barzaniLiserhesp
Di dîroka siyasî ya doza Kurdistanê de Mistefa Barzanî navekî naskiriye. Di bizava siyasiya başûrê Kurdistanê de piştî têkoûna serhildana Şêx Mehmudê Berzincî, nemir Mistefa Barzanî serkêşiya xebata Kurdên başûrê welatê me yê dagirkirî, girt destê xwe. Jiyana Barzanî bi piranî li rex şervanên wî û ji bo azadiya Kurdistanê derbas bû. Mistefa Barzanî mîna nirxekî netewî û dîrokî ji bo hemû Kurdên azadîxwaz bûye mîrasek millî û nemir. Li jêr bi awayekî kurt jiyana vî serokê Kurd hatiye nivîsandin.

Piştî Silêmaniyê, gundê Barzan dibe navenda xebata siyasî li başûrê Kurdistanê:
Piştî şikesta şorşa Şêx Mehmudê nemir barê xebat û karê Kurdayetiyê li başûrê Kurdistanê bi yekcarî dikeve herêma Behdînan ku navenda rêberatiya vê xebat û hereketê gundê biçûkê Barzan e.

Qeza Mêrgesor ku nahiyên Mêrgesor, Barzan û Şêrwan digire ber xwe, girêdayî wilayeta Hewlêrê ye.
Devera Barzan beriya ku piştî çend serhildanên Kurdan bi yekcarî ji aliyê rêjîmên dagîrker ve wêran bibe, 400 gundên avedan têda hebûne û hejmara rûniştvanên herêmê zêdetir ji 40 hezar kesan bûye. Herêma Barzan û navenda wê gundê Barzan di çaxê Şêx Ebdulselamê yekem da ku di sala 1872ê zayînî de wefat kir, ji ber ku têkeya terîqeta Neqşbendî ya girêdayî Şêxên terîqeta Neqşbenî li Nehriyê têde bû, mîna navendeke olî û avedan ku herdem tejî mirîdên vê terîqetê bû, tê hesibandin. Şêx Ebdulselamê yekemîn berevajî şêx û axayên hemdemî xwe, mirovekî dadmend û bi edalet bû. Wek jêderên biyanî didin xuyakirin di çaxê wî de hinek karên baş û xebatên sosyalî ji bo pêşketina jiyan û rewşa civakî hatin kirin ku ger bi pîvanên roja îro bên nirxandin û şirovekirin, di wê serdemê de pir girîng bûn. Ji wan karan: parvekirina zevî û erdê çandinê bi ser gundiyan de, qedexekirina next û qelenê zewaca keçan, qedexekirina milkdariya zêde bi şêweyên feodalî, qedexekirina bi zorê şûdayîna keçan û parastina sirûşta Kurdistanê anku birîna dar û dirextan, şewitandina daristana û qedexekirina kuştina teyr û tiwalan, nêçîra heywanên kovî, bêhinfireyî li hemberî diyanetên derdora coxrafiya jiyana wan û herêma Behdînan( Jiyana hevpar bi Kurdên Êzidî, Kildanî, Yehûdî, Xaçeparêzên Ermenî ku ne misliman bûn û …), jiyana dostanî bi hemû gelên herêmê( Asûrî, Tirkmen, Yehûdî, Ereb û Ermenî ) re û xala herî girîng parastina mafê gelê Kurd û serkêşiya bizava netewiya Kurdan di herêmek coxrafiya girînga Kurdistanê de ku nîşana demokratîkbûna bîr û ramanên birêveberên Barzanî bû, teisîrek mezin li ser bizava siyasî û oliya vê malbatê danî.

Piştî wefata Şêx Ebdulselamê yekem kurê wî Şêx Mihemed Barzanî dibe cîgirê wî. Şêx Mihemed piştî zewacê dibe xwediyê pênc kuran: Şêx Ebdulselam, Şêx Ehmed, Mistefa Barzanî, Mihemed Sidîq û Şêx Babo. Wan tevan ji destpêka xwenasandinê bi hemû awayan xebat kirin ku riya kalkê xwe ya xizeta ji bo gel di hemû warên siyasî, olî û civakî de bidomînin.

Navdartirîn endamê vê malbatê ku tevaya temenê xwe di riya xebata siyasiya ji bo Kurd û Kurdistanê derbas kir, Mistefa Barzanî ye.
M.Barzanî kiye, çikiriye û serhildana wî di dîroka Kurdistanê de xwedî rolekî çawaye?
Û … Jiyana tejî bûyer, derbiderî û nîştimanperweriya Mistefa Barzanî yê heya radeyekê
Bersiva van pîrsên me bide.

Jiyane nemir Mistafa Balzani, Malbata wan û çend bûyerên din di jiyana wi da:
Mistefa Barzanî di 14 Adara sala 1903an(14.03.1903) de li gundê Barzan hat dinê. Beriya ku ew çavên xwe bi jiyana dinyayê veke, bavê wî (Şêx Mihemed) jî di sala 1903an de wefat kiribû.

Li gor çavkaniyên dîrokî herçend nerazîbûn(îtiraz) û bizava Şêx Ebdulselam Barzaniyê duyemîn li dijî Osmaniyan zêde dewam nekir, lê ev serhildan û serhildanên din yên mîna serhildana esîreta Milliyan bi serokatiya Îbrahîm Paşayê Millî û çend serhildanên din li herêmên cur bi curên Kurdistanê, bûn sedemên xweşkirina zemîneya çêbûna şoreşa Îtihadiyan di sala 1908an de.

