tevger7Belê, şerê 35-40 salan hat û li Tirkîyeyîbûn û li ketina parlamentoya Tirkîyê sekinî. Encama şer û tekoşîna 35-40 salan hat û li antî netew-dewletê, li antî Kurdistanê û li antî serxwebûnê sekinî. Xwîna bi hezaran keç û xortên Kurd ne ji bo Kurdistanek serbixwe û yekgirtî, lê ji bo Tirkîyeyek yekgirtî û serbixwe hat rijandin. 4 hezar gundên bakurê Kurdistanê ne ji bo Kurdistanek serbixwe, lê ji bo paraztina ala Tirkîyê, ji bo demokratîk Tirkîye cimhûrîyetî û ji bo “ortak vatan (!)” hatin şewitandin.
Ji bo ku rê li ber Kurdistanek serbixwe bê girtin, ji bo ku Kurd bi dewletên dagîrker ve bên pînekirin û entegreyî civaka dagîrkerên Kurdistanê bibin, her rê tên ceribandin. Hem jî ji alî PKK û dezgehên pêve girêdayî ve tên kirin. Helbet ev jî cîhê daxê, cîhê mixabinî û cîhê êşê ye. Meriv naxwaze keda 35-40 salan badilhewa here û Kurd bi navê bratî û enternasyonalîzmê her tiştên xwe yên pîroz bikin bi qurbana dagîrkerên xwe.
Di dîroka Tirkîyê de çend kesên Kurd bûn serokkomarê Tirkîyê. Îsmet Înonu, Cevdet Sûnay û Tûrgût Ozal. Lê aqûbeta wan xuyaye. Tu çiqasî Kurd bî jî, gava te sînor û xetên sor yên dewleta Tirkîyê derbas kirin, wê aqûbeta te wek a Tûrgût Ozal be. Û herweha hinek kesên ku eslê wan Kurd bûn jî bûn serokwezîr. Wek Bulent Ecevît. Serekerkan jî ji Kurdan derketine, general jî.
Ji xwe em behsa wezîr û parlamenterên Kurd nakin. Lê ev hemû jî bi nasnama Tirkîyê û Tirkayetîyê bûn serokkomar, serokwezîr, general, wezîr û parlamenter. Gava meriv nasnama xwe ya Kurdî înkar bike û behsa wê neke, di dezgehên dewleta Tirk de her rê vekirî ne. Helbet em behsa çend salê go AKPê heta berpiyê xwe dît nakin.
Her çiqas di dema îro de meriv karibe li nasnama xwe xwedî derkeve û bêje ez Kurd im jî, lê sînor û çarçoveya parlamenteriyê kifş e û ewê tu fêdeyek mezin jî nede gelê Kurd. Ji ber hesasîyet û xetên sor yên dewleta Tirk ev in: Yek dewlet, yek millet, yek welat û yek al! Heke te dest navêt van hesasîyet û xetên sor, rê li ber te vekirî ye. Û ev xetên sor jî înkara milletê Kurd e, înkara welatê Kurda ye, înkara dewlet û ala Kurdî ye.
Rast e, girseya HDPê Kurd in, lê siyaset û rêbaza daye pêşiya xwe ne Kurd û ne jî Kurdistaniye. Û tew bi ser de jî her tiştekî go bêhna Kurd û Kurdistanê jê tê red dikin. Helbet meriv dixwaze partiyên Kurd bi nasnama Kurdî bibin parlamenter. Lê divê neye jibîr kirin ku; wê komara Tirkiyê bi ti avayî qebûl neke ku, kes bi nasnameyek bilî Tirkîtiyê têkeve parlamentoyê.
Divê hisabê parlamentoyê di çerçeweya bê wê parlamentoya dewletek dagîrker çi fêdeyê bigihîne gelê Kurd û pîrozîyên gelê Kurd bê kirin, ya herî girîng ev e. Gava te her tişt kir bi qurbana “neteweya demokratîk” û “welatê hevbeş” û te înkara berjewendîyên Kurd û Kurdistanê kir, tu ji wan bi dûr ket û wek Hatîp Şakşak te Kurdistan avêt teneka zibil, ne parlamenter lê tu bibî Atatirkê duyemîn jî ji Kurdan re xêr nake. Gava meriv înkara netew-dewleta xwe (Kurdan) bike û bi ser de meriv rabe bibe namzetê parlamentoya netew-dewletek dagîrker, xapandinek mezin e. Hem xwe xapandine, hem jî xapandina Kurdan e.
