dogubayazitta-dogalgaz-boru-hattina-saldiri6cc088e0d0f0cda0e61eRoja 29ê Tîrmehê boriya ku petrola Herêma Kurdistanê vediguhêze, li navçeya Şirnexê di nava sînorê Tirkiyeyê de hat teqandin. Roja paştir Hêza Paratsina Gel (HPG) ku hêza çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, bi şêweyeke fermî berpirsyariya xwe li hember wê teqînê ragihand.
Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve şermezar kir û bi êrişkirin bo ser debariya xelkê Herêma Kurdistanê bi nav kir.
Daxûyanîya Serokatîya Encumena Weziran xwedî naverokek gelek bi persîyar û mirovan e ye.
Bo ci wa dibêjim; Jiber ku PKK jî agahdar ê ji nakokîyên di navbera Hukumeta herema Kurdistan û Hulkumeta merkezî ya Iraqê, di derheqa Petrol ê de;
• Petrol aborî ye bo xelke Başûrê Kurdistanê ye.
• Petrol azadîya aborîya xelkê Kurdistanê ye.
• Petrol jîyana xelke Kurdistanê ya mirovane ye.
• Petrol nan û av a peşmergeyên Kurdistanê ye.
• Petrol faktor a herî giringe bo berdewama jîyana malbatên şehîden Kurdistanê ya rojane ye.
• Petrola Kuridstanê giringtirîn faktora serxwebûna Kurdistanê ye.
Her kurd vê realîteyê nas dikê û rojanê dibînê..
Rêxistinek mîna PKK jî pêwiste vê realîteyê bibînê; dema ku dibê ez bo avakirina qantonan xebatê dikim.
Bê goman PKK jî dizanê petrola Kurdistanê tê çi wateyê bo hemî xelkê Kurdistanê. PKK vê rastîyê dizanê û bo vê çendê jî teqandina borîyên petrolê kirîyê. Eger ne wa bê, bila PKK wekî 2 roj berê, li xwe mikûr werê – wekî ku di derheqa kustina polîsen li Serêkaniyê de li xwe mikûr hat- û xeletîya xwe bêjê bo xelkê Kurdistan.
Bila bêjê teqandina borîyên petrolê ne sîyasî, ne cemawerî ne jî mirovane ye. Navê karekî wisa divê ne Hêza Parastina Gel be, heger mirov li gor kiryarê binav bike; divê mirov wiha binav bike HEZA BALANGAZKIRINA GEL E.
Bila PKK kerem bikê û vê kiryara kirt bi navê mêrxasîye/kurdperwerîyê bidê xuyakirin.
31.07.2015
Rodi Ilgen

You may also like