Çaxê çalakî û lebatên siyasiyên Barzaniyan vedigere bo destpêka sedsala 20an ku bi serokatiya Şêx Ebdulselamê duyemîn di sala 1907an de bi qasî du mehan li herêmê berdewam bû. piştî ku Osmaniyan serîhildan têkşikandin gelek kes zindanî kirin ku Mistefayê 3 salî jî yek ji wan bû ku bi dayika xwe ve di girtîgeha Mûsilê de hatin girtin. Mistefa Barzanî zû tama derdê dûrî û xema bindestiya gelê xwe ji sê saliyê, dema ku hê zarok bû di nava lepên dujiminê dagîrker da kêşand. Salek piştre di çaxê hêrişa îtihadê de gundê Barzan ket ber hêrisa hêzên wan yên di bin serokatiya Silêman Nezîf Paşa da. Ji rûyê neçariyê Şêx Ebdulselam Barzanî pena xwe bo Seyîd Tehayê Nehrî dibe û di gundê Rajan li herêma Mirgewer(wilayeta Urmiyê_ Rojhilatê Kurdistanê) dimîne û bi hevkariya serokê Kurd nemir Simkoyê Şikak bi karbidestên Rusan re dikeve nava peywendiyên siyasî, lê mixabin çaxê ku ew li herêma Tirgewer bû, ji aliyê xwefiroşekî bi navê (Sofî Ebdullah) ve bi şêweyek namerdane hat girtin û ew teslîmî dewleta Osmaniyan kirin. Osmaniyan di 14 Dêsambira sala 1914an de piştî pêkanîna dadgehek formalîte, Şêx Ebdulselamê Barzanî li bajarê Mûsilê xenqandin.

Di etmosfêrek wiha tejî kîna li hemberî dewletên dagîrker û zordariya destgeh û berpirsyarên hukumeta Osmanî de, Mistefa Barzanî jî mîna Ismaîl Axayê Şikak, Şêx Mehmudê Berzencî û gelek serokên din yên Kurd çavên xwe bi jiyaneke tejî eş û elem vedike û di nava malbatek olî de mezin dibe. Ev rewşa jiyanê pêşeroja jiyan û helwesta siyasiya vî lîderê Kurd jî dide destnîşan kirin û ew bîr û ramanên Kurdayetiyê bêtir di hest û mejiyê xwe de dide perwerdekirin. piştî ku Osmaniyan bi bêbextî Şêx Ebdulselam Barzanî şehîd kirin, Şêx Ehmedê birayê wî bû rêber û serkarê herêma Barzan û eşîretên Barzanî. Wê demê temenê Mistefa Barzanî 18 salî bû.
Beriya wê li gor çavkaniyên dîrokî di navbera salên 1917, 18 û 19an de, Şêx Ehmedê Barzanî birayê xwe yê xurt Mistefa Barzaniyê 16 salî bi Şêx Ebdulrehmanê Şirnexî re ji bo lidarxistina kar û barê şoreşek berfireh li bakurê Kurdistanê dişîne bajarê Muşê û ew li wir hevdîtinekê bi Şêx Ebdulqadirê Nehrî û Şêx Seîdê Pîran re pêk tîne. Herwiha Şêx Ehmed bi şêweyek nihînî ji sala 1920an û pêde bi Şêx Mehmudê Berzencî û Simkoyê Şikak re ku sergermî xebata li dijî her du dewletên Îraq û Îranê bûn, dikeve nava têkeliyên polîtîk. Mistefa Barzanî ji çaxê ku xwe famand, zû bi bindestî û tepeseriya gelê Kurd hesiya. Wî dixwest bi hevkariya birayê xwe Şêx Ehmed, xelekên zincîra hereketa Kurdî bi rêk û pêkî bidûmîne.
Herwiha Mistefa Barzanî ji temenê 15 saliya xwe û pêde bo kar û barê parastina hoza Barzan li dijî desthilatdariya dewleta navendiya Îraqê û hozên cîran, roj bi roj weke şervanekî zîrek erk û wezîfeyên zêdetir li ser milên xwe hiss dikirin. Eşîretên Kurd bi giştî û esîretên Barzan bi taybetî di tevaya dirêjahiya dîroka xebata siyasiya xwe de bi wefadariyek mezin û di tengaviyên herî giran de rêberên xwe bi tenê nehiştine û bi dilsojî û fîdakarî ew parastine. Ev rastî di bîranînên wan serleşkerên artêşa dewletên dagirker de ku bi hêzên Barzaniyan re ketine nava şerên giran jî, tê dîtin. Serleşker Teferuşyan, Hesen Erfei û Rezim Ara di pirtûkên xwe de vê rastiyê diselmînin.
Sala 1919Çan M. Barzanî li ser biryara birayê xwe Şêx Ehmedê Barzanî dema ku xurtekî 19 salî bû weke fermandarekî şervan û şareza, bi hêza xwe ve ji bo hevkariya xebatkarên şoreşa Şêx Mehmudê Berzincî xwe gehand herêma Silêmaniyê. Hêza wî bû du qol ku komek ji Dola Piyaw û koma din jî ji navçeya Balek de derbas bûn. Ew herçend di rê de tûşî şerê bi eşîretên hevkarên Inglîzan re rast hatin jî, lê bi fîdakariyek mezin û şehîdbûna çend şervanên Kurd wan xwe gehandin herêma Silêmaniyê. Mixabin berî ku ew bigehin wê derê şoreşa Şêx Mehmudê Berzencî bi hevkariya hêzên Inglîz û hinek esîretên xwefiroş şikeste xwar û Şêx Mehmudê Berzencî jî bi dîlî ji Kurdistanê hat dûr xistin. Mistefa Barzanî bi vê kiryara xwe da îspatkirin ku pêwîste herkes bi şêweyek netewî nêzî pirsgirêka gelê xwe bibe.
Nemir Mistefa Barzanî di navbera salên 1920 û 1921an de bi hinek siwarên mêrxas re, xwe gihand bakurê Kurdistanê ji bo hawar û rizgarkirina Endranîk Paşayê Ermenî û bi vî karê xwe wî sedan kes Ermenî ji kuştina bi destê şovenîstên Tirk rizgar kirin. Wî Entranîk, malbata wî û gelek feqîr û hejarên Ermenî ji riya bajarê Zaxo ber bi welatê Suriyê bi rêkirin. Di vê xebata tejî fîdakarî de 14 kes ji şervanên Mistefa Barzanî jî di şerê bi artêşa Tirkiyê re hatin şehîd kirin. Elbet di çaxê komara Kurdistanê(Mihabad 1946) de jî M. Barzanî sinorên destçêkirî bi fêrmî nasnekirin û xwe gehand paytexta komarê bajarê Mihabadê. Ev nîşanek ji bo selmandinê vê rastiya dîrokî bû ku di navbera Kurdan de hevgirtinek bihêz pêkahtibû. Lê mixabin merc û rewşa siyasiya cîhanê, dîroka Kurdan ber bi rêyek din ya berevajî berjewendiyên Kurdan hajût.

