KONICA MINOLTA DIGITAL CAMERA Herçend berî vê demekê ev nêrîn hatibû ziman jî, di 14ê Çileya Paşîn a 2015an de li Şingalê di kombûnekê de ”Encûmena Êzîdiyên Şingalê”, wekî gaveke ber bi ”Xweîdarekirina Şingalê” hate avakirin. Ji ber ku ev gav bêyî diyaloga bi desthilatdariya Federasyona Kurdistana Başûr bû him li Kurdistana Başûr û him jî li dervayî wê munaqeşeyên pirralî dest pê kirin û ev gava ber bi ”Xweîdarekirina Şingalê” wekî gaveke ”Kantona Şingalê” hate şirovekirin.
Munaqeşe li ser ”kantonan” hatin meşandin û ev gav wek gaveke perçekirina Kurdistana Başûr hate nirxandin. Di vî warî de jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û derûdorên wê hatin rexnekirin. Di derbarê rola PKKê ya vê kombûna jorîn de, Hevserokatiya Konseya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) îro daxuyaniyek belav kir (www.firatnews.com, 18.1.2015) û got ku ew wekî rêxistin di ev kombûna Şingalê de beşdar nebûne û endamekî wan bi nasnameya xwe ya Êzîdî beşdar bûye. Li gorî daxuyaniya KCKê di kombûnê de ”kanton”bûyin nehatiye munaqeşekirin, tenê biryara ”xweîdarekirinê” hatiye dayin û di hin waran de jî komisyon hatine avakirin. Li gorî çapemeniyê hin endamên Yekitî Niştimanî Kurdistanê (YNK) jî beşdarî vê civînê bûne.
Munaqeşeyên ku nuha di hin waran de dewam dikin nîşan didin ku, çi bi navê ”xweîdarekirin”ê be, çi bi navê ”kanton” be, ev pirs xwediyê hin ”potansiyelan” in ku di navbera partî û rêxistinên Kurdistanî de, taybetî jî di navbera Federasyona Kurdistana Başûr û PKK û derûdorên wê de hin problem zêde bibin. Herçend KCK di daxuyaniya xwe de behs dike ku ew rasterast di nava vê biryara xweîdarekirina Şingalê de nebûne jî, ji daxuyaniyê tê fêmkirin ku ew piştgirîyê didin vê biryarê ku di eslê xwe de mûqabilê ew sîstemên ”kantonî” ku hevalên PKK, PYD û derûdorên wan diparizên. Em dê binêrin ka di derbarê rola PKKê û derûdorên wê de jî tiştên nû derkevin yan ne.
Bi vê munasebetê dixwazim di vê nivîsê de hin noqteyan li ser sîstemên kantonî, xweîdarekirin û dewletbûyinê, ku beşek ji lêkolîna min a li ser sîstemên xweîdarekirinê ne, bi awayekî kurt bînim ziman.
Wekî tê zanîn Îswîçre, Fransa, Luxemburg, Bosna-Hersek û Kanada hin ji wan dewletên ku li wir sîstemên kantonî hene. Wexta mirov li van dewletan dinêre, di sîstema rêvebiriyê de ev kanton muqabilên wîlayetan an jî herêman in ku wekî mînak li Tirkiyeyê hene. Ferqa girîng ew e ku ew wîlayet an jî herêm, li gorî yên li Tirkiyeyê, xwediyên desthilatdariyên zêde ne. Wekî ku tê zanîn firehkirina desthilatdariya wîlayetan di van dehsalên dawîn de li Tirkiyeyê jî her di rojevê de bûye. Bi awayên cuda be jî li van kantonan qanûnên esasî, paytext, hikûmet, parlamento û dezgehên din hene. Yanê bi kurtayî, bi hin awayên cuda be jî, kanton di nava çarçoweya dewletan de sîstemên xweîdarekirina herêmî ne.
Baş e, li Kurdistanê, taybetî jî li Kurdistana Bakur, li Kurdistana Rojava û niha jî di pratika Şingalê de ku perçeyeke ji Kurdistana Başûr e, ew sîstemên kantonî (yan jî sîstemên xweîdarekirinê ku hema hema ji aliyê naverok wekî yên kantonan in) çawa tên munaqeşekirin û ji bo Kurdistanê ew çawa dikare aktûel be?
