewlet ji bo hemûyan pêdiviyeke bivênevê ye.

Heke dewleta te hebe

Al û nasnameya te heye. Li dinê navê te heye. Tu wêrek î. Tiştek were serê te, piştgirê te heye. Di YNê de kursiyê te heye. Tu bi al û nasnameya xwe dikevî pêşbirkên navneteweyî. Tu bi dîrok, ziman û çanda xwe serfiraz î, wan bi saziyên lêkolînê pêşve dibî. Ti kes nikare wan ji te bidize. Li himberî gefên xêrnexwazan, tu bi dewletan re peymanên hevalbendiyê girê didî. Tu xwedî erd, rubar, neval, çiya û asîmanê xwe yî. Em Kurd ji van hemûyan bêpar in, bê nav û nasmane ne.

Ez dûr neçin, heke dewleta me hebûya; wê Yilmaz Guney bi kurdî bileyista, Ahmet Kaya bi kurdî bistra, Yaşar Kemal bi kurdî binivîsanda. Û ya misoger: Serkeftina wan ne ji ziman û çanda tirkî, lê ji cewher û berhemendiya wan dihat.

Kî dijî dewleta kurd e?

Em sedemên Îran, Tirkiye, Îraq û Sûrîyê baş zanin. Ew serdestê xaka me ne, ew me dikujin, koçber dikin, nirx û dewlemendiyên me înkar û talan dikin. Da em ranebin ser piyên xwe, peymanan li himberî me girê didin.

Ew nîjadkujer in. Jenosîd ne tenê kuştin û koçrevî ye; înkar û talana dîrok, ziman û çandê ye jî. Bi gotinên vekirî: Tirkî hinbûna zarokên kurdan, sûcê jenosîdê ye. Ji ber ku zimanê zikmakî tê qedexekirin, yê biyanî bi zorê tê fêrkirin.

A xeteretir; bi demê re ramana çewt a “kurdî zimanekî paşmayî ye” û “tirkî zimanê şaristan û zanistê ye”, serdestê mejî dibe. Pişaftin û nîjadkujî bûye diyardeyeke navxweyî û em kirinê evîndarên kujerên me. Ku îdîaya “zimanê zanistê”, xelet e û nîjadperest e. Îngiliziya dewlemend jî bê qedexe bikin, wê bê jibîrkirin.

Bûyer bi dewletbûnê re rasterast têkildar e. Mînak; heke dewleta tirk tinebûya, ma wê ziman û netewe tirk hebûya?

Çima em li dijê ne?

Çarbeşbûn, şert û mercên cuda, hebûna zaravayan, bandora dewletên serdest û gellek faktorên din dibin mehne, lê nabin sedem. Ji ber ku mafê dewletbûnê, ji hebûnê tê. Mirov nikarê mafê hebûna kurdan, bi daxwaz û berjewendiya dewletên din ve girê bide. Ji wêkê; heke hinek ji me li himberî dewleta kurd bin, divê em li bandora dewletên serdest bigerin.

Dewlet û demokrasî ne li dijê hev in. Bi mehneya demokrasiyê dijberiya dewleta kurd kirin, durûtî, demagojî û xefik e. Bê dewlet, demokrasî çênabe. Gava gel azad bin, tenê hingê dikarin bi hev re sîstema hevalbendiyê ava bikin. Dewlet dikare bibe navgîna azadî, xweşbînî û hevkariya gelan. Rojhilata Navîn, ducanê wê sîstemê ye. Astengiya herî mezin, nebûna dewleta kurd e.

Tecawiza hişmendiyêcelik

Tecawiz sûcê herî giran e. Lê ya herî xetere, tecawiza mejî (“mindfucking”) ye. Ew weke jehra eroînê ye. Bi demê re qurban dike bengiyê xwe.

Hevalekî min ez birim nîjadkujiya Dêrsimê. Nifşa ji nîjadkujiyê filitî wisa hizir dikir ku wan, jin, zarok, xizm û cîranên xwe, xak û rûmeta xwe neparastibûn. Tevî ku nikariyan biparêzin jî, ji şerm û kerbê xwe dixwarin.

Dijminê wan, li ber çavên wan bû. Lê ji wan nedihat ku tiştekî bikin. Rêyeke din hebû: “Di mejî de guhertina wêneyê kujer”. Serpêhatiya “şoreşa sosyalîzmê”, “demokrasî”, “yekîtiya gelan” û “şermezarkirina neteweparêziya kurd”, wisa dest pê kiribû. Ew, ji rastiyê revîn bû.

Ciyê tecawiza mejî ya bûyera me, 1999ê Îmralî ye. PKKê gav bi gav kete wê xefikê. Tezên weke “komara demokratîk”, “civaka ekolojîk” û “xweseriya demokratîk”, ku ti kes tiştekî ji wan fêm nake, bûn bîrdozî û polîtîkaya tecawiza hişmendiyê. Bi demê re kadro, girse ve rêxistinên wê çêbûn û ew berhema jehrîn, bû diyardeyeke civakî.

Ma çi têkiliya wan tezan bi Başûr, Rojava û Rojhilatê heye? Heye, ji ber ku PKK mîsyona çar beşan daye ber xwe. Divê bernameyê her beşê, li wan tezan bîne.

Şerê Sûriyê li Rojavayê ew derfet çêkir. Nav “kanton” an tiştekî din, em baş zanin ku li wir di nav ereb û kurdan de şerekî netewî heye. PKKê, nav jî tê de, tevgera xwe ya Rojhilatê bi tevahî guherand, hemû tişt xist selika “demokrasiya melayên şiî”.

Hûnê bêjin şertên Başûr cuda ne. Tevî şer jî, di mijara demokrasiyê de ji beşên din gellek li pêştir e. Ew xwedî rewşeke lîberal e. Ziman bi fermî azad in. Partî serbest in û di parlamenê de cih digrin. Erê, lê dîsa jî Başûr ji planê cameran nefilitî. Karesata Şengalê û nakokiyên partiyên kurd, keys çêkir ku li wir jî senaryoya kantonan dubare bikin. Û bi ya camêran, ew “serkeftin(?)” hemû, berhema tezên Îmraliyê bûn!

Ji aliyê din, divê em ji bîr nekin ku demokrasî bi çanda netewî û olî, bi aborî, bi hêza entelektuelan û têgihiştiniya civakî ve girêdayî ye. Em sê pêxemberên dawî û hemû bijarêyên mirovajiyê bînin cem hev jî, ew nikarin li Îraqa îro demokrasiyê ava bikin. Girêdaniya bi Bexdayê ve, bi xwe re tenê karesatan tîne.

Hûnê bêjin ku ma hewqas êş, ked, xebat, leheng, şehîd û girseyên fedekar? Jixwe bermayiyên tecawiza mejî, xwe bi wan pîrozahiyan vedişêrin. Gava mirov diçe ser wan, wan hêjahiyan didin pêş.

Ev diyar e: Niheqî, nebûna demokrasiyê û tevlîheviya îro, bêhtirî ji kolebûna kurdan tê. Çareserî, dewletbûna kurdan e. Heke Kurd di vê serdemê de dewleta xwe ava nekin, dibe sibê êdî gellek dereng be.

Lê yên bi navê kurdîtiyê, neyartiya dewleta kurd dikin? Heke ew ne xulam û noker bin, ew sûcdarên xwe ne, ew berhema tecawiza mejî ne. Xetere mezin e, ji ber ku ew dixwazin wê jehrê li her beşa Kurdistanê biçînin û tekoşîna rûmetdar biherimînin.

Rûdaw

You may also like