Yekemîn serhildan û şoreşa Barzan di roja 9ê Februara sala 1931an(09. 02. 1931) de bi beşdarbûna 80 şervanên Kurd di bin serokatiya Mistefa Barzanî de di şerekî bi navê (Berqî Begê) li dijî artêşa Îraqê destpêkir. Di vî şerê ku piştre di domandina qedera siyasiya Kurdên başûrê Kurdistanê de rolekî girîng lîst, hêzên artêşa Îraqê bi giranî li hemberî şervanên Kurd şikeste xwarin û xisarek canî û maddî ya zêde bi dewleta Îraqê ket. Li hemberî şehîdbûna 5 pêşmergeyên Kurd û birîndarbûna hejmarek kêm ya şervanên Kurd, artêşa dewleta Îraqê 126 kuştî û bi sedan birîndar li pey xwe hiştibûn.
Ev tê wê wateyê ku di çaxê serhildana sala 1931 û 1932an de êdî tiwan û hêza Mistefa Barzanî wek rêberekî şareza li hemberî hêza dujmin bi temamî hatibû eşkere kirin.
Lê şerê herî mezin ku nemir Mistefa Barzanî hertim di jiyana xwe de bi serbilindî û şanazî behs li ser kiriye, şerê bi navê (Dole Vajî an jî Dola Vajiya) ye ku di rojên 3 û 4ê 02. Februara sala 1931an de li Dola Vajiya li hemberî artêşa dewleta Îraqê qewimî. Di şerê Dola Vajiya de Mistefa Barzanî yê 28 salî bi wan şarezayiyên ku li ser taktîkên şerê partîzanî hebûn, karî bi hevkariya şervanên xwe 235 esker û fermandarên artêşa dewleta Îraqê bikujin û bi sedan kes ji hêzên dewletê jî di vî şerî de birîndar bûn. Ev di halekî de bû ku ji şervanên Barzanî tenê 12 kes hatibûn kuştin. Di vî şerî de ji ber wan hêriş û bervaniyên ku li gor zanist û taktîkên şer bênimune bûn, stêrka şansê Mistefa Barzanî wek rêber û serleşkerekî jêhatî roj bi roj geştir bû û wî karî di nava Kurdên hemû Kurdistana mezin de hêzek meinewî ya bilind biafirîne. Çimkî vî şerî ne tenê di nava Kurdan de belkî di nava medya dewletên cîran û cihanî de jî dengekî bilind veda. Ji bona bêtir nasandina van çalakiyên dîrokî li ser herektên Barzan pêwîstiyek girîng bi lêkolînên akademîk û zanistî heye.
Bihara sala 1932an artêşa Îraqê bi hevkarî û piştgîriya hêza esmanî û leşkeriya dewleta kedxwara Birîtanya, hêrişek giran bir ser herêma Barzan. Gundê Barzan ku wek navendeke rêberatiya şoreşa Kurdan dihat hesibandin, bi giranî hat bombarankirin û herçend Barzaniyan bi mêranî berxwedan kirin û di destpêkê de hinek serkeftin bi dest xistin lê nekarîn li hemberî hêza pirçek û cebilxane û firokên şer yên Inglîzan, li berxwebidin. piştî wê bûyerê Şêx Ehmed û malbatên Barzaniyan neçar man di havîna sala 1932an de derbasî bakurê Kurdistanê bibin. Lê bihara sala 1933an dewleta Tirkiyê Şêx Ehmedê Barzanî ku wê demê rêberê siyasî û oliyê hereketê bû, bi çend şervanên wî ve ji Tirkiyê teslîmî dewleta Îraqê kirin. Ji vê tarîxê û pêde di dîroka serhildana Barzaniyan de rûpelê dûrketin û derbideriyê vedibe û jiyanek tejî êş û bûyer di nava Kurdên başûrê Kurdistanê de dest pêdike. Dema ku Mistefa Barzanî ev bêbextiya dewleta Tirkiyê dît, ji wir ber bi çiyayên Kurdistanê çû û xwe teslîmî dewleta Îraqê nekir. Lê li ser daxwaza Şêx Ehmed, Mistefa Barzanî jî xwe gehand cem birayê xwe(Şêx Ehmed) yê ku di girtîgeha bajarê Mûsilê de bû.

