Selahattin Çelik

Bîranîna bûyerên dîrokî, kevneşop e û pêdiviyek e. Qurban tên bibîranîn û da ku ew karesatên berhema însanan dubare nebin, hişyarî didin nifşên nû. Hest û helwesta yên serketî û yên binketî, dibe yek.

Bêguman li himberî dagirkeriya biyanî parastina xak û azadiyê, bi serfirazî bîranînê heq dike, lê her dagirkerî jî şermezarkirinê.

Devleta tirk, şerê Kutê bi navê “Cejna Kutê” pîroz dikir. Gava Tirkiye 1952yê kete NATOyê, ew kevneşop rakir. Vêga desthilata tirk careke din dizivirê. Lê bi çi mebestê?

Çima Kut?

Kelakela Şerê Cîhanê yê 1mîn bû. Çavê îngilîzan li petrola Mezopotamyayê bû. Basra dagir kiribûn (23.11.1914), berê xwe dabûn Bexdayê. Zêde pêşve çobûn. Îlona 1915ê xwe dikişandin Kuta 160 km başûrê Bexdayê.

Ji Îngilîzan weye, wê artêşa osmaniyan ji Mezopotamyayê leşkeran bişînin eniyê Qafkasan. Erê, li Qaskasan Osmanî bi 60 hezar miriyan şikestibûn (23-29.12.1914), lê Rûsan dev ji Osmanîyan berdabûn û berê xwe dabûn Moskovayê, da ku despotê xwe bixin. Herwiha keysa osmaniyan çêdibû, ku hêza xwe li Mezopotamyayê zexm bikin.

Bi hezrî dora 60 hezaran leşkerên osmanî, Kutê dorpêç dikirin. Birçîbûnê dest pê dikir. Îngilîzan hesp û hêstirên xwe dibirîn. Leşkerên hindistanî, ji ber baweriya olî ajal nedixwarin. Birçîbûn, tênbûn û nexweşiyê, ew dikuştin.

Îngilîzan bo rakirina dorpêçkirinê 2 mîlyon Sterlin pêşniyar dikirin. Lê Enver Paşayê sedemkarê şikestina Qefkasê, tenê radestbûn dixwest. Artêşa îngilîz a 13 hezar, xwe radest kir (29.04.1916). Tirkan tişta hertim dikirin, kirin: Talan. Berê xwe dan Erebên bi Îngilîzan re têkilî danîbûn, ew girtin û kuştin. Êsîr 160 km dimeşandin. Eşîr berdidan wan. Windayiyên îngilîzan gihiştibûn 30 hezaran.

Fermandarê artêşa osmaniyan Goltz Paşayê alman bû. Nureddînê (Paşa) Birih û Halîlê mamê Enver jî di fermandariyê de bûn. Nureddîn, dibû komkujerê Koçgirîyê û xezûrê Abdullah Alpdoganê komkujerê Dêrsimê. Yê 22.09.1922yê Îzmîr şewitandî û sivîlên yûnanî rijandî deryayê, dîsa ew bû. Halîl jî, li Colemêrg, Bidlîs û Sêrtê, bi komkujiyên xiristiyanan navdar dibû!

Tola îngilîzan

Îngilîz, 11.03.1917ê ketin Bexdayê. Çavê wan bêhtirî li Mûsilê bû. Petrola Kurdistanê di nav sînorê Mûsilê de bû.

30.10.1918, Osmaniyan şikestin qebûl kirin. Îngilîz, 40 km nêzî Mûsilê bûn. Li nav Mûsilê dora 2 hezaran leşkerên tirk û dibe 30 topên wan hebûn û nedixwestin dev ji bajêr berdin. Lê 7.11.1918ê bi ultîmatoma îngilîzan, herêm terikandin.

Parêzgeha Mûsila xwedî 800 hezar, ku %60 Kurd, %20 Ereb û yên din Kurdên êzîdî, Cihû, Xiristiyan û Tirkmen bûn, êdî “malê” îngilîzan bû.

Bûyera serfiraziyê an ya şermezarkirinê?

