Herêma Kurdistanê û destkeftîyên wê nêrnexwaz û neyarên Kurdistanê aciz dikin, tirs û xofa Kurdistanek serbixwe xewê li wan diherimîne. Dagîrkerên Kurdistanê hem bi hêz û derfetên xwe û hem jî bi rêya taşeron û hevkarên xwe komplo û dek û dolabên navxweyî û navnetewî pêk tînin, ji bo Herêma Kurdistanê di çavên awira gelemperî de reş bikin, çi ji destên wan tê dikin.

Di demên dawî de êrîşkarîyên ser Herêma Kurdistanê û bi taybet jî êrîşkarîyên li hember PDK û mala Barzanîyan zêdetir bûne û dibin. Her çendî ev êrîş ji berê de hebin jî, di demên dawîn de doz û asta van êrîşan zêdetir bûne. Bi kurtî em karin wisa pênase bikin ku sedema van êrîşên ser PDK û Barzanîyan êrîşkirina ser xeta netewî bi xwe ye û herkes dizane ku xeta netewî jî ji alî PDK û Barzanî ve tê temsîlkirin. Herkesî ev rastî di referandûma serxwebûna Kurdistanê de dît. Ji roja lidarxistina referandûmê ta niha hemû tîrên dijminatîyê li beramber PDK û Barzanîyan bi şêweyekî tund dewam dikin.

Ji aliyê din, em dibînin ku ev rastîya hanê ji aliyê Kurdan ve jî tê dîtin. Di heman demê de cîhana navnetewî jî vê rastîyê dibîne û bernameyên xwe yên Rojhilata Navîn jî li ser PDK û Barzanîyan bi rê ve dibin. Bêguman yek ji wan welatan jî Almanya bi xwe ye ku di van salên dawîn de alîkariyek ciddî jî bi Kurdan re dike.

Ji aliyê din, ji bo ev alîkarî û destek bên kêmkirin û PDK û Barzanî di çavên awira gelemperî de bên piçûkkirin, hinek manewra û komployên dijminane hatine destpêkirin. Serkêşiya van manewra û komployên ku di kesayetiya PDK û Barzaniyan de Herêma Kurdistanê wek hedef tê girtin, ji alî kevne Baasî, Çepên Tirka û PKKî yan ve tê kirin.

Heger bê bîra we, gava DAÎŞê bi hemû hêza xwe êrîşî Kurdistanê kir û Almanya biryar da ku alîkariya leşkerî bide pêşmerge, Baasî, Çepgirên Tirk û PKKî rêya parlamentoyê girtin da ku Almanya alîkariyê nede pêşmerge. Her ku rewşa Başûrê Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe, ev hêzên navborî êrîşên xwe yên li ser PDK û Barzaniyan zêdetir dikin. Van hêzan sala çûyî bi dek û dolabên nû çapemeniya Almanî jî razî kiribûn ku di şexsiyeta Dilşad Barzanî de li dijî Nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûçeyên derew belav bikin. Ev nûçe di meha Gulanê ya 2020an de di kovara Focus de hate belavkirin. Li gor vê nûçeya derew, xwedêgiravî Dilşad Barzanî çend kes dane kujtin. Di vê kovarê de navê du kesan derbas dibe. Yek ji wan Makî Amedî ku xelkê Duhokê ye, kurê yekî Baasî ye (em nikarin tekîd bikin lê tê gotin ku bi rêxistina Tevgera Goran re ye) û wek kadirekî PKK çalakiyên xwe bi rê ve dibe. Navekî din yê balkêş Sevîm Dagdelen e ku li Almanya bi hevalbendîya PKK bû parlamentera Partiya Çep.

Ev xanima parlamenter, prensîpên demokrasî û yasayî yên Almanyayê ji bo fikrên xwe, fikrên çep û Apociyan bi kar tîne û dijminatiya Herêma Kurdistanê, PDK û Barzaniyan ji xwe re kiriye kar û bar. Di heman demê de parlamentera Partiya Çep Sevim Dagdelen, di bernameyên televizyonan de rasterast sixêfan ji cenabê Serok Barzanî re dide. Wisa diyar e kovara Focus agahdariyên xwe ji kesên mîna Sevîm Dagdelen, Makî Duhokî û çend kesên ku dijminatiya Kurdan dikin wergirtibûn û li ser vî esasî jî ev nûçeya derew belav kiribû.
Her çendî ev êrîş di şexsiyeta Dilşad Barzanî de pêk hat jî, lê hedef û armanca wan Herêma Kurdistanê, PDK û cenabê Serok Barzanî bû.

Li ser belavkirina vê bêbextî û komploya bê bingeh, Dilşad Barzanî serî li dadgehê dabû û doz li kovara Focus vekiribû. Dadgehê biryara xwe da û kovara Focus ji ber belavkirina nûçeyên derew û bêbingeh mahkûm kir. Piştî biryara dadgehê, nûnerê kovara Focus bi fermî serdana Dilşad Barzanî kir û lêborîna xwe jê xwest. Bi vî hawayî careke din vir û derew, bêbextî û komployên Çepgirên Tirk û PKKî yan derket holê û li wan vegeriya.

Helbet ev vir û derew, bêbextî û komployên xeyalî wê ne ya yekem û ne jî ya dawî be. Lê ronahî li pey tarî ye, wê rasto di rastiya xwe re û xwaro jî di xwariya xwe re derkeve.

PeyamaKurd

You may also like