Sala 1932an di çaxê jiyana êxsîrî û dîlketita Barzaniyan de, dewleta Îraqê bi rênmuniya axayên xwe yên Birîtanî Şêx Ehmed, Mistefa Barzanî û malbatên Barzaniyan berê şandin bajarê Mûsilê û piştre di sala 1936an de ber bi Bexdayê û piştre jî bo Nasirye, Kifrî û Pirdê(Alton Koprî) û di dawiyê de jî bo Silêmaniyê sirgun kirin.
Di dawiya bihara sala 1936an Mistefa Barzanî ji bo gotûbêjên dîplomatîk bo bajarê Mûsilê hat vexwîndin, lê berpirsyarên dewleta Îraqê li wir Barzanî girtin û bi kiryareke dûrî exlaqê mirovanetiyê waliyê Musilê yê wê çaxê xwest ku bi dayîna jehrê, wî ji holê rake, lê Mistefa Barzanî piştî du hefteyan ku ketibû halê bêhişyê, ji mirinê rizgar bû.
Bi hezaran sal e ku Kurd li ser axa bav û kalên xwe Kurdistanê dijîn. Kesên ku li ser erdnigariyek bedew û rengîn jiyanê derbas bikin, zû bi zû nikarin fêrî jiyana dûrî coxrafiya Kurdistanê jî bibin. Bi wateyek din jiyana dûrî çiya û newalên Kurdistanê ji bo Kurdan pir nexweş e û ji bona wê jî Barzanî û malbatên wan yên ji Kurdistanê hatîn dûrxistin, li benda derfetek biçûk bûn ku carene din vegerin welatê xwe kurdistanê.
Şerê cîhanê yê duyemi, Pirsgirêka Kurd û Doza Mistafa Balzani:
Şerê cîhanê yê duyemîn derfetek girîng ji liv û xebata siyasiya Kurdên başûr û rojhilatê Kurdistanê re afÎrand ku di warê ramyarî(polîtîk) de ji bo netewa xwe karekî biken.
Sala 1943an partiya Hîwa bi serokatiya nemir Refîq Hilmî xebatek nihînî û bi displîn di bajarên Îraq û Kurdistanê de didan meşandin. Berpirsyarên partiya Hîwa ji bo berfirehkirina kar û xebata xwe ya siyasî û leşkerî ku bikarîbin ji hêza serleşkerekî şareza mîna Mistefa Barzaî û şervanên wî mifayê wergirin di 12. 07 Julaya Sala 1943an de organîzasyona nihîniya endam û sempatên partiya Hîwa, Mistefa Barzanî piştî 10 salan derbiderî û jiyana êxsîriyê ya di destê karbidestên dewleta Îraqê de, ji bajarê Silêmaniyê derbasî bajarê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê kirin. Di wan mercên nazik û hessas de vegera Mistefa Barzanî ya ber bi Kurdistanê tirs û xofek mezin xiste dilê karbidestên her du dewletên Îran û Îraqê. Ji bona wê jî herdu dewletan her yekî bi qasî 50000 dînaran ji bo kuştin an jî anîna serê Barzanî dan diyarkirin. Xuyaye ku ev hejmara bilinda diravê ku ji bo serê Barzanî hatibû diyarkirin, girîngiya xebat û bizava Kurdan ya di bin serokatiya Barzanî di wê demê de dide eşkerekirin.
Lê Mistefa Barzanî piştî jiyana reşa wan salên ku li dûrî Kurdistanê û di bin çavdêriya berpirsyarên dewleta Îraqê de derbas kiribû, vê carê bi hûrbînî xebitî ku hêzek leşkerî ya rêkûpêk li dora xwe bicivîne. Ji bona wê jî di 28. 07Julaya sala 1943an de bi awayekî nihînî ji rojhilatê Kurdistanê vegerî cihwarê bav û kalên xwe Barzan û di demek kurt de karî zêdetir ji du hezar(2000) pêşmerge û şervanên mêrxas li dora xwe kombike. Bi vî rengî Mistefa Barzanî serhildana xwe ya du-duyan di Julaya sala 1943an de da destpêkirin û şoreşa Barzan ya duyemîn jî heya bihara sala 1945an berdewam bû. Di vê serhildanê da jî Kurdan li hemberî hêzên dewleta Îraqê gelek serkeftin bi dest xistin.
Di çaxê şoreşa Barzan ya duyemîn de ji 2ê Oktobra sala 1943an heya 10 Novbra sala 1943an dijwartirîn şerên bixwîn di navbera hêzên Kurd û hêzên dewleta Îraqê de qewmîn ku di tevaya şerên çêbûyî de rejîma Îraqê tûşî xisarek mezina maddî û canî bû û bi hezaran leşkerên wan canê xwe ji dest dan.

