DEWLETXWAZ

Nûçe/Nivîs/Şirove

  • Destpêk
  • Nûçe
  • Nivîs Û Analîz
  • Karîkatur
  • Arşîv
  • Pêwendî

Erdhej, Helwesta Îran, Turkîye û Nêçîrvan Berzanî

16 november, 2017

Xidir Ûso

Piştî erdheja xiyanetê, bobelata erdheja xweristê bi serê gelê Kurd de hat!

Gelo ev erdhej ji ber liv û hilkumişandina qelş û qatên erdê qewimî yan ji ber ceribandinên navokî yên rejîma Îran bû, em hîn vê yekê nizanin. Lê ev kiryar û her kiryarên bi tahlûke û kirêt ji vê rejîma paşverû û hov tê hêvîkirin.
erdmrin22 Kopie

Ji ber ku navenda erdhejê Rojhilatê Kurdistan e, herî zêde xisar li vê herêmê hatiye! Li gor daxwîyanîyan, li dor hezar mirovî jîyana xwe ji dest daye, bi hezaran jî birîndar in! Lê ji ber helwesta rejîma mêtinkar, hîn jî rastîya herêmê ne dîyar e!

Ji ber bêkarî, xizanî û nekirina xizmetguzarîya rejîma Îran, herêm di warê aborî de gelek bi şûnde maye; ji ber avahîyên kevin û ne li gorî pîvanan ava bûne, rûxandina avahiyan jî zêdetir e!

Di bobelatek werê de, divê dewlet bi lez bi gazîya xelkê xwe de here û hemû alîkarîyên pêwîst bike. Heger îmkanê wê dewletê têr neke, divê ji dewletên dunyayê yê pêşketî alîkarî bixwaze.

Lê dewleta Îran, ne ji gelê Kurd re alîkarîya pêwîst dike û ne jî dihêle dewletên din alîkarî bike! Mela û sofîkên karmendên vê rejîma hov û paşverû, li pêş avahîyên kavil bûne, wêneyên xwe dikişînin û dibên: “ji bo ku ev ne ji ol û mezhebê me ne û ji rejîma me ne razî ne, Xwedê vê bobelata layiqî wan dît û di heqê wan de ye(!)” Vêya jî dide famkirin, bê çima ne alikarî dike û ne jî alîkarî dixwaze!

Li Rojhilat û li gelek bajarên Îranê, Gelê Kurd, dixwaze bi gazîya birayên xwe ve here û alîkarîyan didin hev, lê rejîma Îran rê li ber wan digire! Vêya jî helwesta ku Rejîma Îran dixwaze ev gel perîşan û tune bibe, diyar dike.

Piştî helwesta dewleta Tirk ya êrişakar ku li hember referandûma Kurdistanê rê da, di vê erdhejê de, bi lez û bez alikarî pêşkêş kir; vê helwesta wê, ji durûtîyê wêdetir, dixwaze şaşîya xwe ya ku rê ji serwerîya Îran ya li Rojhilata Navîn re vekir telafî bike û di warê aborî de qeyrana ku ketîyê bi têkilîya Kurdistanê sivik bike.

Di warê qebûlkirina alîkarîya mirovî ji Tirkî, hin mirovên me, Serokwezîr Nêçîrvan Berzanî û Hukumeta Kurdistanê rexen dikin. Gelo alternatîfek ku Nêçîr alîkarîya Tirkî qebûl nekira hebû!?

Nêzî du mîlyon penaber li Kurdistanê hene û hukumeta Kurdistan tevan bi cî û war û têr dike. Iraq butçe û mûçeyên karmenda birrîye û alîkarîya penaberên li Kurdistanê jî nake!

Gava vê bobelata erdhejê bi serê şênîyên Kurd de hat, ji bo destdirêjîya alîkarîyê Hukumeta Kurdistan berpirsîyar e. Ji bo alîkarîya pêwîst ku hukumet neçar be, kî destê alîkarîyê dirêj bike, mecbûr e qebûl bike. Vê sar û seqemê, li hember perîşanî û birînan, tu mane ji nepxa vala û quretîyê re tune ye!

