Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di postê xwe de bimîne heta ku herêm vê krîza niha derbas bike. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, ew serxwebûneke wek awayê Bakurê Qibrisê naxwazin, ew serxwebûnekê dixwazin ku şiyana xwebirêvebirinê hebe.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel malpera El-Monitor, behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û şerî dijî rêxistina radîkal a DAİŞê dike.

Nechirvan_Barzan
Şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê

Derbarê rewşa niha û şerê Pêşmergeyên Kurdistanê ligel DAIŞê, Nêçîrvan Barzanî got: “Destpêkê şerê DAIŞê şoqeke mezin bû bo me, lê me kariye wan ji navçeyên Kurdistanî dûrbixin wek navçeyên derdora Kerkûkê, Zummar, Rebîe, Bendava Mûsilê, Mexmûr û Giwêr, niha em li pêş in û bi baweriya me ew hêza berê ya DAIŞê nemaye û nikare êrişên nû bike. Bi giştî rewş baştir e. Lê metirsî her maye û heta Mûsil jî di destê DAIŞê de be ew metirsî her dimîne.”

Derheqa metirsiya milîşiyayên Şîe de jî ku wek Heşdî Şeibî tên naskirin, Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: “Evna rastiyeke û divê gotûbêj li ser bê kirin. Dema çekdarên DAIŞê êrîşî İraqê kirin, Îran yek ji welatên yekem bû ku berevanî li Iraqê kir û Kurdistan jî ligel. Hest pê dihat kirin ku dijminekî hevbeş heye. Rastiyeke tal jî heye ku artêşa Iraqê ne wiha rêxistiye ku bikaribe rûbirûyê êrîşên DAIŞê bibe û di encam de Merce’ê Şîeyan Elî Sîstanî fetwayek derxist bo damezrandina grûba Heşdî Şeibî û ne tiştekî baş e em rola pozîtîf a wê grûpê jibîr bikin bo dûrxistina DAIŞê. Lê divê ew grûp bikevin bin kontrolê û di jêr yasayeke zelal û diyarkirî de kar bikin.”

Rola Îranê û Serxwebûna Kurdistanê

Li ser rola Îranê di Iraqê de jî Serokwezîr wiha axifî: “Rola Îranê li Iraqê zelal e û evna ne cara yekem e ku Îran destêwerdanê dike. Lê hinek caran rola Îranê li İraqê mezinkirinek bi xwe ve dîtiye. Wek mînak dema berpirsekî Îranî dibêje; ‘Eger ne ji me bûya Hewlêr dirûxa.’ Evna ne tiştekî baş û ne jî rast e. Yan jî yekî din dibêje; Bexda paytexta Îranê ye.’ Rastiya zelal û eşkere ew e ku bi bandortirîn welat di dûrxistina metirsiya DAİŞê de, Amerîka bû. Bêyî Amerîkiyan zehmet bû em biserkevin û em jî wek Kurd grûpa DAİŞê rabigrin, ji ber çekên wan ji yên me baştir in.”

Li ser pirsa eger Kurd serxwebûnê rabighînin, gelo Amerîka piştgiriya Kurd dike yan Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî wiha bersiv dide: “Bawer nakim Amerîka qet xwe bixe nav rewşekê ku neçar bibe di navbera Bexda û Kurdan de yekê hilbijêre û eger em serxwebûnê bixwazin, em serxwebûneke wek awayê Bakurê Qibrisê naxwazin. Em serxwebûnekê dixwazin ku şiyana xwebirêvebirinê hebe. Rewşa jeopolîtîk a Kurdistanê gelekî hestyar e û Îran û Tirkiye hevsînorê me ne.”

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê

Derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Niha peywendî nebaş in. Rêkeftinek di navbera me de heye ku taybet e bi du aliyan. Aliyê siyasî û aliyê aborî. Ferqa mezin li ser aliyê aborî ye û tişta Bexda dixwaze bike ne rast e. Wate Bexda dixwaze hemû petrola Kurdistanê kontrol bike û em vê kontrolê nadinê, lê amade ne hevahengiyê ligel bikin û ew mafê me jî hebe ku petrola xwe bifroşin. Bexda 12 milyar dolar deyndarê me ye ku yê sala borî bû û eger ew wan pereyan bidin me, em amade ne gotûbêjê bikin.”

Di beşa dawî ya hevpeyvînê de Nêçîrvan Barzanî li ser dema Serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî radiwest e û wiha dibêje: “Li gor destûrê meha Tebaxa dahatû dema serokatiyê diqede. Lê wek Kurdekî, ne wek birazî yan zavayê cenabê Serok, divê Barzanî di vê kêliya pir krîz de di postê xwe de bimîne. Bêguman di medyayê de û li Parlamento gelek axaftin li ser tên kirin, lê dema wextê biryardanê tê divê xelk cudahiyên xwe deynin aliyekî û bizanin ka çi baş e bo welatê wan. Mixabin Celal Talebanî di vê rewşê de nîne ku bikaribe axaftinê li ser bike û take serkirdeyê din ku bikaribe welatê me birêve bibe di vê rewşê de Barzanî ye. Vêca siyasetmedar êdî ser bi Tevgera Goran, YNK û partiyên Îslamî bin, hemû vêna dizanin û xelk jî dizane ku bo ragirtina aramiya Kurdistanê, divê Barzanî bimîne.”

Ne ji Tirkiye ba, me nikarîbû mûçeyê fermanberan daba

Nêçîrvan Bazanî behsa rola Tirkiyeyê dike û dibêje: “Bexda tenê 250 milyon dolar li sala 2015 ji me re şandiye, ne ji Tirkiye ba, me nikarîbû mûçeyê fermanberan daba, em petrolê dişînin bendera Ceyhanê û di nava pêwendiyên me de ligel wî welatî balafirên wan ên şer li DAIŞê didin û rola wê di vî şerî de heye, hêza wê li Bamernê heye û dê beşdar jî be.”

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, “Ji destpêka êrişa DAIŞê li ser Kurdistanê û pêwendiyên me ligel Erdogan û Daûdoglo hebûn û ji me re digotin emê beşda bin û teqemenî jî dan Hêzên Pêşmerge.”

Derbarê çûna Pêşmerge bo Kobanê jî, Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Bo Tirkiyê pirsekî mezin bû, ku rê bide Hêzên Pêşmerge ku di nava axa wan re derbasî Kobanê bibin û di encamê de çûn û Kobanê rizgar kirin. Hêzên Pêşmerge bi cilên xwe û bi ala Kurdistanê di nava axa Kurdistanê re çûn. Tirkiyê alîkariya rizgarkirina Kobanê kir, wek Amerîka û şervanan û Hêzên Pêşmerge heman kar kir.”

Pêşmerge û şerê Mûsilê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behda wê yekê dike ku Pêşmerge bi tenê şerê DAIŞê li Mûsilê nake, ji ber ku, eger bi wî karî rabin dê krîzeke mezin derkeve û dibe ku şerê kurd û ereban derkeve.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Dibê pir bi hesasî mameleyê ligel beşdaria şîeyan di şerê Mûsilê de were kirin, ji ber ku mezinbûna nakokiyan di navbera sunne û şîeyan rewşê zehmetir dike.”

KDP Info

You may also like