Di dîroka azadîxwaziya gelê Kurd ya li başûrê Kurdistanê şerên şoreşa Barzan ya duyemîn anku şerên Şaneder, Xêrîzok, Guretu, Mezine û şerê Meydane Morikê cihekî girîng digirin ber xwe. Êdî ji wê şoreşa duyemîn û pêda muhra netewayetîbûnê bêtir û zêdetir rûyê xwe di hereketa Barzaniyan de daxûyakirin û partî Hîwa û hemû efser û serleşkerên Kurd ku di nava artêşa Îraqê de mijûlî xizmetê bûn bi rihek nîştimanperwerî piştgîriya vê serhildan û bizava netewî kirin. Xisara malî û canî ya ku dewleta Îraqê li hemberî şervanên Kurd tuş bibû ew neçarkirin ku di 29 Novembera sala 1943an de dawa gotûbêjê ji serokê hereketê Mistefa Barzanî biken.
Gotûbêja her du aliyan heya demekê domand, lê karbidestên Îraqî di niyet û armancên xwe de durist nebûn û dixwestin ji derfetê mifayê bistînin û hêzên xwe ji bo şerên dijwartir û bi dawîanîna doza Kurdan, komîserhev bikin.
Di 15 Janwiya sala 1945(15.01.1945)an de encûmena Azadiyê hat pêkanîn. Desthilatdariya Îraqê li derfetekê digeriyan ku hêza xwe tekûz û berfireh biken û bi derbeyeke yekcarî şoreşa Barzanî têkbişkîne, lê Kurdan jî baweriya xwe bi desthilatdariya Ereban nedianîn. Bi vî awayî zemîneya şerekî din di navbera herdu aliyan de hat duristkirin. Gotûbêja di navbera herdu aliyan de negehişt ti encamekê û bi şerê 25ê. Augusta 1945an(25.08.1945) hevdîtinên dualî bi dawî hatin.
Kurdan careke din di 5. Septambera sala 1945an de (05. 09. 1945) di şerê bi navê Meydane Morikê de hemaseyek dîrokî afirandin. Di vî şerê giran de artêşa Îraqê bi ji destdayîna 480 kuştî û 80 dîlan ji esker û fermandarên xwe carek din bi vê heqîqetê hesiya ku nikare bi tenê li hemberî şervanên Kurd li berxwe bide. Ji ber ku di şerê navbirî de Kurdan tenê 5 kuştî û 7 birîndar hebûn û nav û bangê berxwedana Kurdan li her çar perçên Kurdistanê geriya. Êdî Kurdên hemû Kurdistana mezin, başûrê Kurdistanê ji xwe re kirin Keibeya gehiştina xwezî, hesret û cîbicîkirina daxwazên xwe yên netewî. Di wan salan de Mistefa Barzanî herçend hê di jiyanê de bû ji Kurdên hemû dinyayê re bibû lîderekî efsaneyî.
Dema ku şoreşa Kurdan pêşket, dewleta Birîtanya dîsan bi piştgîrîkirina ji dewleta Îraqê, careke din qedera siyasiya Kurdên başûrê Kurdistanê guherand. Lê êdî navê Mistefa Barzanî mîna xebatkar û serokekî qehreman li her dera Kurdistanê bi camêrî belav bûbû.

Barzanî û Komara Demokratîka Kurdistan( Mihabad 1946):
Piştî şerê bi navê Meydane Morikê dewleta Îraqê bi hevkariya hêza esmaniya Birîtanya ku ji bo berjewendiyên xwe yên aborî hemû yasa û qanûnên mirovanetiyê binpê dikirin, karî Barzaniyan tûşî şikestê biken û newekheviya hêzên her du aliyan, Şêx Ehmed û Mistefa Barzanî neçarkirin ku bi biryarek nû di 11. Oktobera sala 1945an(11.10.1945) de ji riya Kêleşîn ya nêzî bajarê Şinoyê bi armanca hevkariya komara Demokratîka Kurdistan bi hejmarek mezin xwe bigehînin Rojhelatê Kurdistanê û malbatên Barzaniyan li herêmên Mirgewer, Tirgewer, Şino, Nexede û Mihabad hatin bi cîhwar kirin.
Di çaxê desthilatdariya komara demokratîka Kurdistanê de hêzên Barzanî di parastina dewleta Kurdî de bi hemû rengan hevkarî dikirin û di çaxê komarê de bi du şerên Qarawa li herêma Seqiz û şerê Milqerenî xisarek mezin li hêzên Îranî dan. Di şerê Qarawa da heştê(80) serbaz û efserên artêşa şahenşahiya Îranê hatin kustin û 120 kes jî bi dîlî hatin êxsîrkirin. Di vî şerî de ji ber ku hêza Kurdan heta yek kuştî jî nedabûn, tirs û wehşetek mezin ket nava artêşa Îranê.
Li ser rolê Barzaniyan di çaxê komara demokratîka Kurdistanê de gelek pirtûk û gotar hatine nivîsandin, lê ji wan dokoment û nivîsên ku ji çaxê komarê man e, xuya dibe ku hêza Barzaniyan rolekî mezin di parastina dewleta Kurdan de lîstiye. Li ser vî esasî jî sê mehan piştî ragehandin û îlankirina komara Kurdistan, Mistefa Barzanî bû General Barzanî û mîna serleşker û berpirsyarekî hêza artêşê û sê tîpan bi serokatiya her sê efserên başûrê Kurdistanê Bekir Ebdulkerîm, Mistefa Xoşnav, Mîrhac û Reîs Izzet di bin berpirsyariya wî de bûn.

Damezirandina Partî Demokratî Kurdistanî Îraq, Têkçûna Komara Kurdistan û Mesa dîrokî ber bi Sovyetistanê:
Salekê piştî damezrandina Partî Demokratî Kurdistan ( piştre Partî Demokratî Kurdistanî Îran) piştî şiwra ku bi Pêşewayê şehîd Qazî Mihemed û karbidestên komara demokratîka Kurdistanê re hatkirin, di 16ê Augusta sala 1946an (16.08. 1946) de Partî Demokratî Kurdistanî Îraq jî di bin serokatiya General Mistefa Barzanî de ji bo bizava Kurdên başûrê Kurdistanê hat damezrandin.
piştî ku di dawiya sala 1947an de komara demokratîka Kurdistan têkçû, Mistefa Barzanî bi hişyarbûnek zêde xebitî ku li hemberî dewleta Îranê berxwedanê bike û bê zerer û ziyan ber bi sinorên Kurdistana başûr û bakur hereket bike.
Di 31ê Adara sala 1947an de dema ku Mistefa Barzanî û şervanên wî pêhesiyan ku Pêşewa Qazî Mihemed hat îdamkirin, xemgînî û bêdengiyek mezin ket nava wan.
Di 15 Nisana sala 1945an de hemû malbatên Barzaniyan bi serokatiya Şêx Ehmedê Barzanî vegerîn başûrê Kurdistanê û xwe teslîmî berpirsyarên dewleta Îraqê kirin. Mistefa Barzanî jî meşa xwe ya dîrokî di 6 Gulana 1947an de ber bi Yekîtiya Sovyetê, da destpêkirin. Lê meşa wan ya xwe rizgarkirinê bi dijwariyên gelek mezin rûbirû bû. Ew bi hêzên xwe ve ji Mihabadê derketin û di yekemîn hefteya meha Adara sala 1947an de şerê Nalosê di navbera her du aliyan de anku hêzên Kurd û Îraniyan de qewmî. Ji wê û pêda heya dawiya Adara 1947an şerên Gucar(gundekî herêma Mirgewer), eniya Şino û Nexede, şerê Qarne li herêma Xanê û şerên Ewrisi û Helec li herêma Mirgewer ku di tevaya şeran de hêzên Îranî bi berxwedaneke mezina hêzên Barzanî re rû bi rû manbûn, di navbera her du aliyan de qewmîn.

