Rebwar Kerîm

Hê di destpêka damezrandinê de Tevgera Goran xwe wisa didît ku bibe partiyekê herêmî û ne şert e bikare li seranserê Başûrê Kurdistanê rêxistin û pêgeha xwe hebe. Di heman demi de, wisa bawer dikir ku PDK bi rêya senga xwe rê nade ku ew li navçeyê karê siyasî bikin. Ji ber vê yekê jî berpirsên vê partiyê qet ji Girê Zergete nehatine xwarê û baregaha serkirdetiya xwe jî ne anîne Hewlêrê.

Pêşkeftinên dawiyê jî derxiste hole ku rêxistinên vê partiyê yên li derveyî Silêmaniyê lerzok in û ne cihê baweriyê ne. Bi taybet jî ku xelkek zêde yê li derveyî Sîlêmaniyê çeperên xwe xistiye nav PDK’ê.

Piştî rêkeftina 17’ê Gûlanê, YNK û Tevgera Goran di peyamên xwe yên siyasî de, bi awayek seyr û ecêp dijitiya du îdareyî ya Herêma Kurdistanê dikin. Lê di rastiyê de ew hinde jî ji bo herêmkirina Silêmanî, Germiyan û Helepçeyê kar dikin. Gefa ne merkezîbûnê û bi awayek serbixwe serdana Parêzgarê Silêmaniyê bo Bexdayê û herwiha danûstandinên Goran û YNK’ê yên li gel Bexdayê, nîşan dide ku beriya Kerkûkê, Sîlêmanî xwe amade dike bibe herêmak serbixwe.

Hê ji destpêkê ve li gor nêrîna Tevgera Goran, dibû ku Silêmanî bibe herêmek serbixwe û bixwe biryarên siyasî bide. Her ji ber vê yekê jî rêkeftina li gel YNK’ê kir û şerma herêmcîtiya YNK’ê şkînand û ji partiyekê seranserî kire partiya navçeyek diyar kirî. Rêxistinên YNK’ê yên li derveyî Silêmaniyê pir bi guman in û dizanin ka çi faktorek li pişt vê rêkeftinê heye.

Sembola tenê ya mayîna YNK’ê ya di nava hikûmet û rêveberiya hevbeş a li gel PDK’ê de, hebûna Cîgirê Serokwezîr e. Tevgera Goran bi hemû hêz û şiyana xwe YNK rakêşaye nav sînorên Silêmaniyê.

Di demekê nêzîk de, heger PDK bixwe jî nekeve nava vê rêkeftina YNK û Goran û ev rewş wiha berdewam bike ku Goran bawer dike wê YNK hêdî hêdî dest ji hikûmraniya ligel PDK’ê berde, egerek ne dûr e ku di bin navê na merkeziyetê de, navçeyên di bin kontrola YNK û Goran de bikin kantonek an jî çend kantonek. Ji xwe Bexda û Tahran jî amadene demildest van kantonan nas bike û herwiha hemû awayê alîkariya darayî û aborî jî pêşkeş bike. Di rewşa niha de wisa diyare ku PDK jî ji cûdabûna Silêmaniyê ne rehet nabe. Heger ne wisa be, ji bo ev yek pêk neyê, divê gavan biavêje.

Peyama Barzan

Rêkeftina demdirêj a siyasî ya Kurdistanê roja 23’ê Hezîrana 2015’ê hate jinavbirin. Ji ber vê yekê jî hilbijartina roja ragihandina peyama Serokê Herêma Kurdistanê, ne bê sedem bû.

Armanca hilbijartina vê rojê ew bû ku di salvegera serhildana vê krîza siyasî de, partiyên siyasî herî kêm li ser mijara herî dîrokî yê Kurdistanê bicivin û mekanîzmayekê referandumê diyar bikin. Diyare ku di vir de armanc tenê ne referendum e. Li gel vê yekê peydakirina rêyekê ye bo çalakkirina parlamenê û gehiştina rêkeftinek siyasî ye.

Berovajiyê vê yekê wê bi peydakirin û hejmartina xeletiyan ve mijûl bibin! Peyama Barzanî bi qûsûr e. Ji ber ku ne xwe weke navendekê danî ye û ne jî ti biryarek daye. Ev peyam jî tenê weke Fermandarê Giştî yê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û serkirdeyekî ku niha hemû cîhan weke nûnerê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê dibîne, belav kiriye. Li gor gotina wan baya, divêya ji roja 19’ê Tebaxê ve Barzanî li mala xwe rûniştiba û ti gotinek jî nekiriba.

Barzanî daxwaz dike, ferman nade. Lê xwezî di vê peyamê de Barzanî raste rast ji Newşîrwan Misfeta û ji serokên hemû partiyan daxwaza rûniştin û bidawîanîna vê krîzê bikira. Ji ber ku pêncî civînên din ên partiyan jî nikarin vê krîzê çareser bikin û herwiha nikarin parlamenê çalak bikin û referandûmê bikin.

Ji xwe herweke kombûna 23’ê Hezîranê, kombûnên 19’ê Tebaxê û 12’ê Cotmehê û hemû civînên din jî bê sûd bûn. Ji ber ku du karakter ji van civînan kêm bû, ew jî Barzaanî û Newşîrwaan Mistefa bûn. Heger di vê heyamê de tenê civînekê asta bilind de pêk bihata û dest ji dadgeh û karên giliyan berdana, wê niha gelek tişt jî bihatana guhertin û weke niha nedibû. Divê YNK û Goran vê yekê qebûl bikin ku niha Barzanî bi bandortirîn siyasetmedar û rêberê Kurd e. Lê divê partiyên din jî qebûl bikin ku Barzanî nikare bêyî Newşîrwan Mistefa derbarê çarenivîsa gel de biryarek yekalîker bide.

Reşkirina Rûdawê

Ev ne yekem car e ku Rûdaw û tekoşerên wê dikin amanc û nabe ya dawî jî. Li gel vê yekê ku di çenda salên dawî de, ji derve û navxwe rikê berpirsan pêşiya karê meydanî yê Rûdawê bûye asteng û dehan caran rûbirûyê êrîş, hewlê revandinê bûye.

Lê bi xweşbextî Rûdawê pencereyek zelal ê Kurdistaniyane li ser cihana wan û ya derve de danî ye. Herwiha bûye pirek di navbera cîhana derve û Kurdistanê de. Pirek wisa ku ne li ser hîmê neşîrînkirina wêneyê Kurdistanê û me li ser kêmasiyan ava bûye. Em eynika rastî yê rûdanên Kurdistanê ne, ji ber vê yekê jî “bersiva eynikê ne kevir in”… Em bilind û azad difirin. Lê di nêrîtên me de cezayê firînê tifeng nine.

Ne xeletiya me ye ku “Tenê yek kes digehe bilindahiya dîrokê, lê her kesê ling û şkestî û şil-felc ne Teymûrleng e.

*Romana bi navûdeng a Mihemed Selmanî

Rûdaw

You may also like