ehmed tirko KopieBelê, şerê 35-40 salan hat û li Tirkîyeyîbûn û li ketina parlamentoya Tirkîyê sekinî. Encama şer û tekoşîna 35-40 salan hat û li antî netew-dewletê, li antî Kurdistanê û li antî serxwebûnê sekinî. Xwîna bi hezaran keç û xortên Kurd ne ji bo Kurdistanek serbixwe û yekgirtî, lê ji bo Tirkîyeyek yekgirtî û serbixwe hat rijandin. 4 hezar gundên bakurê Kurdistanê ne ji bo Kurdistanek serbixwe, lê ji bo paraztina ala Tirkîyê, ji bo demokratîk Tirkîye cimhûrîyetî û ji bo “ortak vatan (!)” hatin şewitandin.
Ji bo ku rê li ber Kurdistanek serbixwe bê girtin, ji bo ku Kurd bi dewletên dagîrker ve bên pînekirin û entegreyî civaka dagîrkerên Kurdistanê bibin, her rê tên ceribandin. Hem jî ji alî PKK û dezgehên pêve girêdayî ve tên kirin. Helbet ev jî cîhê daxê, cîhê mixabinî û cîhê êşê ye. Meriv naxwaze keda 35-40 salan badilhewa here û Kurd bi navê bratî û enternasyonalîzmê her tiştên xwe yên pîroz bikin bi qurbana dagîrkerên xwe.
Di dîroka Tirkîyê de çend kesên Kurd bûn serokkomarê Tirkîyê. Îsmet Înonu, Cevdet Sûnay û Tûrgût Ozal. Lê aqûbeta wan xuyaye. Tu çiqasî Kurd bî jî, gava te sînor û xetên sor yên dewleta Tirkîyê derbas kirin, wê aqûbeta te wek a Tûrgût Ozal be. Û herweha hinek kesên ku eslê wan Kurd bûn jî bûn serokwezîr. Wek Bulent Ecevît. Serekerkan jî ji Kurdan derketine, general jî.
Ji xwe em behsa wezîr û parlamenterên Kurd nakin. Lê ev hemû jî bi nasnama Tirkîyê û Tirkayetîyê bûn serokkomar, serokwezîr, general, wezîr û parlamenter. Gava meriv nasnama xwe ya Kurdî înkar bike û behsa wê neke, di dezgehên dewleta Tirk de her rê vekirî ne. Helbet em behsa van 10-12 salên dawîyê nakin.
Her çiqas di dema îro de meriv karibe li nasnama xwe xwedî derkeve û bêje ez Kurd im jî, lê sînor û çarçoveya parlamenteriyê kifş e û ewê tu fêdeyek mezin jî nede gelê Kurd. Ji ber hesasîyet û xetên sor yên dewleta Tirk ev in: Yek dewlet, yek millet, yek welat û yek al! Heke te dest navêt van hesasîyet û xetên sor, rê li ber te vekirî ye. Û ev xetên sor jî înkara milletê Kurd e, înkara welatê Kurda ye, înkara dewlet û ala Kurdî ye.
Rast e, girseya HDPê Kurd in, lê siyasrt û rêbaza daye pêşiya xwe ne Kurd û ne jî Kurdistaniye. Û tew bi ser de jî her tiştekî go bêhna Kurd û Kurdistanê jê tê red dikin. Helbet meriv dixwaze partiyên Kurd bi nasnama Kurdî bibin parlamenter. Lê divê neye jibîr kirin ku; wê komara Tirkiyê bi ti avayî qebûl neke ku, kes bi nasnameyek bilî Tirkîtiyê têkeve parlamentoyê.
Divê hisabê parlamentoyê di çerçeweya bê wê parlamentoya dewletek dagîrker çi fêdeyê bigihîne gelê Kurd û pîrozîyên gelê Kurd, ew girîng e. Gava te her tişt kir bi qurbana “neteweya demokratîk” û “welatê hevbeş” û te înkara berjewendîyên Kurd û Kurdistanê kir, tu ji wan bi dûr ket û wek Hatîp Şakşak te Kurdistan avêt teneka zibil, ne parlamenter lê tu bibî Atatirkê duyemîn jî ji Kurdan re xêr nake. Gava meriv înkara netew-dewleta xwe (Kurdan) bike û bi ser de meriv rabe bibe namzetê parlamentoya netew-dewletek dagîrker, xapandinek mezin e. Hem xwe xapandine, hem jî xapandina Kurdan e.
Alîkarê Serokwezîr û kevne Koordînatorê Pêvajoya ‘’Aştîyê’’ Beşîr Atalay demek berê pir vekirî û eşkere got: “HDP bi talîmat û fermana Ocalan û MÎT ê ava bûye”. Ango HDP partîya MÎT ê ye. Her çiqas HDP gava jê re lazime di propaganda û axavtinên xwe de gellek caran behsa Kurd û Kurdistanê û hinek mafê Kurdan bike û dike jî, lê ewê nikaribe derkeve derveyî sînorên Tirkîyetî û enregrasyonê. Ji xwe ji ber vê ye ku parlamento ti rê li ber Kurdistaniya venekiriye. Gelek çepgir û kelemşorên liberal pesnê HDP didin û dibêjin „Ocalan bi avakirinaHDPê HDP anîye ser rêya Tirkîyetîyê û ev jî karekî baş e“ (her çiqasî yên ku HDP anîne ser rêya Tirkîyetîyê ne Ocalan, MÎT be jî). Di vir de jî dixuye ku armanca Ocalan û HDP tenê entegrasyona Kurdan e, Tirkîyetî ye û tu armanca wan a ku Tirkîyê parçe bikin tuneye. Ji ber vê û sedemên din, li ser navê Kurda çûna HDP ya parlamentoya Tşrkşyê ji Kurdan re tu fêdeyê nayne. AKP û partiyên din ji Kurda re çi reva dibînin, HDP jî mecbûre kêm zêde heman tiştan bixwaze, ji ber HDP ne bi serê xwe ye û wek Beşîr Atalay jî dibêje, hefsarê HDP di destê MÎT ê de ye.