Di 3ê Nisana sala 1947an de(03. 04.1947) di navbera hêzên Barzanî û artêşa Îranê û caşên ku hevkariya dewleta Îranê dikirin, şerê Nêrgi an jî Berezer(li Mirgewer) çêbû ku Mistefa Barzanî bi xwe jî di vî şerî de bi sivikî birîndar bû. Ji ber şertên nebaşên hewayê(etmosfêr), destpêka biharê serok Barzanî û şervanên wî di 19. Aprîla 1947an de neçar man ku vegerin nava axa başûrê Kurdistanê. Lê zexta dewleta Îraqê û êxsîrbûna Şêx Ehmedê Barzanî û malbatên Barzaniyan, Mele Mistefa neçar kirin ku bi hêzek taybetî ku ji 502 pêşmergeyên herî mêrxas pêkhatibû di 25ê Aprîla sala 1947an(25. 05. 1947an) xwe bigehîne gundê Bayê li bakurê Kurdistanê. Lê artêşa dewleta Tirkiyê jî li hemberî hatina wan kete nava tevgerê û ew neçar man 2 roj piştre anku di 27ê Aprîla sala 1947an de xwe bigehînin gundê Cêrmê(an jî Cêrmi) û Bêdkare li rojhilatê Kurdistanê ku dikevin jêriya çiyayê Şehîdan. Li wê derê li serê çiyayê Xehîdan Mistefa Barzanî bi dengekî xemgîn û bihêz wiha got:
” Gelî pêşmergeyan!! binêrin, ji serê vî çiyayî em gula Wanê û Urmiyê her duyan jî dibînîn, her du jî cihwarê herî kevnarê jiyana bav û kalên mene, lê li ser vê axa xwe em mehkumî mirin û revê ne û dagîrkerên Kurdistanê nahêlin em li ser axa xwe di rihetiyê de bijîn. Guneha me tenê Kurdayetî ye, hişyar bin û emê biser bikevîn, çimkî em ji xwe re dixebitîn…”( çêkiribû. Mistefa Cihangîr Satî yek ji wan 502 kesan bû ku bi serok Barzanî de çûbû Sovyetistanê).
Hereketa Barzanî û şervanên wî ber bi sinorê Îran û Yekîtiya Sovyetê didome û ew ber bi herêma Mako dimeşin. Di 9 heya 11ê Gulana sala 1947an de şerên mezin û berfireh di deşta Makoyê û çiyayên derdora wê de sê roj û sê şevan bi giranî di navbera her du aliyan de berdewam bûn û di vî şerê dijwar de herçend artêşa Îranê bi hemû top û tank û balefirên xwe demek dirêj bû ku amadekariyên xwe kiribûn, di her sê rojan de bi giranî şikeste xwarin û piştî ku bi sedan kuştî li pey xwe hiştin (yanî biqasî 271 kesan) bi dehan kes ji serbaz û fermandarên artêşa şahenşahî jî bi dîlî ketin destê hêzên Barzaniyan.
Di 18ê Hezîrana sala 1947an(18.06.1947) de Mistefa Barzanî piştî 51 rojan meşa xwe ya dijwar, şervanê herî dawiyê ji 502 şervanên hêza xwe bû ku ji rûbarê Erezê derbasî nava axa Sovyetistanê bû.

Jiyana li Sovyetistanê û siyaseta Baqirof li hemberî Barzaniyan:
Di 29ê Septambira sala 1947an de General Mistefa Barzanî û çend kesên derdora wî bi destûra dewleta Sovyestistanê piştî 40 rojan ji bajarê Nexcewanê ber bi Bako paytextê komara Azerbayicanê hatin veguhastin.
Di 19ê Janiviya sala 1948an(18.01. 1948) de di konfiransa gistiya ku ji aliyê Yektiya Sovyetê ve ji bo karê Kurdayetî yê penaberên başûr û rojhilatê Kurdistanê hatibû lidarxistin, Mistefa Barzanî wek berpirsyarê giştiyê vê xebata hevpara Kurdên her du parên Kurdistanê, hat hilbijartin.
Baqirof (Serokkomarê wê demê yê komara Azerbayicanê) ji destpêka hatina hêzên Barzaniyan bi helwestek şovenîstî dan û standin bi wan re dikirin. Xuyabû ku ew jî di bin teisîra desthilatdarên komara Tirkiyê de mabû ku hebûna netewa Kurd înkar dikirin û Kurdistana bakur di wan salan de di bin siya esmanekî reş û bi doman de mabû. Çimkî hebûna Kurdên komara Azerbayicanê jî ku bi hejmara xwe ji Kurdên komara Ermenistanê zêdetir jî bûn, ji aliyê desthilatdarên komara Azebayicanê ve dihat înkar kirin.