Di mersela daxwîyanî, helwest û têkilîyên bi hukumeta Iraqê re jî Nêçîrvan pir tê rexnekirin. Kes zen dike ku Nêçîrvan bi serê xwe xwedîyê helwest û pêwendîyekê be?

Nêçîrvan, endam û rêvebirekî PDK ye, li ser navê kabîna vê partîyê Serokwezîrê Hukumeta Kurdistan e. Ji serî hata dawîyê biryara referandûma serxwebûna Kurdistan parast. Lê xiyaneta malbata Talabanî, bi hevkarîya Amerîka û hemû hevpeymanan, êrîşa sê dewletên mêtinkar, mecbûr hîşt ku bi rêya hukumeta Kurdistan û Serokwezîr Nêçîrvan Berzanî, şêweyê sîyaseta xwe biguherînin…

Herkes zane ku siyaseta Rojhilata Navîn û bi taybet ya Kurd, hevkêşeyek ku gelek hesabên nayê zanîn û nayê texmînkirin tê de heye!..

Hilbijartinên Herêmî û Rewşa Kurdên Bakur

Hilbijartinên Herêmî û Rewşa Kurdên Bakur

Rewşa Kurdistanê li ber çav e. Piştî şerê xendekan rewş pir hat guhertin. Hem di warê moralî û hem … [Dewam...]

Ne ”Rojhilatê Firatê” ne jî ”Bakurê Sûriyê”, Rojavayê Kurdistanê

Ne ”Rojhilatê Firatê” ne jî ”Bakurê Sûriyê”, Rojavayê Kurdistanê

Selahedîn Çelîk Ev têgeha dewleta tirk e, xelet e, demagojî ye û biqestî ye. Erdnîgariya mijar, … [Dewam...]

Berhem Şow

Berhem Şow

Hêmin Ebdullah Daxuyaniya civîna encûmena serkirdatiya YNKê derbarê hilbijartinan de û ne … [Dewam...]

Dawet ferikî, berbûk hetikî

Dawet ferikî, berbûk hetikî

Z. Brîndar Hilbijartinên serokkomarî û wekîltîya meclîsa Tirkîyê di 24ê Hezîranê de pêk hat û … [Dewam...]

Doza Kurd û Hilbijartin

Doza Kurd û Hilbijartin

Xidir Ûso Ev bi dehên salan e ku her dema hilbijartina endamên parlamentoya tirk tê, rojeva … [Dewam...]

Ji hêzên tifaqdar re…!

Ji hêzên tifaqdar re…!

Nûrî Çelîk Birêzan... Di serî de ez we hemû alîyên siyasî û kedkarên doza Kurd pîroz dikin, … [Dewam...]

HDP, kongreya netewî û komplo

HDP, kongreya netewî û komplo

Z.Brîndar Gotinek bav û kalên Kurdan heye, dibêjin: “ Gava perdeya rûyê kesekî qetîya, hivza xwe … [Dewam...]

Pêwiste her Kurdistanîyek welatê xwe biparêze.

Pêwiste her Kurdistanîyek welatê xwe biparêze.

Rodî Îlgen Serokatiya PYD li EFRÎN ê di daxûyanîya xwe ya 2 roj berê de, daxwaza piştgirîyê dikêe … [Dewam...]

EFRÎN

EFRÎN

Xirdir Ûso Efrîn bi hezarê salan e ku Kurd lê niştecî ne. Bûye hêlîna gelek şaristanîyên Kurdan … [Dewam...]

ÎMPERYA OSMANİYÊ NÛ!!!

ÎMPERYA OSMANİYÊ NÛ!!!

Nûrî Çelîk Di konsepta Osmaniyên nû de, go ji teref padîşahê Tirkiyê Erdogan û peyayê wî … [Dewam...]

Copyright © 2019 · DEWLETXWAZ · Developed by Webbfokus