Nûrî Çelîk

Serdana Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nav Kurdên Bakur de pir hat nîqaşkirin. PKK û medya PKK wek her carê di kesayetîya Nêçîrvan Barzanî de bi tundî êrîşî PDK û Barzanîyan kir û jehra dilê xwe avêt der. Lê ya balkêş ev e ku hinek alîyên ji derveyî PKK jî di bin perda welatparêzî û Kurdperwerîyê de di gola PKK de bûn masî û avjenî kirin, ji PKK re bûn maşik û wan jî serdana Nêçîrvan Barzanî rexne kir.

Kurdistan di nav çar dagîrkeran de hatiye dabeşkirin, her çar dorên wê dewletên dijmin û dagîrker in. Ev dabeşkirin bê daxwaz û îradeya Kurdan pêk hatiye. Vê rewşa malkambax Kurd mecbûr kirine û dike ku bi dagîrkerên xwe re têkildar bin da ku li ser lingan bimînin û bijîn. Her partîyek Kurd baş yan xirab, rast yan xelet, mecbûr maye û dimîne ku bi dewletek dagîrker re têkilîyan deynin da ku karibe xebatek siyasî yan çekdarî bike. Bêguman nakokî û pirsgirêkên her çar dewletên dagîrker jî bi hev re heye. Çawa ku dewletên dagîrker li hember dewletên din dixwazin ji Kurdan sûd wergirin û wan ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin,

Em bixwazin yan nexwazin Kurdistan 4-5 parçe ye. Belkî di pêşerojê de Kurdistan bibe 4-5 dewletên serbixwe jî. Tukes nikare misogerî û garantîya Kurdistanek yekgirtî bide. Şert û şirûtên herêmê û dinyayê çi pêwist bikin, dewletên mezin û xwedî gotin çi û çawa bixwazin, Kurd jî mecbûrin para xwe ji wan derfet û daxwazan bistînin. Partî û rêxistinên ku doza Kurdistanek yekgirtî û serbixwe nekin û nakin, mafê wan tuneye di beşek din de alozîyan pêk bînin û dijminatîya destkeftîyên wî beşî bikin. PKK îro Kurdistanek yekgirtî û serbixwe naxwaze, li dij e, dijminatîya Kurdistanek yekgirtî û serbixwe dike. Doza paraztina sînorên dagîrkeran dike û ji bo wê şer dike. Ji ber vê, tu mafê wê tuneye ku dijminatîya serdana Nêçîrvan Barzanî û têkilîyên wî yên bi dewletan re bike. Heke PKK îro doza Kurdistanek yekgirtî û serbixwe bikira û xwedî li heq û hiqûqê milletê Kurd û li benjewendîyên her çar parçeyan derketa, helbet wê mafê wê û rexnekirina Nêçîrvan Barzanî jî hebûya. Lê tuneye.

Başûrê Kurdistanê her çiqasî beşek ji Iraqê be jî, wek federasyon xwedîyê hikûmetek fermî ye û ev federasyon di qada navnetewî de bi fermî tê naskirin. Herêma Kurdistanê di nav sînorê Iraqê de herêmek sebixwe ye û serokê wê jî Nêçîrvan Barzanî ye. Barzanî, wek Serokê Herêma Kurdistanê xwedî maf e ku bi serokdewletan re rûnê, serdana dewletan bike, ji bo pêşeroja herêma xwe bazirganîyê û karê dîplomasîyê bike. Di referandûma serxwebûnê de nêt û armanca PDK û Barzanîyan bi zelalî eşkere bû. Ew dewletxwaz in û amadekarîya pêşeroja Kurdistanê dikin. Şik û guman ji vê re tuneye. Ya balkêş ev e, rêxistin û partîyên ku dewletbûna Kurdistanê naxwazin û dergenanîya sînorên dagîrkerên Kurdistanê dikin, radibin serdan û dîplomasîya Nêçîrvan Barzanî rexne dikin. Ne tenê rexne, dijminatîyek xirab jî dikin. PKK a ku zarokên Kurd ji bo “ demokratîkkirina dewleta Tirk “ û yekrêzîya sînorên wê dide kujtin, dijminatîya Nêçîrvan Barzanî dike. PKK a ku berê Kurdan dide Enqerê û di meclîsa wê de ji bo paraztina sînorên Tirkiyê li ser namûs û şerefa xwe sûnd dixwe, dijberîya serdana Barzanî dike. Madem hûn Enqere wek paytex û qibleya xwe dibînin û diparêzin, madem hûn ne şerê dewletê lê tenê şerê AKP û Erdogan dikin, hûn çi ji Barzanî û Başûrîyan dixwazin? Çima hûn xwe di şikeftên Qendîlê de vedişêrin û naçin li Bakur şerê AKP û Erdogan nakin? Ma serokê we Ocalan ne digot “ yê ku AKP li ser lingan dihêle ez im?“. Ma Karayilan ne digot “ para me di xurtkirina AKP de heye? “. Ma Karasu û Kalkan nabêjin “ em şerê artêş û dewletê nakin, armanca PKK ne parçekirina Tirkîyê ye? “ Madem armanca we ne parçekirina Tirkîyê ye, kî serdana Tirkîyê dike yan nake, ji we re çi? Yan ji ber ku kesek we naxe şûna zilaman hûn ji PDK û Barzanîyan dihesidin û dijminatîya wan dikin?

