hemu
KANTONÇÎ

Navê kantonê û dengê daholê wek hev in, herdu ji dûr ve xweş in! Eger şêniyên Şingalê serdana kantonekê bikin û jiyana li wê kantonê bibînin, dibe ku nehêlin çi kesê ku behsa kantonan ji wan re bike, li navçeya wan jî bimîne.

Heftiya borî, ez çûme Kantona Cizîrê. Ez sê rojan li wir mam û min xwebirêvebirina kurdî bi modela PKKê dît. Gelek tiştan ez kêfxweş kirim û gelek tiştan ez dilgiran jî kirim. Wek mînak, dema ciwan û genc bi coş û heyecan çekan radikin û dixwazin kantona xwe biparêzin tiştekî bedew e. Lê dema ciwanekî din ji tirsa leşkeriya neçarî dixwaze bireve û welatê xwe ji ciwanekî ereb ê helebî re bihêle, tiştekî dilêş e.

Ev dora sê sala ye ku li Rojavayê Kurdistanê ezmûna xwebirêvebirinê heye. Lê mirov hest dike ku vê ezmûnê beriya sê rojan tenê dest pê kiriye! Rewşa Rojavayê Kurdistanê, rojên destpêka serhildana Başûrê Kurdistanê tîne bîra mirov. Komek ciwanên şoreşvan çek rakirine û bi xwendewarî û şehrezabûneke pir kêm welatekî kêşedar û aloz îdare dikin. Heman şaştiyên ku beriya bîst salan li Başûrê Kurdistanê hatin kirin, vêga li Rojavayê Kurdistanê dubare dibin. Nexasim ku biryarên stratejî yên kantonê ji hêla hin kesan tên dan ku tecrûbe û şehrezabûna wan di desthilatdariyê de tune.

Li Başûrê Kurdistanê serkirdên şoreşê hatin û bûne serokên hikûmet û parlamentoyê. Tecrûbeya wan jî ya desthilatdarî û hikûmetdariyê nebû. Lê tenê xwedî ezmûneke şoreşgerî bûn. Encama wê jî ew bû ku gava şerê birakujiyê qewimî, serokê hikûmetê ku endamê YNKê bû, fermandarê eniyeke şer bû. Cîgirê wî ku endamê PDKê bû, fermandarê eniyeke beramber bû. Ango ew vegeriyabûn ser wî karê ku ji hikûmetdariyê baştir tê de pispor û şehreza bûn! Vêga li Rojavayê Kurdistanê jî heman rewş an rewşeke hîn xirabtir jî derketiye holê. Siyaseta kantonê li Qendîlê tê danîn û divê bê cîbicîkirin. Serkirdên Qendîlê jî ezmûna wan a şoreşgerî heye. Lê belê ti ezmûneke wan a desthilatdariyê tune.

Encama wê jî ew e ku bajar bi zihniyeta çiya birêve dibin.
Li Qamişlo, endamekî PYDê ji min re got ku hiştina artêşa Sûriyê di nava bajarê Qamişlo de `taktîkek şoreşgerî` ye. Dema min jê pirsî: Gelo ew taktîk çi ye? Bersiva min da û got: `Eger em wan biqewitînin, dê Sûriyê bi balafiran li me bide.’ Lê vî xortî ji xwe nepirsîbû bê gelo ji ber çi artêşa Sûriyê li Dêrik, Rimêlan, Tirbespî û navçeyên din nade ku artêş di wan de nemaye? Ji ber çi li Amûdê nade tevî ku bûye paytexta Kantona Cizîrê? Herwiha, çima li taxên Qamişlo yên ku ne di destê artêşê de ne, nade?! Gotina wî xortî daxuyaniyeke Aldar Xelîl anî bîra min ku ji rojnameyeke erebî ku li Londonê çap dibe re gotibû: `Li Serê Kaniyê, peymaneke me ya taktîkî bi komên îslamî yên radîkal re hebû.` Mebesta Aldar ji komên îslamî yên radîkal DAIŞ û Nusre bû. Gelo peymana PYDê bi Sûriyê re jî bi eynî hawî taktîkî ye?

Karê ku PKK beriya çend rojan kir û Kantona Şingalê ragihand, di ilmê pêwendiyên cemawerî PR de, jê re dibêjin: `Balona Medyayî.` Wateya wê jî ew e ku pêşî ramanekê dixin ser zimanê xelkê, eger reaksyonên baş bi dû de hatin, ew raman tê cîbicîkirin. Eger na jî, dev ji wê ramanê tê berdan.
Reaksyonên piştî hildana vê balonê jî nîşan dan ku divê PKKê bide ser riya yekem û bi rastî jî wisa kir. A rast PKKê tiştekî baş kir ku ev rê hilbijart, çimkî PKKê ta niha ezmûneke serketî ya kantondariyê li Rojavayê Kurdistanê pêşkêş nekiriye, êdî çi jê re lazim e ku li Başûrê Kurdistanê jî rabe dîsa eynî karî dubare bike û li başûr jî bibe kantonçî?!!

Hêmin Ebdullah
Rûdaw

You may also like