Her çiqas HDP gava jê re lazime di propaganda û axavtinên xwe de gellek caran behsa Kurd û Kurdistanê û hinek mafê Kurdan bike û dike jî, lê ewê nikaribe derkeve derveyî sînorên Tirkîyetî û enregrasyonê. Ji xwe ji ber vê ye ku parlamento ti rê li ber Kurdistaniya venekiriye. Gelek çepgir û kelemşorên liberal pesnê HDP didin û dibêjin „Ocalan bi avakirinaHDPê HDP anîye ser rêya Tirkîyetîyê û ev jî karekî baş e“ Di vir de jî dixuye ku armanca Ocalan û HDP tenê entegrasyona Kurdan e, Tirkîyetî ye û tu armanca wan a ku Tirkîyê parçe bikin tuneye. Ji ber vê û sedemên din, li ser navê Kurda çûna HDP ya parlamentoya Tirkiyê ji Kurdan re tu fêdeyê nayne. AKP û partiyên din ji Kurda re çi reva dibînin, HDP jî mecbûre kêm zêde heman tiştan bixwaze.
HDP jî zane û dinya û alem jî zane ku HDP ji % 10 yê raya bistîne û benda hilbijartinê derbas bike jî, wê nikaribe ti karê go ne di berjewendiya netewa Tirk de be, di parlamentoya Tirkiyê de bike. Çi heye? Tenê ev e ku serê Kurdan tevlihev bikin û berê wan bidin entegrasyonê û Tirkîyetîyê, Ocelan jî bikin hikimranê qernê sed sala dawîn. Û ji dinyayê re bidin xuyakirin ku xwedêgiravî Kurd jî karin bi riya parlamento pirsgirêkên xwe çareser kikin. Ji alîyê din beşdarbûna HDP wek partî bi xwe jî plan û projeyek hevbeş e. Plan û projeya AKP û HDP (Ocalan) Bû. ( Herçendêye AKP û PKK ketina HDPê ya parlamentoyê poşman bûbin jî, wê ji pilana xweyî dibin benê de hiştina HDP mijara her du aliyan ya sereke be.) Ger were bira me di hilbijartina 7 Hezîranê de heman aktora di gûhê wan de bang dabû; heke Erdogan bi ser ket û bû serokkomar, wê bi hikûmetê re (AKP) hinek gavên din bavêjin û hinek sozên ku dane hev, bi cîh bînin. Bi vî awayî wê herdu alî jî bigihên miradê xwe. Yanî, ne bela şîş bişewite û ne jî kebab. Lê belê hesabê AKPê û PKKê negirt; ya bû, dawet ferikî û berbûk hetikî.
Axir, roja hilbijartinê nêzîk bû û temamê partiya namzedê xwe kişif kirin. Kî dibe parlamentar bela bibe, ji Kurdên reben re dîsa „Yek welat, yek millet, yek al û yek dewlet dikeve“. Jiber van rastiyan jî, divê Kurd dengê xwe nedin AKPê. Dîvê şîara me ev be: Her tiş jibo Kurd û Kurdistan, jê wêde bela neman û tofan be… Bela maf bidestxistina Kurda ne di îstikrara Tirkiyê de ye, bilaxis; bêîstirariya dewleta Tirkiyê di fêda Kurda de ye.
Herçendî go ez li gelim go mirov şans û rê bide siyaseta sivîl; da ku, rê li ber siyaseta tûndî bêgirtin. Lê, bela ez îman bi ti dezgehê PKKê nayînim zimanê min nagere go ez bêjim: Ji bo rê liber siyaseta sivîl vebe, dengê xwe bidin HDPê.
Ji wê bonê jî, ez berê xwe didim dewletê û dibêm Kurdino: Her dengekî go win bidin AKPê wê bibe toqê naaletê û têkeve sitûwê we.
Nûrî Çelîk

You may also like