qasimo KopieJi ber ku Serok Barzanî naxwaze û nexwestiye bibe maşika plan û projeyên Îranê, Îran, YNK û PKK hewl didin ku komployekê li Barzanî bikin û ji bo wî ji Serokatîya Kurdistanê dûr bixin, çi ji destê wan tê dikin.

Di vê derbarê de wezîrê berê yê ragihandina Urdunê Salih Qelab, di gotarek xwe de plan û projeyên Îran, YNK û PKK eşkere kir û daxuyand ku ev her sê hêz li dijî Barzanî hevkarîyê dikin.

Wezîrê berê yê ragihandina Urdinê Salih Qelab, di gotarekê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek rasteqîn parêzerê doza netewa Kurd bi nav kir û got ku ” di dema borî de Serokê Herêma Kurdistanê ne amade bû ku li herêmê bibe beşek ji plan û stratejîya Îranê”.

Îranê demekê ji Barzanî xwestibû ku bi Şamê û Beşar Esed re têkilîyên xwe xweş bike û serdana Şamê bike. Lê Barzanî ev xwesteka Îranê red kiribû û neçûbû Şamê. Çûna Şamê dihat wateya têkçûne têkilîyên Kurd û hêzên hevpeyman û Ewrûpayê û Îranê jî dixwest Barzanî bikşîne nav vê lîztika kirêt. Lê Barzanî bi şarezatîya xwe nehat lîztika Îranê û têkilîyên xwe, Amerîka û dewletên rojava xirab nekirin. Ji ber vê yekê, Barzanî di çavê Îranê de wek neyar tê dîtin û dewleta Îranê ji bo ku Barzanî ji Serokatîya Kurdistanê dûr bixe, çi ji destê wê tê dike.

Gotara Salih Qelab di rojnameya Şerq el Ewset de belavbûye û têde nivîsiye ku, ”di demên borî de Fermandarê Artêşa Qudis a Îranî Qasim Silêmanî li Qeleçolan a Silêmaniyê ligel Hevjîna Sekreterê Girşî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hîro Ibrahîm Ehmed û Mela Bextiyar, Kosret Resûl Elî û Berhem Salih civînek pêkanîbû. Silêman daxwaz ji wan serkirdeyên YNKê kiribû ku Mesûd Barzanî ji posta wî dûrbixin û di nêzîktirîn demê de xwe jê rizgar bikin. Lê di civînê de Kosret Resûl Elî û Berhem Salih amade nebûn ku piştgiriya wê planê bikin”.

Salih Qelab di gotara xwe de herweha aşkere kiriye ku ”berî heftiyekê li Silêmaniyê Nûnerê Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê ligel sernivîserê 4 rojnameyên ser bi YNK ve, nûnerê Hîro Ibrahîm Ehmed û Nûnerê (KCK) Cemîl Bayik civiyabû. Di civînê de çend biryar hatine dayîn ku yek ji wan jî ew e ku Barzanî carek din wek Serokê Herêma Kurdistanê neyê hilbijartin”.

Salih Qelab, di dawîya gotara xwe de lîztik û plan û projeyên Îranê aşkere dike û dide zanîn ku ”Îran plan û projeyan çêdike da ku bi temamî dest deyne ser Iraqê, wê têxe bin desthilatdarîya xwe û piştre jî li Kurdistanê (wek şerê 1996an) şerekî navxweyî derêxe û Kurdan bi hev bide kujtin”.

Di gotara Salih Qelab de dixuye ku Îran, YNK û PKK (KCK) li dijî Mesûd Barzanî di nav hevkarîyek xurt de ne û YNK û PKK di xizmeta dewleta Îranê de ne.

You may also like