Dinya û alem zane bê medya PKK di destê kê de ye û xizmeta çi û kê dike. Peyayên dewleta kûr yên wek Yalçin Kûçik û Dogu Perînçek belasebeb bi salan xizmet û piştgirîya PKK nekirin. Yalçin Kûçik belasebeb nedigot “ min Kurdên Bakur ji Barzanîbûnê dûr xistin. Di destê min de hêza medyayê heye. Ew şagirtên ku min perwerde kirin karin xwe ji bo demokrasîya Tirkîyê bidin kujtin ”. Ocalan belasebeb nedigotin û nabêje “ heta ez sax bim ez nahêlim Barzanî dewletek Kurdî damezrîne “. Êrîşên PKK û kalemêrên şikeftên Qendîlê ne pûç û vala ne, ne êrîşên erzan û belaş in. Ev êrîş parçeyek ji plan û projeyên kesên wek Yalçin Kûçik û dewleta Tirk in û di bingeha wê de dijminatîya serxwebûna Kurdistanê û xeta serxwebûnê ye.
Îro li seranserê Kurdistanê du xet eşkere ne. Xeta azadî û serxwebûnxwazîyê û xeta teslîmîyet û bindestîyê. PDK û Barzanî rêber û serkêşên xeta dewletbûn û Kurdistanxwazîyê ne, hewl û armanca wan Kurdistanek serbixwe ye. Referandûn nîşanek piçûk e. PKK rêber û serkêşê teslîmîyet û parçekirina Kurdistanê ye. Hewl û armanca wê paraztina sînorên dagîrkerên Kurdistanê û rêlibergirtina Kurdistanek serbixwe ye. Sedema êrîşên PKK û çîrpkên wê yên 40 salî ev e, tirsa dewletbûna Kurdistanê ye. Êrîşên ser PDK û Barzanîyan ji ber vê yekê ye.
PKK, KCK û HDP a ku bi pare û çekên MÎT a Tirkîyê li Enqerê hatine damezirandin (Ocalan bi xwe mikur tê û dibêje), bi îdeolojî û serokatîya çepên Tirk (ku ew bi xwe jî xizmetkarên plan û projeyên dewleta Tirk in, hebûna xwe û siyaseta xwe li ser dijminatîya PDK û Barzanîyan ava kirine û tirsa wan a herî mezin jî dewletbûn û yekîtîya Kurdistana mezin û guhertina sînorên dewletên dagîrker e. Ev aşîkar e û ne veşartî ye. Lê dibêjin “ reva pisîkê heta kadînê ye”. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn gav bi gav lê hêdî hêdî dikeve jiyanê û di vê projeya mezin de Kurdistana mezin û yekgirtî yek ji xalên sereke ye. Başûr û Rojava mînak û nîşanên vê yekê û vê gavê ne. Sedema ku PKK bi tundî dijminatîya AKP û Erdogan dike ev e ku Erdogan yek ji hevserokên Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e ku damezirandina Kurdistanê jî xalek ji vê projeya mezin e. Erdogan ji 2015an û vir de, ji çapemenîyê re 34 caran gotiye “ em yek ji hevserokên Projeya Mezin a Rojhilata Navîn in ”. Dewleta kûr a Tirk vê yekê baş zane û dibîne. Ji ber vê jî, bi rêya PKK û çepên Tirk AKP û Erdogan ji xwe re kirine hedefek mezin û Kurdan ji Erdogan û Barzanîyan re dikin dijmin û neyar.
Bi kurt û Kurmancî heke ez bêjim; divê Kurd wek PKK nebin nêçîra devê xelkê, divê bibin Nêçîrvan. Wek Serokê Herêma Kurdistanê mafê Nêçîrvan Barzanî ye ku serdana her welatî, her dewletê bike û bi rayedarên wê dewletê re rûnê. Herêma Kurdistanê herêmek federal e, xwedîyê ala xwe ye û di qada navnetewî de fermî û xwedî rêz û paye ye. Mafê tukesî tuneye ku dijminatîya serdan û seyrana Serokê Herêma Kurdistanê bike. Tew mafê wan kes, hêz û partîyên ku Bakurê Kurdistanê wêran û talan kirine, kevir li ser kevir nehiştine û firotine, qet tuneye. Helbet mafê me û mafê herkesî heye ku di çarçoveyek medenî û exlaqî de PDK û Barzanîyan bi dostanî rexne bike. Lê êrîşên dijminane, êrîşên dûrî exlaq û nirxên Kurdayetîyê nayên qebûlkirin û xizmeta neyarên Kurd û Kurdistanê dikin.

You may also like