Umer Elî Xefûr

Guherînên mezin û dîrokî, çi baş an xirab bin, bi gotinên teorî û zimanê weiz û îrşad û nivîsên pirtûkan tenê rû nadin. Lê pêwistiya wan bi erdhejekê heye ku axa jêr piyê mirovan bihejîne û takekes, civak û desthilatê ji xewa xefletê hişyar bike da awayê rêveberî û desthilatdarî û têfikirîna xwe biguherînin û dest bi destpêkeke nû bikin.

Rast e li her civakekê çend nirx û bihayên bilind hene ku ew civak nikare bi hêsanî dev ji wan berde. Lê di hinek rewşên taybet de, mumkin e pabendiya bi wan bihayan ve bibe cihê metirsiyê û bibe gefek li ser wê civakê û nirxên wê yên şaristanî.

Li civakên Rojava bihayên herî bilind demokrasî, mafên mirov û rêzgirtina azadiyên sereke ye. Lewra welatên Rojava mafê man û niştecîbûnê da bi milyonan mirovên ku ji welatên din ên dinyayê wek welatên Ereb û misilmanan li Rojava hêwirîne.

Ev kes bi xêra sîstema demokratîk a Rojava bi serbestî dijîn û bê tirs û pirs erkên xwe yên olî jî cîbicî dikin. Helbet ev li gor hemû pîvanan qenciyeke mezin e ku Rojava li misilmanan dike. Quran jî dibêje qenciyê bi qenciyê vegerînin, lê gelo di pratîkê de ev yek pêk tê?

Ne tenê revenda misilman, lê bi sedan û hezaran kesên ku ji ber rewşa ruhî û aborî ya xirab a welatên xwe dibin misilman, li ser çanda rik û kîndariya ji Rojava tên mezinkirin û perwerdekirin. Ez dixwazim hejmara misilmanan li Rojava zêde bibe. Lê bi şertê ku ew bi olê misilman û bi hiş û mejî ewropî bin. Ez serbilind im ku ola min bala ciwanên ewropî û amerîkî bikşîne û ew bibin misilman.

Lê eger rêberên misilman li Ewropayê, zihniyeta şerxwaz û paşketî ya welatên xwe bibin wir û li Swêd, Norwec û Fransayê tax, bajar û eyaleteke wek mîrnişîniya Mela Mihemed Umerê Efxanistanê berhem bînin, wê çaxê ez bi vê yekê ne serbilind im û ez wê wek metirsiyeke mezin li ser siberoja Ewropa û hemû mirovatiyê dibînim.

Rojava xeletiyeke mezin kir dema rê da wan misilmanên hişteng û hişkbawer ku bi kêfa xwe û bi serbestî di cade û kolanên Ewropayê de xwenîşandanan saz bikin û bi awayekî eşkere kîndarî û zikreşiya xwe li hember Ewropa û Rojava diyar bikin! Vê yekê wêrekiyeke zêde da wan û me hemûyan dît li Parîs û deverên din çi anîn serê mirovên ewropî yên sivîl û bêguneh.

Min zanîbû wê rojekê ji rojan xeşîmî û kawikiya desthilatdarên Rojava serê sîstema wan bixwe! Min zanîbû ewê bi destê wan radîkalên ku ew bi xwe wan qelew dikin, bikevin quncikeke asê û derbeke mezin bixwin. Êrişên DAIŞê li Parîsê bûne erdheja ku desthilatdarên Rojava bi giştî û Ewropayê bi taybetî rahejand.

Niha piştî çend teqîn û êrişên terorîstî, Rojava û Ewropa li yasa û qanûnê xwe vedigerin û dixwazin astengiyên bêhtir li pêşiya tevgera kesên tundrew deynin. Herwiha wergirtina penaberan jî ji welatên misilman û welatên Rojhilata Navîn berteng dikin. Lê pêwist bû Rojava beriya ku kêr bigihe hestî ev pêngav bida. Çimkî dibe ku karên wan ên bilez û bez karvedaneke neyînî li ba penaber û misilmanên nerm û dûrî teror û karên terorîstî peyda bike û wan dilgiran bike.

Helbet bi kar û biryarên nû yên Rojava û Ewropayê dê qurbanên yekem misilmanên nerm û bêguneh bin ku herdem dibin qurbanên yekem ên destên terora îslamî ya radîkal. Çimkî wê ji niha û pêde bikevin jêr zext û çavdêriyeke tund û wê maf û azadiyên wan bên sînordarkirin.

Rûdaw

You may also like