rodi
Li Tirkîye û Bakûrê Kurdistanê bûyer wisa zû tên guhertin ku nûçeyên rojnameyan bi derengî dikevin.
Di vê derbarê de nûmûneyên herî dawî;
20ê tîrmehê qetliam li Pirsusê.
22ê tîrmehê kuştina 2 polîsa li Serêkanîyê.
23ê tîrmehê bûyeren li Amed ê…
23.tirmeh ê girtina bi sedan meriva bi hinceta terorê.
24ê tîrmehê bombardiman li Qendîlê… û e.d.
Di navbera van 4 roja de gelek bûyerên kû em ne li benda wan bûn derketin holê û wisa xûya dike ku bûyerên bi vî awayî wê demek din jî berdewambikin.
Tişta herî taybet di bûyerên van rojên dawî de;
• “Prosessa aştîyê” gihişt qonaxa bombardimankirina Qendîlê.
• Qatlîma ku DAÎŞê li Pirsusê kir bû bi mîlada şerê piştî agirbesta herî dirêj a di navbera terefên prosessa aştîyê û şerê di navbera dewleta Tirkiyê û PKK de.
Bê goman bûyerên ku li jor hatî binavkirin, ne ji nişka ve derketin holê, bûyer di heman wext de netîceyeke ji planên veşartî ne.
Bo vê çendê cîyê pirsîyarê ye;
Terefên aşîtiya di navbera civaka dewleta Tirk û PKKê de dixwest û diparêzîn çawa dikarin di navbera demek wisa kurt de dev ji agirbest û aramîyê berdin û dest bi şer bikin?
Ji analîz kirina plan û armancên dewleta Tirkiyê zêdetir, dixwazim bi şêweyek kurt ji be bi bûyera Pirsusê destpêbikim.
Qatlîama Pirsusê ku ji teref DAÎŞê ve hatî kirin, pêwistbû di tabîeta xwe de terefên prosessa aştîyê bêhtir nêzî hevbikira. Lewra PKK/PYD li hember DAÎŞê di nava şerekî dijwar de ne. Bûyera Pirsusê jî di heman wext de, helwestekê DAÎṢê bû ku raste rast li hember kurd û di heman demê de li hember Tirkîyê bû. Lê hezar mixabin PKK sûd ji vê bûyerê wernegirt û berevajî vê yekê, bi kuştina 2 polîsê li Serêkanîyê bi şêweyek heşkere lêxwedî derketina wê ji teref her her kesî ve wek tolhildanek sîyasî ya PKKê hate binavkirin.
Bi qeneta min kuştina polisa û nemaze jî ya tolhildana sîyasî welewkî li hember dewleta Tirk be jî, helwestek xelet û ne di cîh de bû. Evê tolhildanê fersendek da dewleta Tirkiyê bo pêkanîna planên xwe yên veşartî.
Di navbera 4 rojên dawî de, bûyerên wisa cûda derketin holê ku, ewrên reş û tarî di demek kurt de girtin ser qatlîama Pirsus a ku lê 32 meriv hatibun qetilkirin û zêdetirî 100 merivî jî hatibun brindarkirin.
Di navbera çend roja de rojev ji aramî û aşîtiyê ber bi qatlîama DAÎŞ û şerê di navbera dewlet û PKK bû toz û duman.
Be goman piştî qatliama DAÎŞê li Pirsusê, divabû DAÎŞ wek hedef hatibana nişankirin û bo şêrê li dijî DAÎŞê xebata sîyasî/çekdarî ji teref PKKê ve hatibana bihêzkirin.
Pêwistbû PKK tolhildana sîyasî bi şêweyek wisa pêkanîba;
• Xebat bihata kirin bo çareserîya nakokîyên navbera PKK/PYD û hêzên Kurdistanî li Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê û bi taybetî jî pêwistbû PKK rêz girtibana li yasayên Hukumeta herêma Kurdistanê.
• PKK xebat kiriba bo xurtkirina cepheya şer li dijî DAÎŞê.
• Divê PKK li dij sîyaseta dewleta Tirkiyê ya di derbarê DAÎŞ de xebata sîyasî bihêztir berdewam kiriba.
Xebatek bi vî awayî meriv dikarîbû wek Tolhildana siyasî binav bikira. Lê, wekî gelek caran mixabin ku vê carê jî PKK sûd ji bûyera Pirsusê wernegirt. Û bi siyaseta xweyî xelet di navbera çar rojan de ji qonaxa aramî û aşîtiyê hat qonaxa go partnerê wêyî pêvejoyê lê were xezebê û li îmhakirina wê ya siyasî û eskerî bîne. Bi kûrtî terefêkî aştîyê dewleta Tirk, terefê din li Qendîlê bombardimankir.
26.07.2015
Rodi Ilgen

You may also like