hewal_mala_bextiyarHêza ku millet û welatekî li ser lingan dihêle û diparêze, artêşa wî welatî ye, ango artêşa netewî ye. Yek ji wan milletên ku herî zêde muhtacî artêşek netewî ye, muhtacî artêşek ku ji partîyên siyasî dûr be û tenê nirx û berjewendîyên netewî biparêze, Kurd in.

Di derbarê pêkanîna artêşa netewî û yekkirina pêşmergeyên Kurdistanê de Serokê Herêma Kurdistanê ferman dabû Wezareta Pêşmerge ku hêzên pêşmerge bike yek û pêşmerge ji partîyên siyasî û hizbayetîyê dûr bixe. Ev biryarek rast û di cîh de bû. Ji ber heke pêşmerge di bin bandora hizb û partîyên siyasî de be, artêşek yekgirtî û netewî pêk nayê û herdem kare jihevde bikeve, tar û mar bibe. Ev jî ne di xêra berjewendîyên netewî û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê de ye.

Piştî biryara Mesûd Barzanî, hinek kesên ku di nav YNK de ne alîgirên pêkanîna artêşek netewî ne, derketin pêş. Yek ji wan jî Mela Bextiyar e.

Mela Bextiyar biryara Mesûd Barzanî red kir û bi xwe nexweş anî. Bextiyar dibêje ku ”berî artêşek yekgirtî û netewî bê pêkanîn, divê herdu partî, PDK û YNK li hev bên û li ser hinek esasan li hev bikin”. Halbûkî berjewendîyên netewî û pêkanîna artêşek netewî di ser berjewendîyên PDK û YNK re ye û gerek kesek li dij dernekeve.

Helbet di nava YNK de kesên ku li gel û alîgirên pêkanîna artêşek yekgirtî û netewî ne jî hene. Lê bi taybet kesên ku nêzîkî Îranê û di bin bandora siyaseta Îranê de ne, naxwazin Kurd bibin xwedîyê hêz û artêşek yekgirtî û netewî. Çunkî artêşek yekgirtî û netewî tê wateya garantîya Kurdistanek serbixwe û garantîya milletê Kurd.

Mediakurd

You may also like