bar1

Tekoşîna doza Kurdistanî li Bakûrê Kurdistanê gehêşte astek nû u bilind. Kurdistanîyan biryar da ku hêzên PDK”yi yek bin û nakokiyan ji holê rakin.

Wek tê zanîn di warê tekoşîna Kurdistanî da rêxistinên ku hene li gor xasyetên xwe cur be curin.

Her roja ku diçe pêvajo dibê şahidên texrîbatên nû u em bi dilêşî dişopînin her gava ku diçe gel ji nirxê Kurdeyatî, ji armanca Kurdistanî, u ji gîyana dozê dûr dikeve.
Li hêla din ku em wek xeta netewî û demokratîk bi nav dikin, rêxistinên ku hene bi ser navê PDK tevdigerin mixabin parçe parçe ne.

Ev rêxistin di naverok, armanç, di nirxê netewaperwerî u di prênsîpên rêbazî da jî ku yekin, hevbeşin. Lê pir sosret e ku ne li hevin.

Ev rewşa ne dîyar, ev kambaxîya sîyasetmedarên Kurd, ev ji hev dûrketîna aktorên dozê li Bakûrê welatême kadroyek siyasetmedarê ronakbîr xiste qada tekoşînê. Bi navê İnsiyatîfa yekîtîye PDK Li bakur 10/01/2015 da li Midyatê civînek berfireh ku 120 kes amade u beşdar bûn li dar xist.

Beşdaran hemî bê liber rabûn û bê dijberî pejirand ku tîmek (komîsyonek) saz be di navbera van rêxistinên dost u homojen da bi xebite vê parçebûnê ji holê rake u xeta netewî û dimoqratîk di bin navek da bîne gel hev u pirsgirêkan ji holê rake.

Dîsa beşdaran bi yek deng biryar dan kû; pêwîstî bi yekbûna hêz û kesên ku li ser kevneşopiya PDK tevdigerin heye. Hate nîşandan ku ev parî parî bûn hêzên netewî û dimoqratîk lawaz dike u rewşa doza Kurd him li paş diêxe him jî vê potansiyela girsehêz u xurt ji hev dike.
Ev rewş jî bi kêrî xêrnexwazên Kurd tên.

Beşdaran da zanîn u bi girîngî li ser sekinîn ev konjonktura ku em têdane vê pêdivîyê derxistiye holê u tê berhemên wî jî bibe bersiv ji pirsgirêkên me ra. Hate destnîşan kirin ku ev lijne wek rêxistinî peywendiyên wan qet bi yekî ra nînin, lê bi hemiyan ra jî yeksanin. Mebest û armanç; hêz, enerjî u girseyiya PDK”an bêxe yek u encamek pozitîf jê derêxe.
Ev lijneya ku ji 12 kesan pêk hatiye wê bi hemî aliyên PDK”an ra girêdanî çêke, têkilî dane u ev nakukiyên ku hene bi şêwazek beşerî u demokratik ji holê rakin. Lijneya yekîtîye PDK li bakur xwe li ser tu hêzê nabîne, xwe peywirdar dibîne di navbera rêxistinên PDK”yi da hêzek hevbeş derxê holê u di heman dem da xebatên xwe bidomîne.

Lijneye yekîtîye PDK li bakur encamên van hevdîtinan wê bi raya giştî ya Kurd re parve bikê.

ENDAMÊN LIJNEYÊ:
AHMET ACAR
A.CABBAR BİLİR
ATA ŞAHİN
ALİ AYDIN
BAHA MUTLU
DR. SABRİ SOYSAL
HALİME HILDA AVCI
KEREM SERHATLI
M. EMİN DİCLE
NADİR TEKTAŞ
ŞEREFXAN CIZİRİ
ZİNET DİNÇER

You may also like