1. Li wan dewletên ku min li jor behsa wan kir, sîstemên kantonî di çarçoweyeke dewleteke merkezî de hatine holê û her wusa berdewam in. Li Kanadayê ji bo van beşên îdarî yên herêmî li Quebecê gotina ”canton” (kanton) û li rojhilata Kanadayê ”township” (bajar) tê bikaranîn, lê naverok wekî hev e. Yanê ew ne li hin herêmên van dewletan de hatine avakirin, dewlet temamî li ser sîstemên kantonî hatine avakirin. Di wî warî de hin îstîsna hene, wekî mînak Åland a ku girêdayî Fînlandiyayê ye. Rewşa Kurdistana Başûr jî yek ji van îstisnayan e, ku herêmeke federasyon heye, beyî ku dewleta merkezî federal be. Hin pirsên navbera Kurdistana Başûr û desthilatdariya merkezî ya Îraqê ji vê bêbalansiya di sîstema federaliya ”îstisna”yê de tê ku, desthilatdarîya Bexdayê di aleyha federasyonê de ye. Ger aliyên din ên Iraqê jî federasyonên cuda bûyana û sîstema merkezî li ser lihevhatina navbera federasyonan bûye, hin nakokiyên desthilatdariyê diviyabû bi awayên din çareser bûna.
2. Ji ber vê yekê, berî her tiştî divê bê diyarkirin ku sîstemên kantonî dê bi kîjan dewletê ve bên girêdan. Di vî warî de şaşîtiyek mezin heye ku kanton wekî alternatifên ”dewletbûyin”ê tên nîşandan. Di vir de pirsa pêşîn ew e ku ew kanton dê bi kîjan dewletan ve bên girêdan.
3. Ew nêrînên ku heta nuha di siyaset û retorîka PKKê, Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) û derûdorên wan de hene, parastina kantonan wekî alternatîfa ”dewletbûyina Kurdistanî” nîşan didin û sîstemên kantonî jî tenê ji bo herêmên Kurdistanê dixwazin. Di vê nêrînê de çewtiya herî mezin ew e ku kanton wekî alternatîfa dewletbuyîna Kurdistanê tê nîşandan. Ji bo herêmên din ên dewletên dagirker (Tirkiye, Iraq, Surîye û Îran) sîstema kantonî nexwestin, ji bo wekheviya nava sînorên dewletê problem e, lê wekî min li jor jî behs kir, di vî warî de îstisna hene û hinekên wan (wekî Kurdistan Başûr) muwaqet in. Carnan di axaftinên hin berpirsiyarên PKKê de ji bo hin herêmên din jî daxwaza kanton tê ziman, lê tu carî di çarçoweya van dewletên heyî de ji bo hemû herêman sîstemên kantonî nayên parastin. Ji ber vê yekê, ger kanton di çarçoweya dewleteke Kurdistanî de nayên parastin, ji bo sîstemeke fonksiyonel, adil û demokratîk divê wekî mînak kanton ji bo Anqere, Edîrne û Trabzona li Tirkiyeyê; Basra, Bexda û Necefa li Iraqê; Şam, Raqqa û Dêrezora li Suriyeyê; Tahran, Tebrîz û Xorasana li Îranê û her bajarên wekî din jî bên parastin.
4. Ger li her perçeyên Kurdistanê parastvaniya dewletbûna Kurdistanî bê kirin (Kurdistaneke yekbûyî wekî vîzyon tê parastin yan ne, ji bo vê pirsê ne girîng e)û sîstemên kantonî wekî perçeyên sîstema îdarekirina van dewletên Kurdistanî bên parastin, ev munaşeyeke ji bo demokratîzekirina sîstema dewletê baş e. Di pey munaqeşeyan de ew sîstemên xweîdarekirinê dikarin wekî kanton, herêm, wîlayet an jî bi tişteke din bên binavkirin, êdî ew di çarçoweya perspektîfên Kurdistanî de ye. Di vî warî de kantonan an jî wekî li Tirkiyeyê jî tê munaqeşekirin ”herêmên xwedîdesthilatdariya fireh”, wekî alternatîfa dewletbûyina Kurdistanê parastin, ger nayê xwestin ku ”Kurdistan di dilan de bimîne”, ji aliyê perspektîfeke Kurdistanî ve şaşîtiyeke mezin e. Ger nuha dewleteke Kurdistanê nayê xwestin û kanton wekî ”demokratîzekirina” van dewletan tên parastin, li gorî baweriya min ew tişt dikarin bibin gavên xurtkirina demokrasiya van dewletan, lê ew ne bidezgehbûyinên Kurdistanî neû ev nabin gavên bingehîn ên çareseriya pirsa Kurdistanê.
5. Ger di siyasetê de di van pirsan de zelalî hebe, wê çaxê mirov dikare rê li ber gotinên giran ên li hember hev jî bigre. Bi gotineke din, ya girîng ev e ku divê mirov ”qesda” xwe bibêje û di vî warî de bi navê ”taktîk” an jî ”teorî”yan, kantonan tenê li herêmên Kurdistanî û wekî alternatifên dewletbûyina Kurdistanê neparêze.
6. Wexta mirov bi van perspektîfan li kantonên heyî binêre, ger kantonên li Rojavaya Kurdistanê dê wekî kantonên dewleteke (serbixwe, federasyon an jî xweîdarekirineke din) Kurdistanî bin û ger gelê me yê li wir jî vê sîstemê bixwaze maqûl in. Lê ger ew dê ne kantonên Kurdistana Rojayayê bin û çareserî di çarçoweya dewleta heyî ya Suriyeyê de tê parastin, ev bes jibo demokratîzekirina Sûrîyeyê dikare gavek be; lê ne riya çareseriya pirsa Kurdistanê ya li Kurdistan Rojavayê ye.
