ahmet.jpg1Birêzan…
Di serî de em we hemû beşdarvan û kedkarên doza Kurd pîroz dikin, biryara ku we daye û gava ku hûn dixwazin bavêjin, wek erkek pîroz dinirxînin. Me gelekî dixwest ku em jî di kombûna we de beşdar bibin, lê hezar mixabin em neçarin. Hêvîdarin hûn me bibexşînin.
Birano..
Îro bakurê Kurdistanê ber bi qonaxa xiyanetê û meşrûkirina dagirkirina wê ve dimeşe. PKK û dezgehên pê ve girêdayî bi ferman û îradeya dewleta Tirk dixwaze nirx û berjewendîyên netewî, Kurd û Kurdistan, bi daxwazên pûç beravêtî bike û Kurdan ji hestên netewî dûr bixe, Kurdan entegreyî Tirkayetî û Tirkîyetîyê bike, wan di nav sîstema dewleta dagîrker de asîmîle û tune bike. Şam dûr e lê mişar ne dûr e. Êdî her tişt bi aşkerayî tê kirin û peşkên vê siyaseta xiyanetwarî li her çar parçeyên Kurdistanê jî dikevin.
Sedemek ji sedemên ku PKK li Bakurê Kurdistanê xurt bû û heta bi îro hat, tunebûna alternatîfê ye. Tunebûna alternatîfê Kurdên bakur neçar dike ku piştgirîya PKK bikin û bibin pêlîstoka siyaseta wê ya qirêj. Parçebûn û jihevdûrketina kesayet, rêxistin û partîyên Kurd yên li derveyî PKK dibe sebeb ku li Bakurê Kurdistanê alternatîfek xurt neyê çêkirin û meydan ji PKK û siyaseta wê re bimîne. Ji ber vê; yekîtî û tifaqa kesayet, rêxistin û partîyên welatperwer şertek bingehîn e û çêbûna alternatîfek Kurd û Kurdistanî jî bi yekîtîyê ve girêdayî ye. Ji ber vê; em hêvîdarin karê we û gava ku hûn dixwazin bavêjin ji yekîtîyek Kurdistanî û çêkirina alternatîfek Kurdistanî re bibe wesîle.
Kombûna 120 kadirên siyasîyên Kurd û biryarên ku ev kadir ji bo yekîtîya PDK bidin, helbet wê dengekî mezin vede û bandorek mezin li Kurdên bakur û pêşketina PDKT bike. Ji bo yekîtî û pêşdebirina PDKT bêguman divê herkes xeletî û şaşîtîyên ku li hember hevdu kirine deynin alîyekî, berjewendî û nakokîyên kesayetî deynin alîyekî û ji nû ve bingehek xurt ji PDKT re bê danîn, da ku PDKT li Bakurê Kurdistanê rola xwe bilîze.
Kombûna 150 kadirên Kurd û xebata ji bo yekkirina PDKT gav û erkek pîroz e. Helbet dil dixwaze ku ne tenê dilxwaz û dildarên PDKT, lê hemû kesayet û partîyên ku netew-dewletê û Kurdistanek serbixwe dixwazin ( ji derveyî PKK û dezgehên pê ve girêdayî) bên cem hev û di bin sîwana partîyek Kurdistanî de dest bidin hev.
Hêz bi yekîtî û tifaqê çêdibe.
Û heke em nebin yek, emê herin yek bi yek!
Em serketinê ji we re dixwazin.
Bi silav û rêzên birayetî….
Şerîfê Omerî
Rodî Îlgen
Nûrî Çelîk

08.01.2015

You may also like