sasoLi gor agahiyên Fermandarê Pêşmerge yê çiyayê Şingalê, Qasim Şeşo daye Rûdavê PKK û alîkara wê YNK şêwra têkbirina serxwebûna Kurdistanê bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” li dar xistine. Qasim Şeşo vê xiyanetê bi van gotinan aniye ser zimên. Yên ku tevlî wê encumenê bûne kesên “ji rê derketî” ne û nûnertiya Kurdên êzîdî nakin.

Qasim Şeşo di derbarê avakirina ’’encumena’’ ku ji aliyê PKKê ve ji bo kurdên êzîdî yên Şingalê hatiye avakirin de got: Em qebûl nakin ti kes ji Kurdên êzîdî re encumenan ava bikin û li ser navê êzîdiyan biaxifin, ji ber ku tenê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Kurdên êzîdî parastiye û em tenê serokatiya wî qebûl dikin.

Qasim Şeşo wiha domand: “PKK birayên me ne lê yên ku wî karî dikin, MÎTên Tirkiyê ne.” Li ser tevlîbûna nûnerê YNKê ku beşdarî avakirina ’’Encumana Êzîdiyên Şengalê’’ de wiha got: Alîkarê berpirsê Melbenda YNKê Husên Derman hevalê min e. Ez pê re axifîm. Wî ji min re wiha got, “mi nizanîbû mijara wê civînê dê bibe komployek li dijî gelê Şingalê”.

Roja 14ê vê mehê, li ser çiyayê Şingalê ji teref PKKê û bi beşdariya YNKê bi navê “Encumena Êzîdiyên Şingalê” encumanek ji 27 kesan hat avakirin. Ew encumen wek gavekê ji bo avakirina Kantona Şingalê tê nirxandin.

Hezar mixabin PKK ku li Bakûrê Kurdistanê ne Kanton lê kartonek jî bi dest nexistiye, Kurdistana azad li ser navê Kantonan ne tene perçe dike, her wiha pêşkêşî dagirkeran dike. Divê rayedarên Kurdistanê rojek berî rojekê rê li ber van kiryarên kirêt yen PKKê û YNKê bigre;an iro Şengale sibey Hewlê re……

Dewletxwaz

You may also like