Li ser helwesta nifşparêziya Baqirof di 29. Augusta 1948an de Barzanî û hevalên wî ji bajarê Bako ber bi Taşkend (paytextê komara Ozbekistanê) hatin veguhastin û li nêzî wî bajarî hatin bi cîhwar kirin.
Di 13ê Adara 1949an de bi pîlan û komployên Baqirof û bi destûra berpirsyarên para parastina Yekîtiya Sovyetistanê M. Barzanî ji hevalên wî cuda kirin û li herêma derya Oral bi awayekî desteser(dest bi ser) û di bin çavdêriya tund û tîj de, demeke dirêj jiyana xwe derbas kir. Lê karbidestên Sovyetistanê di 9ê Siptambera sala 1951an de careke din Mistefa Barzanî vegerandin Taşkendê.
Di 5ê Adara sala 1953an de Josêf Stalîn mir û Xuroschof wek sekerterê giştî û serkarê Yekîtiya Sovyetistanê ji aliyê Partiya Komunîst ve hat hilbijartin. Li gor teilîmata Xuroschof, Barzanî li paytexta Sovyetistanê (Moskovayê) hat bi cîhwar kirin û çend caran jî wan bi hevre hevdîtin pêkanîn. Di çaxê desthilatdariya Xuroschof de rewşa siyasî û jiyana Barzanî û hevalên wî hinekî baştir bibü.
Desthilatdariya Ebdulkerîm Qasim, vegera serok Barzanî bo Îraqê û Beesi:
piştî ku di 15ê Juiya sala 1958an de komek ji efserên Îraqî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim desthilatdariya xanedana paşayên Haşimî û Nûrî Seîd bi zerbeyek eskerî ji holê rakirin, di 6ê Oktobira 1958an de Mistefa Barzanî piştî 11 sal û nîvan derbiderî û jiyana dûrî Kurdistanê, li ser vexwendina Ebdulkerîm Qasim vegerîn Îraqê û li Bexdayê bi cîhwar bû. Pêşwaziya ku di çaxê vegera serok Barzanî de ji aliyê Kurd û Ereban ve jê hatkirin, pir germ û bûyerek dîrokî bû. Mistefa Barzanî pir xebitî ku xwe bi şert û mercên rewşa siyasiya Ebdulkerîm Qasim re biguncîne û heta hinek gotinên wî hebûn ku gelê Kurd hez nedikir û bi başî nedidîtin ku serokekî mîna Barzanî ji Qasim re bêje:

“ Ez xwe bi serbazekî we dizanim ”
lê Barzanî bi van gotinan dixwest xurura efserekî xwedî desthilat, têr bike û gelê Kurd û Ereb di nava aştiyê de bi hevre bijîn. Di destpêkê de Ebdulkerîm Qasim wisa da diyarkirin ku Îraq welat Kurd û Erebaye û gel li benda rojên xweş bû ku du netewe bikarîbin di aştî û wekheviyê de bi hevre bijîn. Lê aliyê Kurd û Ebdulkerîm Qasim li ser pirsgirêka Kurd li hev nehatin û di Adara(Mars) 1961an de Mele Mistefa Barzanî bi yekcarî ji Bexdayê vegerî Barzan û mijûlî kar û bar destpêka şoreşek din ya li dijî dewleta Îraqê bû.
Di hemû hevpeyvînên ku general M. Barzanî bi rojnamevanên biyanî re pêkanîne, ew hertim li ser biratiya gelan û jiyanek tejî aştî bi îsrare.
Barzanî di hevpeyvîneke xwe de dibêje:
” Em aştiyê dixwazin û bila şer bi dawî bê ku Kurd û Ereb bi awayekî birayane û di nava aştiyê de bihevre bijîn…”( Ji hevpeyvîneke telefizyonî ku rojnamevanekî Inglîzî pêre çêkiriye).
Di 11. Îluna sala 1961an de nemir Mistefa Barzanî şoreşa xwe ya ku 14 salan berdewam bû li dijî rijîma Ebdulkerîm Qasim û Beesiyên ku piştî wî hatin, dadestpêkirin. Mezinbûna Mistefa Barzanî di vê rastiyê de ye ku wî karî bi xebat û çalakiyên xwe ji pileya serokatiya hoz û eşîretekê, sal bi sal ber bi pêşve bimeşe û di nava dîroka xebata bi şan û şerefa netewa Kurd de weke serokê netewekê bê hezkirin. Di wan salan de Mistefa Barzanî wek nûnerê pirsgirêka milliya Kurd li hemû cihanê dihat nasandin. Ji bona wê jî başûrê Kurdistanê bibû qada hevdîtina rojnamevan û siyastevanên biyanî bi serokê Kurd Mistefa Barzanî re.
Di 8ê Sibata sala 1963an(08. 02. 1963) de rijîma Ebdulkerîm Qasim bi kodtayekê ku ji aliyê Beesiyan ve hatibû lidarxistin, têkçû û Ebdulkerîm Qasim hat kuştin. Barzanî ji bo ku di wê dema dijwar de azadîxwazên Kurd û Ereb bi destê Beesiyan neyên kuştin, deriyê Kurdistan û herêmên azadkirî ku di bin desthilatdariya partiya wî de bûn, ji wan re vekirî hişt û bi vî awayî gelek kesan canê xwe ji destê Beesiyan rizgarkir. Di wan rojên hessas de ku Bexda bibû qada tolhildana Beesî û alîgirên rijîma Ebdulkerîm Qasim, ev siyaset, dûrbînî û mêrxasiya Mistefa Barzanî carek din hizr û ramanên mirovheziya wî ji herkesî re dan îspatkirin.

