Roj namîne ku em tekoşer û Kurdperwerên hêja winda nekin. Çi li Kurdistanê û çi li Ewrûpayê, gelek mêr û mêrxasên doza Kurd û Kurdistanê ji nav me koç dikin û me di nav şînê de dihêlin. Herî dawî Hasan Alpergîn, bi navê din Hesenê Çavsor yan jî Evdo, li welatê xerîbîyê, li Hollandayê ji ber nexweşîya pençeşêrê koça dawî kir û xatir ji me xwest.

Hesenê Çavsor di nava binemalek welatparêz de mezin bû û heta bi dawîya jiyana xwe li ser rêbaza Barzanî meşîya. Hesenê Çavsor, tekoşer û kedkarekî KUK ê bû û wek gelek welatperweran ket nav çerxên êşkenceyên zindanên Diyarbekirê. Çavsor, piştî derketina derve wek pêşmergeyekî li Başurê Kurdistanê di meqerên KUK ê de xizmetên mezin kirin. Piştî meqer hatin belavkirin, ew jî wek gelek tekoşer û kedkarên KUK ê derket derveyî welêt û li Bulgaristanê zaningeha aborî qedand.

Hesenê Çavsor, piştî ku li Hollanda bi cîh bû, dev ji xizmeta doza Kurd û Kurdistanê berneda û çi ji destê wî hat kir. Lê mixabin wek gelek kedkar û welatperwerên Kurd, Hesenê Çavsor jî raserî nexweşîya pençeşêra malkambax hat û xwe ji destê wê xilas nekir.
Hesenê Çavsor ne yê pêşî û ne jî yê dawîyê ye. Heta Kurdistan wek dewlet serbixwe nebe û starek ji Kurdan re çênebe, wê gelek mêr û mêrxasên Kurd li welatên biyanîyê xatir ji me bixwazin û bi hisreta Kurdistanek serbixwe koça dawî bikin.

Em bi koça Hesenê Çavsor gelek xemgîn bûn. Bela cihê wî bihuşta nûranî be, serê zarokên wî, malbata wî û serê milletê Kurd sax be..