hecu
Ev çend roj in ez her li wî wêneyê Hucam Surçî temaşe dikim, sekna Hucam, gava hilma mirinê li ser rûyê wî digere, ji gelek aliyan pir balkêş e, mîna ku ew ji mirinê ku dê kêliyeke şûnde biqewime û ji kujerên ku dê kêliyeke şunde wî bikujin bêtir bala xwe daye me, li me hûr dibe, di sekna wî ya serbilind de xemgîniyeke veşartî jî dikeve ber çavan, xemgînî veşartî ye, lewre Hucamê xweşmêr naxwaze bi wê xemgîniya xwe dilê kujeran şad bike.
Lê di awirên Hucam ên cidî de û di xetên rûyê wî yê balkêş de ji xemgîniyê bêtir peyam hene, mîna ku di fikarande ye û pirsyaran ji me dike!
Li serpêhatiyên ku li pey xwe hiştine, li dahatûya ku jê ne xwiya ye temaşe dike, li wê şoreşa ku kar dikir ku biqedîne, lê niha nîvco mayî, li wan hevalên xwe yên ku beriya wî koç kiribûn û yên ku dê li pey wî biçin, difikire, li vê dinyaya bêrehm û li wan cîranên bêwîjdan, ên ku bi sed salan e neheqî li welatê wî dikin, temaşe dike. Li diya xwe ya ku xatir jê nexwestiye, li zarokên xwe yên dilhebîn ên ku cara dawî ew maç nekirine, li kes û karên xwe yên li ber dilê wî pir ezîz in, difikire.
Hûn ê li wê şitla ku niha ez bi xwîna xwe avdidim, miqayit bibin, hûn ê ala serxwebûnê ya ku min heta mirinê hilgirtibû, hilgirin? Ji me dipirse.
Û ez careke din li çavên wî yên melûl ên ku çirûşkên bawermendiyê jê diçin dînêrim, ji nû ve têdigijim ku li vê dinyayê tu serkeftinek tune ye ku bê bedel bi dest ketibe, herçî bedel in, heryek ji wan dinyayeke temam ên bi serê xwe ne, yên ku jiyana xwe ji bo me, yên ku hîn dijîn gorî dikin, gelo ma em, ên dijîn, layikê vê yekê ne?
Bîlal Gergerî

You may also like