Arif Qurbanî

Di destpêka şerê hevpeymanan li dijî DAIŞê, serokê Amerîkayê got pêwistiya me bi du sê salan heye heta em DAIŞê bişkînin û têk bibin. Wê çaxê gelek kesan bawer dikir ku DAIŞ nikare bêhtirî 2-3 hefteyan li ber xwe bide. Niha du sal derbas bûn û hêj DAIŞ dikare li ber xwe bide û pir caran dikare êrişî neyarên xwe jî bike. Lê amaje diyar dikin ku em hino hino ji şerê dawîhatina DAIŞê nêzîk dibin.

Amerîka û hevpeymanên xwe di çarçoveya wê plana ku wan bi xwe daniye, tên ku sînorên DAIŞê berteng bikin. Li Iraqê, Mûsil wek yekem rawestgeha derketina DAIŞê hatiye hîştin da di dawî de çekdarên DAIŞê li wir bicivin û bi kontrolkirina wî bajarî dawî li DAIŞê bê anîn li Iraqê. Li Sûriyê jî, heman tişt heye û hewl tê dayîn Reqa bibe keleha dawî ya DAIŞê.

Şerên Reqa û Mûsilê wê bibin şerên bixwîn û giran ên bidawîanîna DAIŞê. Ev şer wê giranî û statûya hêzên beşdar ên dijî DAIŞê jî nîşan bidin û herwiha wê bibin pîvana hevkêşeyên piştî DAIŞê. Lewra hemû aliyên beşdar ên şerê du salî yê DAIŞê dixwazin hemû giraniya xwe di kontrolkirina wan herdu bajaran de bikar bînin. Ev ne tenê ji bo hêzên meydanî yên eniyên şer e, lê hêz û dewletên beşdar ên hevpeymaniya navneteweyî jî bi heman awayî çavê wan li ser Reqa û Mûsilê ye.

Kurd wek hêzeke sereke, di du salên borî de li Iraq û Sûriyê bi roleke sereke di vî şerî de rabûn. Pir caran hat gotin ku Kurd li şûna temamiya cîhanê şer dikin. Pêşmerge û şervan bûn sembola berxwedanê, qîz û xortên canfida yên Kurdistanê li Başûr û Rojava bi xwîn û qurbaniyên bê hejmar, sûrekî ji pola li pêşber pêşveçûna DAIŞê dirust kirin. Gelek gund, bajar û bajarokên Kurdistanê bûn xwelî. Bi hezaran jin, zarok, ciwan, pîr û kêmendamên Kurd di nav agirê DAIŞê de şewitîn. Bi van qurbaniyan, heta niha em wek hêzeke sereke di bereya hevpeymanên navneteweyî li dijî DAIŞê mane.

Gelek navendên navneteweyî, senterên lêkolînê, çavdêrên rewşa navçeyê, dîtin û nerîna wan ji bo qonaxa piştî DAIŞê wiha ye ku wê çend pêşveçûn û eger derkevin holê û wê terazûya hêzan biguherînin û guhertinan di erdnîgariya navçeyê de biafirînin. Gelek jî bawer dikin ku yek ji wan hêzên ku wê gelek destkeftan bidest bixe, hêzên kurdî ne li Herêma Kurdistanê û li Rojava.

Lê li ser erdê hest bi rewşeke cuda tê kirin ku gelek hêzên navçeyî dixwazin ji niha ve kurdan ji hevkêşeyê derxin û nehêlin Kurd heta dawiya karwên beşdar bin. Tew li hundir jî bûye pirseke germ, gelo bila Kurd li derveyî erda xwe şerê DAIŞê bikin an na? Gelo pêwist e Pêşmerge û şervan, xort û qîzên Kurd ên qehreman li ser girtina Reqa û Mûsilê bidin kuştin?

Pêwist e serkirdatiya Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê, nekeve xeletiyê û nekeve xefikê û bi hûrbînî aliyên xirab û baş ên vê qonaxa bidawîhatina şerê DAIŞê binirxîne. Eger Kurd li Sûriyê di girtina Reqayê de beşdar bibin wê çi bidest bixin û eger beşdar nebin wê çi ji dest bidin? Herwiha ev ji bo Mûsilê jî her wisa ye û divê Kurd bi hûrbînî vê yekê gengeşe bikin ka gelo bila Pêşmerge tevlî şerê Mûsilê bibin an na? Qezenc û ziyanên herdu egeran bibînin.

Şerên Reqa û Mûsilê wê şerên herî bixwîn û giran bin. Çimkî cihekî din tune DAIŞ bireve wir û heta niha jî nîşanek nayê dîtin ji bo vekirina deriyekî da çekdarên DAIŞê tê de birevin. Ango şer ji bo DAIŞê û neyarên wê jî şerê man û nemanê ye. Dê kuştineke bê hejmar di wan şeran de peyda bibe. Kurdan gelek qurbanî dane û eger em beşdar bin, divê em pêşbîniya hejmareke hîn zêdetir a qurbaniyan bikin. Eger em xwe dûr bikin û şer ji terefên din re bihêlin, em nabin beşek ji bereya serketî ya şer û nabe em li benda çinîna berê qurbaniyan û destkeftên cengê bimînin.

Diyar e hêzên ku wê bibin qehremanên têkbirina DAIŞê li wan herdu bajaran, wê wek qehremanên şikandina DAIŞê li meydanê bimînin. Li Sûriyê û Iraqê hêzên ku xwe amade kirine nasnavê serketinê werbigrin, qet ne dostên gelê Kurd in û tê pêşbînîkirin piştî bidawîhatina DAIŞê ew hêz şerê kurdan bikin. Hêzên dijbereya Sûriyê bi giştî li rewatiya mafên kurdan û destkeftên ku li Rojava hatine bidestxistin mikur nayên.

Li Iraqê jî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê wî piştî Mûsilê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî herêmê ku niha beşek ji wan di bin kontrola pêşmergeyan de ne, rûbirûyî kurdan bibin û tiştekî pêşbînîkirî ye ku şerê pêşmergeyan bikin. Cîhan niha bi çavê rêz û qehremaniyê li hêzên kurdî dinere û wan wek qehremanê têkbirina DAIŞê dibîne, lê eger Kurd şerê grûpên din bikin, wê cîhan dîsa bi heman çavî li wan binere?

Bi kurtî pêwist e Kurd xwe ji qonaxa piştî DAIŞê re ku nêzîk bûye, amade bikin. Gelê Kurd li Rojava dê bikeve ber êrişa hêzên çekdar ên misilman ên erebên sunî. Li Başûr jî dê bikeve ber êrişa hêzên çekdar ên misilman ên şîe. Herdu jî du rûyên din ên DAIŞê ne û dê siberoj diyar bike ku gef û metirsiya wan ji ya DAIŞê ne kêmtir e. Lewra da hevsozî û raya giştî ya cîhanê û piştevaniya navneteweyî bi kurdan re be, pêwist e derfeta (Reqa û Mûsilê) bê bikaranîn û berdewamî bi wê wêneyê bê dayîn ku Kurd li şûna temamiya cîhanê şerê terorê dikin. Heke na emê ji karwên bimînin û sibe dema ew hêz wek têkberên DAIŞê êrişî me bikin, dibe ku kes li hawara me neyê!

Rûdaw

You may also like