Wêneyek ji ragihandina peymana Otonomîya Kurdistan
Piştî ku ji salên 1963an heya Sibata sala 1968an desthilatdariya Îraqê di navbera Ebdulselam Arif û Beisiyên nivişperest de dest bi dest dibû, wan piştî ku hemû dijberên xwe serkûtkirin, vê carê berê xwe dan Kurdistanê û heya Adara sala 1970an serên dijwar di navbera herdu aliyan de qewmîn. piştî xebata salên giran di 11ê Adara sala 1970ê de li pey gotûbêjên dûr û dirêj di çarçoveya desthilatdariya Îraqê de otonomî ji Kurdên Kurdistanê re hat diyarkirin. Xuyabû ku Beesî di vê biryar û lihevhatinê semîmî nebûn û li benda derfetekê bûn ku kar û barê xwe yê desthilatdariyê rêk û pêk biken û piştre dîsan bi Kurdan re bikevin nava şer û hereketa Kurdistanê bi yek carî bifetsînin.
Ev sirra wan bi kiryareke hovane zû ji Kurdan re eşkera bû. Yanî dema ku di 29ê Septambira sala 1971an(29. 09. 1971) de istixbarata Îraqê bi şandina çend kesên di kincên meletiyê de xwest ku rêberê şoreşê Mistefa Barzanî bikuje û ew di vî karê xwe de bi ser neketin, careke din şerên dijwar di navbera herdu aliyan de dest pêkirin. Vê carê dewleta Îraqê xebitî ku bi hevkariya hêzek sêyemîn şoreşa Kurdan tûşî şikestê bike. Şer di Adara 1974an de bi germî li hemû herêmên başûrê Kurdistanê dest pêkiribû. Di Adara sala 1974an de dewleta Beesiyên Îraqê qanûna xwe ya otonomiyê îlam kirin. Lê Mistefa Barzanî ji ber mesela Kerkûk, Xaneqîn û Musilê qanûna otonomiya ku dewletê ilam kiribû, nepejirand û ew otonomiya Beesiyan otonomoyek kartonî bi nav kir. Ji bona wê jî di Oktobra sala 1974an de bi qasî 17 mehan conta Beesiyan bi hemû şêweyên hovane, hêrişî ser gund û bajarên Kurdistanê kirin. Bi vî rengî Beesiyan mirin, reşerojî û derbiderî li hemû Kurdistanê direşandin. Wê demê jî cîhan li hemberî van kiryarên Beesiyan kerr û bêdeng bû û xaça sora(Heyva Sor) cîhanî jî bi çi şêweyan hevkariya Kurdan nekirin, ji ber ku ew jî di bin teisîra dewleta Îraqê da mabûn û ev jî berevajî zagonên vê rêxistina cîhanî bû. Di nasandina pirsgirêka Kurd de şoreş û xebata Barzanî rolekî berçav lîst.

Peymana Elcezayêr, rewşa doza şoreşa Eylulê û Wefata Serok Barzanî:
Di 6ê adara sala 1975an de Îraq û Îran bi navbeynkariya serokkomarê Elcezayêrê (Hewarî Bumîdyen) û girêdana peymana Elcezayêr lihev hatin. Mihemed Riza Şahê Pehlewî ku ji aliyê Rojava û Emirîka ve wek jandarmê Rojhilata Navîn dihat hesibandin, mezintirîn xiyaneta dîrokî li Kurdan kir. Piştî wê bi sedhezaran Kurd ji başûrê Kurdistanê mişextî Rojhilatê Kurdistanê bûn ku li seranserî Îranê wek penaber ji Kurdistanê hatin dûrxistin. Durûtiya şahê Îranê ku xwe warsê tac û textê padişahiya hemû Ariyan dihesiband, ji dîrokê re eşkera bû. Wî bi vê peymana bi Beesiyan re bi cihana siyasetê da selmandin ku bizava nemir Barzanî bandoreke mezin li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî hiştiye û ev bizav ji bo desthilatdariya wî ya paşerojê li Îranê jî metirsyek mezin bû.
Mistefa Barzanî piştî ku li bajarê Kerecê hat bi cih kirin, di hemen salê de çû Emrîka û di 1ê Adara sala 1979an dema ku gelê Kurd piştî têkçûyîna rijîma sitemkara 2500 saliya Şahensahî li Îranê li bendê bûn ku Mistefa Barzanî vegerê Kurdistanê û şoreşek nû li dijî dewleta Îraqê bide dest pêkirin, bi nexweşiya kanserê li nexweşxaneyek Emrîka wefat kir.
Di roja 5ê Adara sala 1979an de termê Mistefa Barzanî bi merasimekê li bajarê Şino ku bi sedhezaran kes têde beşdar bûbûn, hat veşartin.
Lê piştî mirinê jî termê Mistefa Barzanî dîsan bû armanca komployên dewletên dagîrker ku dixwestin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin. Mihaciret û derbiderî li ser axa Kurdistanê heta di çaxê mirinê de jî dev ji Mistefa Barzanî bernedida.
Di 6ê oktobra sala 1993an termê serokê Kurd Mistefa Barzanî û kurê wî nemir Idrîs Barzanî ji gundê Helecê yê di herêma Mirgewer de vegerandin cihwarê bav û kalên wî herêma Barzan. Mistefa Barzanî di dîroka siyasiya gelê Kurd de bûye nirxekî gelemperî û wek lîder û serokekî doza bi şan û şerefa Kurdistanê hê jî di dilê gelê xwe de dijî.

Kakşar Oremar

You may also like