Ocalan û HDP jî zanin û dinya û alem jî zane ku HDP nikare ji %10 yê raya bistîne û benda hilbijartinê derbas bike. Tew nikare ji %8 jî bistîne. Çi heye? Tenê ev e ku serê Kurdan tevlihev bikin û berê wan bidin entegrasyonê û Tirkîyetîyê, AKPê bikin hikimranê qernê sed sala dawîn. Û ji dinyayê re bidin xuyakirin ku xwedêgiravî Kurd jî karin bi riya parlamento pirsgirêkên xwe çareser kikin. Ji alîyê din beşdarbûna HDP wek partî bi xwe jî plan û projeyek hevbeş e. Plan û projeya AKP û HDP (Ocalan) e. HDP ji xwe nikare benda hilbijartinê derbas bike. Ger were bira me di hilbijartina serokkomariyê de jî heman lîstik hat lêyistin. Nermîn Buldan ev yek eşkere gotibû; ger di tûra yekem de serokkomar nehat hilbijartin em ê di tûra duyem de dengê xwe bidine Erdogan. Herwiha Selahattîn Demîrtaş jî di bernameyek televizyonê de heman helwest anîbû ser zimên. Demîrtaş gotibû: „Heke me qezenc nekir, di tûra duyem de emê endam û algirên xwe serbest berdin, dengê xwe didin kê serbest in (ku sedî sed zanibû go wê alîgirên wê dengê xwe bidin Erdogan)“. Di wê demê de heman aktora di gûhê wan de bang dabû;heke Erdogan bi ser ket û bû serokkomar, wê bi hikûmetê re (AKP) hinek gavên din bavêjin û hinek sozên ku dane hev, bi cîh bînin. Bi vî awayî wê herdu alî jî bigihên miradê xwe. Yanî, ne bela şîş bişewite û ne jî kebab. Yanî, dawet ferikî û berbûk hetikî.
Axir, roja hilbijartinê nêzîk bû û hêdî hêdî temamê partiya namzedê xwe kişif dikin. Kî dibe parlamentar bela bibe, ji Kurdên reben re dîsa „Yek welat, yek millet, yek al û yek dewlet dikeve“ . Jiber van rastiyan jî, divê Kurd dengê xwe nedin ti partiyê; ger herin ser sandoqan jî, li ser kaxeza dengdanê bijî Kurdistan binvîsin. Dîvê şîara me ev be: Her tiş jibo Kurd û Kurdistan, jê wêde bela neman û tofan be… Bela maf bidestxistina Kurd a ne di îstikrara Tirkiyê de ye, bil axis bêîstirariya dewleta Tirkiyê di fêda Kurda de ye.
Kurdino; her dengê go hûn bidin HDPê di heman demê de diçe ji AKPê re û wê ev yek jî bibe toqê naaletê û têkeve sitûwê Kurda.

Nûrî Çelîk

You may also like