Selahedîn Çelîk

Ev têgeha dewleta tirk e, xelet e, demagojî ye û biqestî ye. Erdnîgariya mijar, welatê kurdan e, navê wê; rojavayê Kurdistanê ye. Têgeha “Bakurê Sûrîyê” jî xelet e, ji tirs û dudiliyê tê. Dewleta tirk, ji xaka Kurdistanê re dibêje “Herêmên Rojhilat û Başûrrojhilat yên Anatolyayê”. Ev, mêtingehkarî û înkarê vedişêre. Dubarekirin, xetere ye. Dewleta tirk çav berdaye welat û xaka kurdan.

Ne PKK û PYD/YPG, lê Kurd

Dewleta tirk, ji PKK û PYD/YPGê re dibêje terorîst, wan weke gefê dibîne û êrîşî wan dike. Lê di ciyê PKKê de PDK an YNK û di ciyê PYDê de ENKS hebe, wê dîsa êrîş bike. Bi sedemên hêsan; dewlet, Kurdan qebûl nake. Hişmendiya wê wisa ye, ew li ser dijminahiya kurdan ava bûye û bi wê neyartiyê jiyan dike.

Ka li van mînakên nêzîk binêrin; di serdema Ahmet Davudoglu de Salih Muslumê serokê PYDê du çaran çû Enqerê. Dewletê pêşwaziya terorîstekî kiribû? Par li Başûr referandûm bû. Mesûd Barzanî û PDKê, deqa xwe lê dabûn. Dewleta tirk, weke îro êrîşî wan jî kir. Heke hevparê wê Îranê bi nijdeyên xwe yên ereb êrîş nekira û DYA nebûya, dibe artêşa tirk êrîşî Başûr jî bikira. Diyar e: Bûyera îro, ne di navbera Enqere û PKKê de, lê di navbera dewleta tirk û Kurdan de ye.

Gefa dewleta tirk û hiqûqa navdewletî (heke hebe!)

Êrîş an gefa wê, artêş- û nîjadperest e, li dijî demokrasiyê ye, tecawiz e. Bûyera Efrînê xwe dubare bike, wê ew ji bo dewletên mezin û dezgehên navdewletî yên têkildar, şermiyeke mezin be. Zimanê dewleta tirk, ne biyanî ye. Hîtlerê faşîst jî, bi mehneya “parastina Almanên bêguneh”, rûxandin û mirin şandibû her çar aliyan. Bi çi navî be jî, êrîşkirina netewekê û dagirkirina welatekî, li himberî mirovahiyê sûc e û şermezariyê heq dike.

Hilbijartin an Kurd?

Di her hilbijartinê de desthilata tirk, êrîşî Kurdan dike. Çima tenê Kurdan? Qama wê, nagihê yên din. Kurd di qada navdewletî de bêxwedî ne.

Desthilata tirk nîjadperestên xwe bi çanda êrîşê têr dike. Lê ji serketina hilbijartinê zêdetir, da ku destkeftiyên kurdan birûxîne û erdê wan bi dest bixe, hilbijartinê bi kar tîne. Heke me hê jî ew fêm nekiribe, çi heyf! Ma yên ji xwe re dibêjin dijber, dikarin bi hilbijartinê pişta otokrat bidin erdê? Mêro weke reşaşê bi ser dikeve, dewlet bûyê dezgeha fen û fûtan.

Di lûtkeya dewletê de planê “Mîsakî Mîllî ya berfireh” heye. Hedefe sereke Kurd in. Bi ser dikevin an ne, tişta ew dikin ew e.

Helwesta dijberiya tirk, rebenî ye. Ji bo xatirê hilbijartinê her carê piştgirî dide dagirkeriyê û her carê bi zanebûn winda dike. Heya xaka kurdan bê dagirkirin, li Tirkiyê xewna demokrasiyê jî nabe. Edî dev ji şelaftiya dagirkeriyê berdin!

Dijberên Sûrî

Çekdarên dijber yên sûrî yên di xizmeta artêşa tirk de, ji binemaliya tundrew ya îslamî tên. Malbatên wan li Tirkiyê ne. Her bazirganiya qirêj dikin. Dewleta tirk ew bi xwe ve girê dan. Ben, di destê efser û sîxurên tirk de ne. Herdu nîjadperestiyên hov, bûne yek. Ew rewatiyê bi ti awayî heq nakin.

