0ararat_ferinaz
Em Li Serhildana Xelkê Mehabadê Xwedî derkevin

Roja 4ê Gulana 2015an, keçeke ciwan bi navê Ferînaz Xusrowanî ya ku li hotêla Tara ya bajarê Mehabada Rojheilatê Kurdistanê kar dikir. Hin kesaên ji hêza Ettelaata Rijîma terorîstî ya Îranê hawl dane ku destdirêjiya Keça Kurd bikin.

Ferînaz Xusrowanî ya Kurd ji bo xwe ji vê êrîşa hewldana destdirêjija hovane ya cinsî xelas bike xwe ji qata 4ê ya hotêla go lê kar dikir avêt xwar. Keça Kurd Ferînaz xwe ji êrîşa destdirêjiya terorîstên hov ya cinsî xelas kir, lê hezar mixabin jiyana xwe ji dest da.

Em bang li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistanê dikin ku li himberî vê heqaretê dengên xwe bilînd bikin û zextê deynin ser siyaseta Rijîma Terrorîsîya Mellayên Îranê .

Em xemgînî û êşa malbata Ferînaz Xusrowanî, ya heval û dostên wê parve dikin. Bila serê malbata wê, serê heval û hogirên wê sax be!

Tevgera Şoreşgerên Araratê
8ê Gulana 2015 an

we

You may also like