Şerê Kutê, şerekî emperyalîst û dagirker bû. Tirk û Îngilîz herdu jî biyanî bûn û li dijî vîna civakên xwecih, li wir bûn. Herduyan jî ji koloniyên xwe; Îngilîzan Hindistanî, Tirkan jî Mezopotamyayî didan şerkirin û kuştin. Herdu jî di dûv petrol û talanê de bûn. Misilmanbûn, ti destûrmendiyê nade Tirkan.

Balkêş e; gava Îngilîz diketin Bexdayê, xwe “rizgarker” nîşan dan. Bi rastî, tiştên ku di bin desthilatdariya tirkan de nedihat xewnê jî, ji bo Ereban dikirin. Jixwe hima piştî şerê Kutê, Ereban li himberî Tirkan dest tavêtin çekan. Di mizgeftan de banga “Cîhadê” ya tirkan, qet bandor li wan nedikir.

Kut ji ber sedsaliya xwe, dibe mijar. Lê em “Xewna Osmanîbûnê” ya serdestên tirk yên vêga, baş zanin. Çima bîranînê bi kar neynin?

Girêdaniya kurdan

Bûyer, rasterast bi me ve jî girêdayî ye. Ji ber ku erd û dewlemendiya me û jiyana însanên me, di navendê şerê parvekirinê de cih digirtin.

Bi gotinên Çar Nikolayê rûs, Împaratoriya Osmaniyan hê 1853 de “nexweşê li ber çûyînê” bû. Ew pêşbînî, serê 1916ê dibû plan. Dîplomat Mark Sykes (îngilîz), George Picot (frensayî) û Sergei Sazonov (rûs), li ser parvekirina Rojhilata Navîn li hev dihatin.

Bexda û Basra para Îngilistanê, Mûsil û Sûriye para Frensayê diketin. Rusya li ser sînorên pers û osmanîyan destûrmendî bi dest dixistin. 15-17.05.1916, wezîrên karûbarên derve yên Îngilistan û Frensayê, li ser parvekirina petrola Mûsilê/Kurdistanê peymaneke nivîskî girê didan.

Erê berxwedana Şêx Mehmud hebû, lê Kurd yekcar li derveyî plan bûn. Ereb bi gellek dewletan ji pêvajoyê derketibûn, lê Kurd destvale. Ji Kerkûkê (1927) bi xeta Trablus/Libnan (1934) û Hayfa/Filistînê (1935), ji bo Îngilistan û Frensayê çiqas petrol herikîbû? Dûvre jî ji bo Baasiyan?

Kitekiteke din: Hin çavkanî di bûyera Kutê de rola kurdan wiha didin: “Kurdan jî bi ereban re, êrîşî Îngilîzên êsîr kiribûn”. Navê me dîsa di talanê de dibore(?)

Ji bo jê fêrgirtinê

Tirmeha 1923ê li Lozanê Îngilîz û Tirk, ji bilî Mûsilê li hev hatin. Tirkan digotin, “Îngilîzan piştî peymana agirbestê, Mûsil dagir kiribûn”. Îngilîzan jî “Benda 7mîn a Çekberdanê” didan pêş: “Mafê hêzên serketî, bi dagirkirina dera ji bo wan talûkê çêdike hebû.”

Pirsa Mûsilê ket ser Cemiyeta Netewan. Tirkiye ne endam bû, lê Îngilistan endam bû, him jî yê damezrîner û diyarker.

Tirkan nedixwestin dev jê berdin, ji ber ku “nêçir” mezin bû. Lê qelsiya wan hebû. Tiştek ji bo civakên xwecih nekiribûn, ji bilî zordestî, talankerî û destdirêjahiyê. Îngilîzan ew kirin mijar. Têrê nekir. Qala Kurdan, mafên wan, heya ku serxwebûna wan kirin. Tirk bizdan. 11.03.1926ê peyman îmze kirin. 1927ê Mûsil (û Başûrê Kurdistan) gihişt Iraqê û li Başûr deriyê êşa heya îro vebû.

Rûdaw

You may also like