Endamên artêşa tirk, bêhtirî leşkerên mûçexur in. Ne doza wan rast e, ne jî hatine xapandin, mirina wan navê şehîdbûnê heq nake. Di civakê de lehengkirina wan, ji diyanetê heya rojnameyan karê bi dehan dezgeh e.

Kujerên li Ewropayê komkujî kiribûn, ji tora jorê dihatin. Vêga ew êrîşî Kurdan dikin û hikûmetên Ewropayê, ker û lal dimînin. Ma ji vê mezintir şermî heye?

Rûsya, Îran, Sûrîye

Putin, Carablus û Efrîn da dewleta tirk. Nexwe artêşa tirk nikarî xwe li ber bida. Îro jî li pişt zirtên dewleta tirk, Putin heye. Çima Kurd û Rûs li hev nehatin? Kurdan xwest lê nebû. Putinê destbirayê otokratên Enqere û Tehranê, Kurdan nas nake. Hê jî hin Kurd, ji Rûsan daxuyaniyên derew belav dikin. Çi bêhişî!

Barê Tehranê giran e. Ji ambargoyê dinale. Hilma DYAyê li ser stûyê wê ye. Erê ji dagirkeriya Enqerê aciz e, lê ji kûrbûna nakokiyên Enqere û Waşîngtinê dilxweş e û heke Kurdên hevbendên DYAyê derb bixwin, hingê keyf keyfa Tehranê ye.

Kurd banga lihevhatinê li Şamê dikin. Bila be, lê heke Şam hebe. Melîk, Putin e. Ew baş zane ku Şam êdî nikare Sûrîyê kontrol bike. Şam dikarî bi Kurdan re li hev were. Nekir, Carablus û Erfîn radestî dewleta tirk kir. Yê heya misqalekê xwedî hestên welatparêz, ma wê bêrûmetiyê bike?

Slogana rojê; “DYA, Kurdan difiroşe”

Bifiroşe, wê ew ne nişkegavî be, berê kiriye, êdî xericî ye. Lê yê bi bang firotî û difiroşe heye: Putin. Û ma tişta çendek desthilatên Ewropayî kirî, ne firotin e? Ji kî tê, difiroşe…

Li ser DYAyê gellek şîrove hene. Naxwaze dewleta tirk winda bike, lê nakokiyên wan mezin in. Êrê siyaset weke setrencê hunerî dixwaze, lê ew pirsa hêzê ye. Gorî qewareya xwe mirov diaxife. Tenê di çîrokan de qambost zora dêwê dibe.

Daxwazên Enqerê gellek in, Kurd di serî de ne. Enqerê berê bûyera Cemal Kaşikçi jî da wî alî ve (û dibe ji berî kuştinê). Kurdîtiya serrakirî, kezeba Enqerê diqetîne. Da ku rê li ber Kurdan bigre, her tiştî pêşkêş dike. Îro em bi wê bazara qirêj re rûbirû ne. Divê em ji her kîretiyê re amade bin.

Çima Kurd û Tirk li hev nayên? Kurdên Bakur hewl dan. Dersên agirbestan û şerê bajaran yê 2015ê hene. Rojavayê ceriband, dersê Efrînê heye. Başûr ceriband, dersê referandûmê heye. Îro kîjan Kurd dikare xwe dide ber wê hêviya pûç?

Kurdîtîya tundrew û Kurdîtîya nerm

Cudatiyeke bêwate. Mirov nikare gorî daxwaza dijminê xwe Kurdîtîyê çêke. Heke hûn bêjin mirov dikare, hingê dawî li gavên paş nayê.

Em ne bûyereke berî 50 salan şîrove dikin. Bûyer vêga diqewime û em têde ne. Em bi niheqî û xetereyeke mezin re, rûbirû ne. Qîra bi hev re, dibe bibe destpêkek. Erê encam berhema hêzên şer e, lê hevbendî û xebata me ya dîplomasiyê jî, dibe bandoreke diyarkeriyê li encamê bike.

Kurd dîsa tenê dimînin? Dibe dîsa tehliya jehrî para me be. Lê her rûmet para me, şermî para yên din e.

Rudaw