7. Di vê çarçoweyê de, ji ber ku Şingal perçeyek ji Kurdistana Başûr e, îlankirina ”Encûmena Êzidiyên Şingalê” ku bi gellek aliyên xwe dişibe sîstema kontanî, şaşîtîyeke mezin e. Ger bi perspektîfeke Kurdistanî xweîdarekirina Şingalê tê parastin, riya wê ji Parlamentoya Kurdistana Başûr derbas dibe, ne ku ”yek alî” îlankirina sîstemeke xweîdarekirinê ya li Şingalê ye. Hele hele xûşk û birayên me yên PKKyî û yên derûdorên wê, di vî warî de divê bêyî xûşk û birayên me yên Kurdistan Başûr piştgirîyê nedin gavên weha, yan jî bixwe gavên weha neavêjin. Gerîllayên PKK, PYD û derûdorên wan di şerên Şingal, Mexmûr û cihên din ê Kurdistana Başûr de alikariyên baş kirin. Lê nabe ku beyî îradeya Kurdistan Başûr ku êdî ber bi dewletbûna serbixwe diçe û li dinyayê jî ”qebûl”eke berbiçan dibîne, ”rasterast” an jî bi destê hin xûşk û birayên me yên Şingalî gavên wekî ”xweîdarekirinê” bên avêtin. Ger wekî ku KCK di daxuyaniya xwe de dibêje roleke wan a sereke tuneye, divê ew jî helwest bigrin ku ev pirs di çarçoweya desthilatdariya Kurdistana Başûr de bê çareserkirin. Bi helwesteke weha dê xûşk û biratiya nava Kurd û Kurdistaniyan xurtir dibe û planên xernexwazên ku naxwazin destketinên Kurdistanî pêşve herin xera bibin.
8. Ger wekî ku di agahdariya KCKê de tê diyarkirin, di kombûna 14ê Çileya Paşîn de behsa ”kanton” nehatibe kirin, lê bi zanetî ew biryar ji aliyê hin kes û grûban wekî ”kanton” hatibe nîşandan, her çend ji aliyê ”xweîdarekirin” û ”kanton” pirr bişibin hevdu jî, helwestên weha ne rast in; hîzmeta berjewendiyên doza Kurd û Kurdistanî nakin.
9. Herweha hêvî dikim ku bi vê munasebetê PKK û derûdorên wê jî, nêrînên xwe yên di derbarê ”kanton” û ”xweîdarekirin”an de careke din li ber çav derbas bikin û ger sîstemên weha dixwazin jî, bila di çarçoweyên dewletbûyina Kurdistanî de biparêzin.
10. Di çarçoweyên dewletên heyî de gavên demokratîzekirinê parastin, rasterast bi dewletbûyina Kurdistanê ve neyê girêdan jî, ji bo şertên azadî û demokrasiya giştî dikarin gavên baş bin. Ya girîng ew e ku teoriyên ”taktîkan” neyê kirin û ger carnan tiştên ”ji dil” neyên gotîn jî, qet nebe sîstemên kantonî wekî alternatîfa dewletbûyina Kurdistanê nîşan nedin.
Di vî warî de gelek pirs û pirsgirêk hene, lê bila ew bimînin ji nivîsên din re. Li gorî baweriya min ger bi perspektîfên weha li pirsan bê nêrîn, zû yan dereng, hin pirs û pirsgirêkên di nava partî û rêxsitinan de dê bikevin riyên çareseriyê. Hêvî dikim ku li Şingalê ew gava ku li hember îradeya desthilatdariya Kurdistan Başûr hatiye avêtin bê sekinandin û pirs ji diyaloga navbera temsîlkarên herêmî yên Şingalê û desthilatdariya Kurdistana Başûr re bê berdan.
Xûşk û birayên me yên Êzîdî ji terorîstên DAÎŞê pir kîşandin û hîn jî bi hezaran keç û jinên me di destên van hovan de ne. Divê hemû hêz ji bo dermankirina êş û kulên van xûşk û birayan bê bikaranîn û xelaskirina van mirovên me be, ne ji bo gavên ku nakokiyan zêde dikin.
Ji ber vê yekê,
parastina xûşk û biratiyê,
welatperweriya Kurdistanî ev e.
Girêdana ji dil a
bi xwîn û bîranînên şehîdan,
çi pêşmerge,
çi gerîllaû çi Kurd û Kurdistaniyên sivîl bin, ev e.
Riya xerakirina planên xernexwazên herêmê ev e.
Ger ev daxwaz ”xeyalperestî” be,
ez 100 caran,
1000 caran dibêjim; ez xeyalperest im!
Osman Aytar
Kurdinfo

You may also like