Tevgera--Soresgerên--Ararat
YNK jibo dilê Îranê xweş bike dest bi kiryarên kirêt kir. YNK go bi temamî xwe bi destê Îranê ve berdaye û li gor vê peymana îran û YNK YNK êrişî partiyên Rojlihatiya dike da ku, Rojhilatiya jî mecbûrî heman xizmeta go YNK ji Îranê re dike, bike. Li ser kiryara kirêt go asayişa YNKê êrişî kanpên PDKÎ ye Tevgera Şoreşgerên Araratê ji me re ev deq a jêrîn şandin; em wek hatiyê di weşînin.
Duh Sêşemî Hêzên Asayîş û Polîsên ser bi Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê bi hênceta nearamîya nav kampê bi avayekî hovane êrişa xelkê nav kampê dikin û bêhurmetî bi jin û zarokan dikin.
Kampa Azadî li kêleka Hendirê bajarê Koyê Başûrê Kurdistanê ye kû bi sedan malbatên Pêşmergên Partîya Demokrata Kurdistan a Îranê (PDKÎ) têda dijîn, çend salên derbasbûyî jî Leşkerên Komara Îslamî ya Îranê derbasî nav axa Kurdistanê bûn û bi alîkarî ya YNKê êrişa vê kampê kirin, lê Pêşmergeyên PDKÎ berxwedanekî mezin kirin û nehêlan Leşkerên Îranê bikeve nav kampê.
Em êrişa li dijî xelkê Kampa Azadî bi tundî şermezar dikin û Her wiha bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li Kurdên Rojhilatê Kurdistanê derkevin.
Tevgera Şoreşgerên Araratê

You may also like